Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Di parlamenta Swêdê de: Semînarek li ser rewþa Kurdan li Suriyê

 


Çarþem, 28.10.2009, seet  11.30 – 14.30
Stockholm, Parlamenta Swêdê
Di sala 2004ê Surî û Yekîtiya Ewropayê li ser peymaneke hevkariyê li hev kir. Lê ev peyman ta niha nehatiye imzekirin, çimkî Yekîtiya Ewropayê Surî ta roja îro gunehkar dike ku ew þerê terorê nake û ti hewildanên ji bo rêzgirtina mafên mirovan nîþan nade. Piþtî pênc salan ji vê helwesta berdewam rewþ hatiye guhertin.


Yekîtiya Ewropa dixwaze di demeke nêzîk de vê peymanê imze bike. Hikumeta Swêdê jî îsal hin gav avêtine. Wezîra bazirganiyê ya Swêdê Ewa Björling di havîna îsal de serdana Suriyê kir û armanc ew e ku peywendiyên aborî di navbera herdu dewletan de xurtir bibin. Partiyên oposîtsyonê û rêxistinên mafên mirovan ên surî û navneteweyî berdewam rêjîma Suriyê bi binpêkirina mafên mirovan gunehkar dikin. Rojek derbas nabe bêyî ku mirov nûçeyekê li ser çewisandina çalakvanên mafên mirovan nexwîne. Bi taybetî Kurdên Suriyê behsa zêdebûna çewisandinê li dijî xwe dikin û îsal hejmareke mezin ji çalakvanên kurd hatine girtin û bi salên dirêj di zindanan de hatin cezakirin. Kurdên Suriyê diyar dikin ku ew du caran tên çewisandin: carekê wek welatiyên Suriyê û careke din ji ber ku ew Kurd in. 47 salan piþtî ku hikumeta Suriyê nasnameyên surî ji bi dehhezaran ji welatiyên kurd stendin, wê hîn jî sozên xwe bi cî neanîne û nasname li Kurdan venegerandine. Gelo çi hatiye guhertin ta ku helwesta welatên ewropî li hemberî Suriyê bê guhertin? Mafên mirovan û Kurd îroj li Suriyê di çi rewþê de ne? Pêwîste Yekîtiya Ewropa û welatên wê çi bikin?
Ji ber ku semînar di parlamenta Swêdê de pêk tê, pêwîst e ku kesên dixwazin beþdarî vê semînarê bibin, nav û paþnavê xwe biþînin vê e-mailê û ewê piþtre di rêya e-mailê re agahiyên berfirehtir li ser ciyê semînarê bi dest bixin: berivan@liberal.se.
Program:
  1. Eva Savelsberg (Berlîn): Rewþa Kurdan li Suriyê ji dema ku Beþar el-Esed bû serokê Suriyê. Savelsberg seroka Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî ye.
  2. Ewa Björling (Stockholm): Peywendiyên aborî di navbera Swêd û Suriyê de û pirsa mafên mirovan. Björling (Moderaterna, Partiya Moderat) wezîra bazirganiyê ya Swêdê ye.
  3. Aaron Lund (Eskilstuna): Rewþa oposîtsyonê li Suriyê. Lund rojnamevan û lêkolîner e.
  4. Sîrwan H. Berko (Berlîn): Girtina çalakvanên mafên mirovan ê kurd û rewþa wan di zindanên Suriyê de. H. Berko rojnamevan e û yek ji xebatkarên malpera “KurdWatch.org” e.
  5. Fredrik Malm (Stockholm): Helwesta Yekîtiya Ewropa beramberî Suriyê. Malm (Folkpartiet Liberalerna, Partiya Gel a Lîberal) endamê parlamenta Swêdê ye.

    Birêvebirin: Bêrîvan Mihemed (rojnamevan, Sundsvall)

Amadekar: SILC (Navenda Lîberal a Swêdî ya Navneteweyî; Swedish International Liberal Center, www.silc.se)


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark