Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: MIN DI EVÎNA XWE DE HEMBÊZ BIKE XANIM

 



Demhat Dêrikî

Diyarî bo Dilawer û Diyana: Dema ku evîn hemû sînoran derbas dike û evîn
 hembêza xwe ji evînê re vedike û her du di deryaya evînê de dibin yek.

Xatûna min!
Hemû þev û kêlî di hunandin û rêsandina xewnên te de
Temenê xwe di katijmêra demê de diborînin.
Hemû peyv û hevok di kolana sing û berê te de ji dayîk dibin
Û di navbera lêvên te de sed siwara dikin qurban.


Erê xatûna paytexta evîna min
Rojbaþ tuyî
Nîvrobaþ tuyî
Êvarbaþ tuyî
Þevbaþ tuyî.
Tuyî qehweya sibê û silava min ya jînê…
Li vî welatê ku ez û tu eþqa axa xwe bi strana eþqê distirînin
Te di tabloya dilê xwe  de dikim xatûna stêran û
Hemû rêngên wêneya te ya ku min li ser dilê xwe neqiþkirî ji rengê caniya te ye xanim.
De dergehê dilê xwe veke
Û bi wî kenê xwe yê gulnarîn bibêje;
Fermo were, min di nava cenga ramûsanên þevê de hembêz bike,
Ji laþê min kaniya vejîne û di nav de avjeniyê bike cano!
De ka hembêza xwe veke xanim, min di nava di salên xwe de bibe
Bila hemû demsalên te ez bim
Bila hemû aþopên te ez bim, bila hemû þahiyên te ez bim.
Bila û bila neynika te ez bim
Bila siya dara te ez bim
Bila keser û beþrîna te ez bim keça rojhilat.
De hembêza xwe veke û min di evîna xwe de hembêz bike xanim!...

demhatderiki@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark