Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Þîna lîzevanê bi nav û deng: Heysem Kiço

 

Ezîz Xemcivîn

Dîsan dilê min
nale nalê dike;
vê êvarê çeleng û Çikçikanê
Yana Cîhad ji nav me bar dike..!!

Li bavê Felek dibe mêvan,
li ber tembûra wî 
goga xwe bilind û dûr davêje,
stêran þiyar dike…!!


Ji niþka ve 
dengê stranekê tê
"nalînek tê guhê min,
lê winda û nehan e…
agir berda dilê min,
tev bû pêt û duxan e"

Lîzgeh li ber te ye
bi lingê polayî
ji mîrata basê
wê gogê bivirîne..!!

Bela bavê Felek ne xeyide,
bêje bilbilê xemgîn bêje

"feryad û sed ax û eman" bêje
heyfa evî emrê ciwan" bêje…!!

Mêvanê te þêrîn e.
Mêvanê te zava ye 
govenda wî xweþ bigerîne… !!
heger tu karibî 
dengê xwe bigihîne " Lava "
dizanim wê gelekî 
li hêviya bavê xwe bimîne…!!?

Ey Qamiþloka wêran
geh tu xemgîn î, 
geh  tu xemgîn î, 
û geh tu xemgîn î… !!?
ma tu ne westiyayî..??
evqas em barê te giran dikin,
birînên te pir bûne 
stêrê Yana Cîhad jî tev li wan dimîne… !!

Dayê ne tu tenê xemgîn î 
bi hezaran dayikên xemgîn
agirê dilê xwe 
weke temaþeya Sînema Amûdê
li gel te bibîr anîne  … !!

Qamiþlokê
gava darbesta zavê te hat,
bi gulan xemilî bû; 
gula herî xuyanî 
Bavê Lava bi xwe bû… !!

Dengê stranê û reþbeleka malik wêran  
ji Dêra Zorê heya bi dilê te 
asman û zemîn 
ji ber hejiyan…!!

Koça dawî bû deqê lîzevanan
ew mûma bi ronî 
mixabin zû vemirî… !!?    

25/10/02

Dubey

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mixabin, ji bo vê nûçeyê þîrove ne çalak e.