Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyanîya Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê ji bo xwepêþandana 12.10.2009 li Qamiþlo

 


bi bona 47-mîn salvegera Hejmartina Awarte û derbasbûna salekê bi ser Dekreta numre 49 ve 5. vê heyvê 47 sal derbas dibin ji roja pêkanîna Hejmartina Awarte di parêzgeha Hesekê de (herêma Cizîrê) sala 1962 ê. Ew projeya ko, li gora wê, ji dehhezarên kurdan, jimara wan îro dighêje bêtirî 300.000 mirovî, nasnama sûrî hate standin, bê ko tu gunehê wan hebe, ji bilî kurdîtîyê. Di van salên derbasbûyî de mirovên bênasname êþ û kêmanî dîtin û gelek derd kiþandin û dikþînin. Tevî ko herdem daxwaz li dewletê tê kirin, da mafê nasnamyê li van kesana vegerîne, û mikurhatina hukmetê gelek caran, ko ev pirsgirêk heye û soz dane, wê çareser bike û vê zor û astengîyê ji ser wan mirovên kurd hilîne.


 Lê ew soz hemû ne jidil û nerastin. Roj piþtî rojê diyartir dibe, ko rejîma Sûrî naxwaze û di pîlanên wê de nîne çareserkirina pirsa mirovên bênasname û herweha ya hemû pirsgirêkên bi gelê kurd ve girêdayî. Belê ew rejîm li bende ye, heya ev qanûn û qanûn û projeyên nijadperest yên mayî jî bandora xwe heya dawî bistînin û xwevegrin û di rêka wan re aramanc û xewna nijadperestan di helandina gelê kurd de û valakirin û erebîkirina welatê wî de bighêje serî. Diyare ko ji desthalata Sûrîyê re nederde, çiqasî mirov biêþin û di astengîyê de bijîn. Roj piþtî rojê hiþên nijadperestan projene qirêjtir li dijî gelê me derdixînin û tînin holê. Ya dawî ji wan dekreta 49 bû, ko roja 10.09.2008 derket û ser bingeha wê herêmên kurdî bi temamî wek herêmin sînorî hatin naskirin û bi vî cûreyî her þêweyê kar û xebat û kirînfirotinê di herêmê de anîn sekinandin, da gelê kurd bêçare bibe, ji herêma xwe bireve û xwe bispêre derdora bajarê mezin li Sûrîyê û li wir dä bêrûmetî yê de, di çadiran de û li ber berf û baranê tevî zarokên xwe bijîn. Yan jî xwe têxin qeyikên mirinê û berî bidin derveyî welêt. Tevî ko gelek çalakîyên protestoyê yên gelêrî û siyasî ji bo sekinandina û hilanîna vê dekreta nemirovane, ko tu xêr û bercewendiya kesekî tê de nîne, lidarketin, lê hemî jî bêfêdebûn. Ji sibata çûyî de me kar û çalakîyên xwe sekinandibûn ji bo rê liber çareserkirinên aram û aþtiyane vekirî bimînin. Belê diyare rejîmê nama me þaþ fêmkir û sekinandina çalakîyan weke qelsî têgehîþt û projeyên xwe berdewam kir û girtina siyasetmedar Û çalakvanên kurd jî berdewam kir, heya radeya girtina hinek kesayetîyên rêber di tevgera kurdî de, mîna mamosta Meþaal Temo, berdevkê þepêla Pêþeroja Kurdî li Sûrîyê û Mistefa cuma, Sadûn þêxo û Mihemed Saîd Omer ji Partîtya Azadî ya Kurd li Sûrîyê û herweha hevalê me Îbrahîm Xelîl Bro, endamê komîta siyasî ya Partîyê û hevalên me ji grûpa Helebê, ko ev du sal û nîve di zindana Sêdnaya de ne: Ahmed Xelî Derwîþ, Dilgeþ þamo Mamo, Yaþa Xalid Qadir, Tehsîn Xeyrî Mamo, Nezmî Abdilhenan Mihemed. Ji wana jî Tehsî Xeyrî Mamo wendaye û ti nûçe ser wî nînin. Ev yek jî diyardike, ko maf û azadîyên mirovan li cem hukmetê bê qîmet bê nirxin. Ey gelê kurd, Ey hêzên demokrat û welatparêz û rêxistinên mafên mirovan, Ji ber ko xebata di ber mafê gelê me de û parastina wî berpirsyarîya me ya dîrokîye; û ji bo riswakirina berdewmkirina dekreta 49 û qanûna Hejmartina Awarte û hilanîna wan û jiholêrakirina havilên wan; û ji bo daxwazkirina sekinandin û rakirina hemû qanûn û projeyên nijadperest, ko dijî gelê meyê kurd têne meþandin; û ji bo berdana girtiyên kurd yên sîyasî û berî hemî girtîyên partiya me; û ji bo çareserkirina pirsa kurdî li Sûrîyê, em bangî we dikin û ji we dixwazin, beþdarîyê di xwepêþandna me de bikin. Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê roja 12.10.2009 xwepêþandanekê li bajarê Qamiþlo, xêzika meydana Hilêliyê, seet 16:30 piþtî nîvro lidardixîne. Em ji heval û dost û beþdaran hêvî dikin, xwepêþandanê bi þêwekî þaristanî û demokrat, ko layiqî bejna gelê meye pêkbînin.

Komîta Navend ya Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê
 
03.10.2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark