Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gurzek Nêrgiz Bo Giyanê Aramê Dîkran Ji Qamişlo

 


Konê Reş

   Berî dor deh rojan min ev gotarê xwe di bin navê (Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran), di medya Kurdî de belav kir. Belê piştî ku sibeha vê rojê 08/08/2009 min sehkir ku Aramê Dîkran, li Atinayê, paytexta yûnanistanê canê xwe ji dest daye, min hin guhertin di gotarê xwe de kir û navnîşan guhert.. Nemaze piştî ku min xemgîniya li ser dêmê xelkên Qamişlo dît… ji xwe wek ku diyar e, navê Cegerxwîn û Aramê Dîkran bi hev re hatine hunandin û bajarê Qamişlo herdu lehengên peyva kurdî a resen di pêsîra xwe re derbas kirine… Vêca pêwîst dibînim ku navê Bajarê Qamişlo jî bê ziman.. A din berî 25 salan dema ku Cegerxwîn di 22/10/1984 an de li paytexta Swêdê mir, xwesteka wî ku li Qamişlo, di hewşa mala wî de, bê veşartin.. Gelo hun zanin ku westeka Aramê Dîkran jî îro eve; ku li Amedê(Diyarbekirê) bê veşartin.. Tu dibê qey Cegerxwîn Û Aram Dîkran Qamişlo Û Amed Li hev Parkiribûn…!


   Buhiştî Aramê Dîkran di 15/01/ 1934 an de li Qamişlo çêbûye. Ew bi xwe kurê Mêloyê Sakê (Serkîs)ye, bi eslê xwe ji Ermeniyên herema Farqînê ne, bavê wî muxtarê gundê xwe bû.. Bavê wî û seydayê Cegerxwîn dostên hev yên nêzik bûn, gelek caran Cegerxwîn xwe di mala wan de vedişart… Aram ji biçûkaniya xwe ve hez lêdana amûrên muzîkê kiriye, ango di 15 saliya xwe de wek tembûrvanekî ermenî ku bi kurdî distrê di nav xelkên Qamişlo de hat naskirin û wiha di rêka bavê wî re dostaniya wî bi seydayê Cegerxwîn re çêbû û helbestên wî kirin stran… Hêjaye gotinê ku gotinên gelek stranên Aram yên bavê wî bixwe ne. Wî di hunermendiya xwe a dor 50 salî de, bi kurdî, ermenî, erebî û tirkî stran gotine. Belê zêdetir bi kurdî stra ye û wek hunermendekî kurd hatiye nas kirin. Aramê Dîkran; di salên xwe yên dawî de, jiyana xwe li Atînayê, paytextê Yûnanistanê derbas dikir.. Ta ku di roja 06/08/2009 an de, ji ber kirîzak nexweşiyê- Xwîn dawerivîbû ser mejiyê wî- a bêîman ketiye nexweşiyekê ji nexweşxaneyên Atînayê û di sibeha 08/08/2009 de, jiyana xwe ji dest da.. Sê zarokên wî hene, du keç; Eyçîmîk û Sîvan in û kurek bi navê Agob e. Ta roja îro birayê wî Serkîs Dîkran Mîlîk(Bavê Dîko) û zarokên xwe li Qamişlo dimînin. Bav û diya wî di salên heftêyan de li Ermenistanê koça dawî kirine. Yezdanê gewre wî bi dilovaniya xwe şad bike. Ev strana xwarê ji gotinên bavê wî ne.
Hey lê lê wayê gidî bilbilo!
Wî bayê lêxist hêlîn tev xirakiro
Perîşano, de sêwiyê, muhaciro!
Tu bi hesreta qêrîna keviro…
   Destekî bilnid, bi gurzek nêrgizên ku li derdola Cizîra Botan dipişkivin ji bo hunermend Aram Dîkran pêşkêş dikim. Ev ermeniyê ku wek hunermendekî navbilind di nav gelê kurd de hatiye nas kirin.. Ma seyr e ku kurdek jî stranan bi zimanê ermenî bibeje û di nav xelkên ermenî de bi nav û deng bibe…? Wek ku hûn tev dizanin, Aram ermeniye bi zimanê kurdî stran gotine û dibêje û wiha di nav kurdan de dengvedaye… Ne tenê wilo û bes..? Wî strana kurdî bi gotin û awazên nû gotiye û bi pêşve biriye, ango ji pêşengên strana kurdî a nûjene.. Wî strana kurdî ji kilasîkiya wê rizgar kiriye û bi pêşve birye (Tevî dilmaniya ermenan ji kurdan piştî komkujiya ermenan di roja 24ê nisana 1915 an de ku hin ji wan kurdan jî gunehkar dikin.. ).
   Aram Dîkran e yê ku Cegerxwîn bi me daye naskirin, bêtir ku em Cegerxwîn nasbikin di rêka xwendina dîwanên wî re. Ji ber ku zimanê kurdî qedexe bû û her kesî newêrîbû dîwanên Seydayê Cegerxwîn peyda bikin da ku bixwînin… Ew kesên ku li bal wan peyda dibûn jî, newêrîbûn şanî kesî bidin.. Û wiha ji destpêka salîn şêstî û virede, hin bi hin navê Cegerxwîn bi saya dengê Aram Dîkran bilind bû, nexasim bi wek van gotinên Cegerxwîn:
Şev çû ma tu êdî hew tê lo?
Ez ranazêm kengê bê te xew tê lo?
Xanî bûye zindan têde  ranazêm!
Ta sibê, qêrîn û nalîn tew tê lo…
Ev strana ku di wê hingê de li ser zardevê her mirovekî kurd bû.
   Bi saya Aramê Dîkran hunermendên mîna Seîd Yûsif, Mihemed Şêxo û Mehmûd Ezîz di pêvajoyeke nû re hatin hole û bi saya wê pêvajoyê strana kurdî bipêşve birin, ji kilasîkiyê rizgar kirin…
   Di sala 1966 an de ji bo xwendinê, ez ji gund hatim Qamişlo. Hingî min navê Aram sehkir ku, ew di gel grûpa xwe şahî û ahengên kurd û ermenan li Qamişlo, Dêrikê û Amûdê li dardixîne û tenê bi zimanê kurdî distirîne… Berî sehkirina navê wî, me navê çend neferên ermenî seh kiribû ku stranên kurdî yên kevin dibêjin wek: Karabêtê Xaço di rêka strana Lawikê Metînî de, Milkonê Nadir di rêka strana Felîtê Qutto de… û çend dengbêjên ermen yên din jî hebûn ku stran bi kurdî digotin wek: Bêdrosê Dengbêj… Lê Aram û grûpa xwe a muzîkê gaveke nû bû di vejandina stran û muzîka kurdî de.. Girûpa wî ji çend kesan pêk dihat wek: Sako, Sîrop.. û gelek amûrên muzîkê bikar tanîn wek Dahola biçûk, Cimbiş… û her wiha gelek cûreyên govend û dîlana kurdî li ber dengê wî û grûpa mûzîka wî di hatin gerandin wek: Halayê, Şêxanî, Çeçanê… Wek nimûne ev strana reqsê:
 Wille govend ranabe, bille govend ranabe,
 Xwelî li mêrê xerabe, radizê şiyar nabe lo lo, lo lo lo lo…
   Di eynî salê de, 1966 an, Aram jî bi ermeniyên Qamişlo re çû ermenistanê… Dema ku çên ez wek dîdevanekî çûna wan bûm, bi hevalên xwe re me ji dibistanê bazda û em çûn temaşekirina oxirkirin û xatirxwestina wan.. min bi herdû çavên xwe xatirxwestina jin, mêr, kal, pîr û zarokên ermeniyan dît, dema li otobîsê siwar dibûn û di pencereyên wê re xartir ji hev dixwestin û digiriyan… Û wiha Aram di wê salê de çû Haystanê(ermenistanê). Berî ku here ev strana wî di nav gelê Qamişlo de belav bibû:
Diçim diçim nema têm
Ez heyirîm çilo bêm
Êdî tiştek nema kêm

Diçim li vir namînim
Bes e derda hilînim
Pel ji te ra bişînim..
Lê piştî ku giha Yerîvanê ev stran ji xelkên Qamişlo re şand :
Hatim hatim Haystan,
Gelek xweşe Yerîvan..
   Di baweriya min de ev strana wî bêtir ji bo gerimkirin û sorkirina xelkên ermenî bû, bo çûna ermenistanê. Mêzekin ev herdu stranên Aram bi kurdî ne/ne bi ermenî ne/ û propagenda ne ji bo ermenan û çûna ermenistanê.. Ev yek xweş nîşane ku piraniya ermenên Cizîrê bi zimanê kurdî xeber didan bêtir ji zimanê ermenî…
   Sebaretî min wek nivîskar û helbestvanekî kurd, ez Aram Dîkran hunermendekî kurd yê payebilind dibînim.. Wî stran û mûzîka kurdî bi pêşve birye û xwe di berde westandiye, bêtir ku hunermendekî ermenî be.. Lê her bi nijada xwe, ew dimîne ermenî… û wê her navê wî di ferhenga gelê kurd e bimîne zindî.
   Bi vê helkeftinê, ez ji dil spasiya nivîskarê kurd Kakşar Oremar dikim, ku wiha xwe di ber navdarên kurdan de diwestîne. Bêguman wî Aram Dikran yek ji wan navdaran dîtiye ta ku wiha bi kelgiranî pirtûkekê li dor jînenîgariya wî amade dike, ev yek jî ji resenî û kurdewariya wî a paqij û durist dertê, ji bo wî qevdek kulîlkên biharî ji nergiziyên Seqlanê Mema, Eyndîwerê û Dêrika Hemko pêşkêş dikim… Ji Aramê Dîkran re, buhişta rengîn hêvî dikim û destekî bilind, bi gurzek nêrgizên Cizîra Botan, di gel dengê wî û ev gotinên xwarê yên seydayê Cegerxwîn, ji xwenevanên zimanê Kurdî re pêşkêş dikim. Cihê wî bihişta rengîn be, sere gelê Kurd û Ermen sax be..
Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e
Zimanê Kurdî
Bi xweş awaz e, letîf û naz e
Zimanê Kurdî
Beyta Feqî ye, kubra Xanî ye
Zimanê Kurdî
Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e
Zimanê Kurdî
Kewkeb çiya ne, kubra teyra ne
Zimanê Kurdî..

Konê Reş
Qamişlo, 08/08/2009
Jêder: Netkurd.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.8
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark