Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Simīnenra hunera kurdī li Bonn ź li darket

 


Roja yekžemê, 04.10.2009 li Bajarê Bonn ê, û li Hotela Hilton, bi amadekariya fonda Živan Perwer, civînek li darket û gelek hunermend hatin cem hev.
Sîmenek mezin li darket. û gelek Sîmnîrvanan bi beždarbûna xwe û bi axaftina xwe civîn û simînar gež kirin.
Ev bû demek dirêj li gora ku haya min jê heye ku birêz Serxwebûn Perwer hazirya vê civînê dike, ji bo pižtgirya fonda Živan Perwer.
pižtî kedek mezin û xebatek dirêj (dora žež mehan) di dawyê de bi ser ket û karîbû di gel hevalên xwe yên di rêvebiriya Fondê de, vê civînê li darxînin.


Simîner bi rêvebiriya Kakžar Oremar bû û bi beždarbûna Simînervanan: Serxwebûn Perwer, Dilžad Seîd, Edîb Çêlkî, Hiso Hormî, Gulîstan Sobarî, Narîn Žêxê, Yilmaz Seydo, û endamên komîta birêvebir ya Fondê.
LI darket.
Birêz Serxwebûn Perwer di destpêkê de mesaja Fondê xwend û armancên wê žîrove kirin û her weha li ser navê bavê xwe Mamoste Živan Perwer mesajek bi xêrhatina hunermendan xwend û her weha lêborîna mamoste Živan jî gîhan ji ber ku nikarî bû amadeba ji ber sedemên gelekî giring (çûna Kurdistanê di gel žandek Ewropî bi rêvebiriya Xanim Danyêl Mîtîran)
Pižtre Hunermendê navdar Dilžand Seîd axivî, li ser rewža mûzîka kurdî û nûjen kirina filoklorê kurdî û behsa Tîpa Duhokê wekû nimûne kir.
Edîb  Çêlkî li ser helbesta ku ji bo stranê tê nîvisandin û lawaziya wê kir. hêjayî gotinêye ku Edîb  Çêlkî xwedî tecrûbeyek mezine di warê nîvisandina helbesta stranê de.
Gulîstan Sobarî û wek ku hat xuya kirin bê amadekirin hatibû û tenê li ser hunera kevin û ya nû axivî tevî ku mijara wê li ser rola jna kurd di stranbêjiyê de bû.
Narîn Žêxê hinekî ew valahî dagirt û li ser rola jina kurd û zehmetiyên wê axivî û diyar kir ku ( jin û stran wek Ewr û Behrê ne, kes nizane bê kîjan ji kîjanê tê an jî kîjan ji kîjanê vedixwe)
Heso Horamî li ser rewža kilîpa kurd bi zanistîk mezin axivî û got: klîpa kurdî dikeve žažiya ku kilîpa erebî û tirkî jî ketiyê de û tenê li ser govendekê û hinek livên seksî ji jinanre tê avakirin.
Yilmaz Seydo, li ser strana kurdî bi gižtî axivî û her weha rexna televizyonên kurdî kir ku pirogramên rexneyî têde nînin.
pižtre Hunermenda mezin Gulîstan Perwer civîn bi beždarbûna xwe xemiland û li ser zehmetiyên ku Serxwebûn kižand di amadekirina vê Simînarê de û her weha jibîr nekir ku spasiya hevalên ku alîkariya wî kiribûn û ew tenê nehižtibûn di wê xebatê de, bike.Û her weha bi xêrhatina mêvanan jî kir yên ku ji riyên dûr û nêzîk hatibûn.
Balkêž bû di vê civinî de ku girûpek mezin ji hunermendên kurd, malper, nivîskar û rojnamevan amde bûn, û ji her çar perçên Kurdistanê.
Kurdistan Tv amade bû û civîn tomar kir.

Kawa Žêxê





















 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 2
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark