Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hinga bawerî nebe

 


 Melevan resûl

Bersivdana pirsa : hinga bawerî nebe wê çi çêbibe ? gelek xalên ne vewejartî û winda wê ron bibin , ji ber ku bawrî wekî pêver ji înanê tê , çi yasa olî be û çi aydyolocîk be , rastiya kam û meqseda mirovan nîþan dide , heger ew înan ji holê rabe , hingî emê nikaribin aramiyê û xweþkirina jiyanê di nava damarên xwe de vehewînin û hembêz bikin , ji layê psokolojîk ve bawerî mîna pêleke ji ava germ bi ser giyanê mirovan de diherike û vehesdanê dixe aramiya can de .


Gelo çima ez vê pirsê dikim ?
Bi qasî xwendina me ji bûyer û tevdanên di serpêhatiya jiyana mirovan li rû dayî , em dibînin ka çiqas bawerî li xwedanê baweriyê xwedan derketiye û di encamê de xwedanê xwe ber bi pêþbîniyê ve ajotiye , lê heger qels be hingî wê xwedanê xwe ber bi têkçûnê ve bibe , nimûne ji bûyerên dîrokî gelek hene .
Bi rastî pirs ji gelek layan ve hatiye bersivdan , çi vêlezofî be û çi sosyolojî be , her çîneke civakê li gor berjewend û qizincên xwe ew xislet di nava bawermedên xwe de afirandin e , nemaze deshilatdar her demî li hûrikên girêdana beþên civakê gerya ye û bi hemû þêweyan ew xistiye bin bandora xwe de ,  ji ber kirîtîkbûna mijarê û girêdana wê bi sawîr û heyalê ve û bi alema jorî ve girêdayî ye û her kes ji me di nava dilê xwe de ji ayindeyê veþartî bi gomane û di nava tevlîheviyê de dijî , bawerî hin bi hin werdigere û dibe çandek civakî tu kes pî lê nake û di encamê de bawerî tê guherîn û dibe viyan , bi sanahî viyana mirovan naþike û her demî li alavên parastina wê digerin çi gerew û qurban hebin ew bedelê wê bi dilxweþî didin .
Emê ji layê ayînî derbiçin û berê xwe bidin baweriya civakî û sosyolojî di nava gel de , ji ber ku pirs ne bi çilîq û beþ be , tenê em dikarin hinek pirsan ji layê netewî û civakî ve ji xwendevanan bipirsin , wê hingî diyar be ka miletê me çiqasî bawermende di doz û daxwaza xwe de :
1-    Gelo miletê kurd bi doza xwe bawermend e ?
2-    Miletê kurd bi rêveberiya xwe (oli, siyasî ) bawermend e ?
3-    Gelê kurd bi av û axa xwe re dilsoz û bi rastiya hebûna xwe bawermend e ?
4-    Çiqasî mehir di navbera rêveberiya siyasî û olî û rewþenbîrî , bi kêþeya netwî ve bi bawerî ye ?
Em ne ji esmanan de daketin e û em hemî rewþa milet û welat nasdikin , heger wêrekiya me hebe bila em bê tirs û þermî bersiva van pirsan bidin û heryek ji medi buwara xwe re bila li bersivê bide û li çareseriyê bigere çi erênî be û çi neyênî be .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.75
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark