Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pirsa neteweya kurd û Yaşar Kemalê ataturkparêz…

 


Îbrahîm GUÇLU
(ibrashimguclu21@gmail.com)

Di van salên dawî de,  dema ku di qisekirina pirsa kurd xeterî kêm bû û dinya bi pirsa neteweyî ya kurd re eleqedar bû, ew kesên, ku tu wext ji bona nedigotin em kurd in û nedigotin ku neteweya kurd heye û kurd jî wek her gelekî xwediyê mafên demokratîk, mirovî û neteweyî ne, li ser pirsa neteweyî ya kurd dest bi axiftinê kirin. Ev kesan, hîç şik tune ye ku ew kesên navdar, nivîskar, sermeyadar, siyasetvan in. Yaşar Kemalî jî yek ji wan kesan e.


Di van rojên dawî de jî, Partiya Civakî ya Demokratîk (DTPê) navbeynçitiya Yaşar Kemalî anî rojevê. Diyar kirin ku dê wî bişînin cem serokkomarê Tirkiyeyê. Bi vê daxuyaniya Partiya Civakî ya Demokratîk di nav reya giştî ya Tirkiyeyê de navê Yaşar Kemalî di pirsa kurd de derket pêş. Çapemeniya Tirkiyeyê jî, ji Yaşar Kemalî re careke din eleqe nîşan da. Bi Yaşar Kemalî re qedroya  Rojnameya Radîkalê ya pêşî ku Îsmet Berkanî û Oral Çalışlarî jî di nav de, bi Yaşar Kemalî re hevpeyvîneke dûrûdirêj pêk anîn. 4 Roj in ku hevpeyvîna Yaşar Kemalî di Rojnameya Radîkalê de te weşandin.
Nerînên esasî û bingehî yên Yaşar Kemalî di beşa yekemîn a hevpeyvîna wî de zelal bûn. Heta ez dikarim bibêjim ku beriya ku hevpeyvîna Yaşar Kemalı bê weşandin, di Radîkalê de dema ku ji reya giştî re daxuyanî û agahî hat dayîn, di wir de kurtenerînên Yaşar Kemalî jî hatin pêşkêş kirin; bi vê kurtexûlasayê nerînên Yaşar Kemalî zelal bû ku çi dibêje.  Li cem vê yekê ji bona ku ez Yaşar Kemalî 45 sal e, ku nas dikim ku ew di “pirsa kurd”de çi dibêje ez dizanim, ji bona vê rewş ji bona min zelaltir bû. Lê dîsa jî gorî exlaqa çapemenî û akademîk diviya bû ku min hevpeyvîna wî bixwenda. Lê min du beşên hevpeyvîna wî xwend, ez gihêştim wê qaneetê ku ne hewce ye, ku ez tevayî ya hevpeyvîna wî bixwînim.
Y. Kemalî kî ye û kingê ji bo “pirsa kurd” qise kir?
Gor agadariyên wî bi xwe, ew kurd e. Malbata wî ji Kurtdistanê koçkiriye hatiye li Edeneyê di nav Turkmenan de bi cîwar bûye. Malbata Yaşar Kemalî di malê de kurdî û li derve jî tirkî qise dikiriye. Malbata wî, malbateke feqîr bûye.
Hezar mixabin Yaşar Kemalî kurditîya xwe bi salan neaniye bîra xwe. Dema ku em dîroka Tevgera Bakurê Kurdistanê ya nezik çi çav derbas bikin, Yaşar Kemalî di tu merheleyekê de xuya nake ku ew kurd e. Ew di nav tevgera 49-an de, di nav tevgera 23-an de, ew di nav PDK a Tirkiyeyê de, ew di nav DDKOyan de, ew din av kovar û rojnameyên kurdî û kurdan de tune ye.
Ew ji bona “pirsa kurd” tu wext neketiye hepisê. Dema ku zarok, gundî, mele, rewşenbîr, axa, mîr, şêxên kurdan dadgehbûne, ew di nav wan de nîne.
Ew di darbeya 1960-î, 1971-yî, 12 îlonê de ji bona “pirsa kurd” nehatiye dadgehkirin û nehatiye hepis kirin.
Dema ku me di TÎPê de bi hev re kar dikir, eleqeya wî ya kurdbûnê, gruba kurd ya di nav partiyê de tune bû.
Di 11 Adara 1970-yî de dema ku li Başurê Kurdistanê otonomî ava bû, ew wek hemû çepên tirk, wî rejîma baasî sosyalîst û li dijî emperyalîzmê didît, ew li dijî otonomiya Kurdistanê û serokatiya Mele Mistefa Berzanî bû. Wî Mele Mistefa Berzanî kevneperest, hevalbendê emperyalîzmê, Tevgera Başurê Kurdistanê jî wek tevgereke milî û rewa nedidît. Di TÎPê de tu wext ji kurdan re nebû alîkar.
Wî bes di salên 90-î de li ser pirsa kurd di kovareke Elmanan de qise kir. Wê demê hat naskirin ku Yaşar Kemalî kurd e. Her çiqas di derheqê ew axiftina wî de lêpirsîn jî vebû, ji bona ku piştgiriya wî ya navneteweyî û neteweyî xurt bû, lêpirsîn dawî hatkirin.
Piştî vê bûyerê Yaşar Kemalî derket bazara kurdî, Mehmed Uzunî û beşek kurdên Tirkiyevî û Yaşar Kemalî ji bona berjewendiya xwe dixwestin ku bi kar bînin, wek bavê kurdan bi nav kirin. Wî jî her demê di çerçewa berjewendiya neteweya tirk û dewleta unîter de bîrûreyên xwe di derheqê “pirsa kurd” de anî ser zimên.
Yaşar Kemalê Ataturkparêz…
Yaşar Kemalî aşiqê M. Kemal Ataturk e. Lê vekirî ne kemalîst e. Lê çepê kemalîst û jakoben e. Di sala 1999-an de, an jî di sala 2000-an de Alî Kırcalî di programa Siyaset Meydanê de bes bi wî re programek pêk anî. Di programê de , pesnên wî di derheqê M. Kemal Ataturk de ez careke din şokê û şaş kiribûm. Ew di hevpeyvîna xwe ya Radîkalê de jî, riya M. Kemal Ataturk rast dibîne û dibêje ku “M. Kermal Ataturkî riya rast nîşan da, lê berpirsiyarên piştî wî ev riya nemeşendin.”
Lê tiştekî vekirî heye ku felsefeya damezirandina Komara Tirkiyeyê ne rewa û li dijî hebûna neteweya kurd û grubên din yên etnikî ye. Ceribandina Komara Tirkiyeyê ya dema M. Kemal Ataturkî jî diyar e, ku dijminê mafên neteweya kurd e. Lewra piştî damezirandina Komara Tirkiyeyê hebûna neteweya kurd hat înkar kirin û statuya kurdan ya dema Împeratoriya Osmanî jî, ji holê rabû û mafên kurdan hatin xesip kirin û dema ku kurdan mafên xwe yên neteweyî daxwaz kirin, wê demê jî ev daxwaz û tevgera wan ya milî bi şidet û zorê hat temirandin. Ji asîmîlekirina kurdan û grubên din yên etnikî, neteweya tirk hat qewimandin.
Rejîma M. Kemal Ataturkî, rejimeke otorıter û faşîzan bû. Ev rejîma di hemen dem de li hemberî gelên din jî, ne demokratîk bû. Îzin ne dida nerînên din. Dema ku ji derveyî  partiya CHPê partiyên din hatin avakirin, ew partiyan hatin qedexekirin û berpirsiyarên wan jî, yan hatin hepiskirin û yan jî hatin tasfîye kirin.
Yaşar Kemalî diroka kurdan nizane, yan jî tevlihev dike…
Dema ku hevpeyvîna Yaşar Kemalî tê xwendin, gelek aşkere derdikeve holê ku Yaşar Kemalê ataturkparêz, dîroka kurdan yan nizane û yan jî bi zanatî tevlihev dike. Yaşar Kemalî dibêje, ku “kurdan tu caran nexwestiye ku ji tirkan veqetin.” Pirsa yekem ew e ku pirsa kurdan pirsa ji tirkan veqetandinê nîne. Pirsa neteweya kurd pirsa serxwebûn û azadiya wê ye. Dixwaze ku li welatê xwe desthilatdar be. Wek her miletekî welatê xwe ava bike û qedera xwe bi destê tayîn bike.
Rastiyek heye, ku kurdan di sedsala 19-an de, di bin pêşengiya Mîr Bedîrxanî û Şêx Ubeydullahê Nehrîyî de ji bona serxwebûna xwe serîhildaye û xwestiye ku ji Împeratoriya Osmanî veqete û Kurdistan serbixwe bibe û kurd li welatê xwe desthilatdar bin. Piştî ku Împeratoriya Osmanî belav jî bû û hemû neteweyan serxwebûna xwe îlan kirin û ji Împeratoriya Osmanî veqetiyan, kurdan jî di sala 1919-an de li Koçgirîyê ji bona ku serxwebûn û azadiya xwe qezenç bikin, dest bi tevgera çekdarî kirin.  Dîsa piştî damezirandina Komara Tirkiyeyê, dema ku hemû mafên neteweya kurd hatin xesip kirin û Kurdistan bû koloniyekê û hebûna kurdan hat înkarkirin, neteweya kurd di sala 1925-an de di bin pêşengiya Şêx Seîd Efendiyê Pîranê û Xalid Begê Cibrîyî de, di sala 1931-an de di bin pêşengiya Îhsan Nurî Paşayî de, di sala 1938-an de jî di bin pêşengiya Seyîd Rizayî de ji bona serxwebûna xwe tevgerek meşandin. Ev tevgeran bi zora dewleta faşîst û kolonyalîst ya tirkan hatin şikandin.
Neteweya kurd, piştî ku encama Peymana Lozanê Kuırdistan parçe bû jî, kurdan li hemû beşên Kurdistanê, Li Îranê, li Iraqê û li Tirkiyeyê ji bona serxwebûna xwe têkoşîn meşandin. Li Bakurê Kurdistanê, piştî salên 1970-yî Tevgera Bakurê Kurdistanê, serxwebûn û azadiya Kurdistanê ji bona xwe kirin armanc. Ev armanca kurdan, di sala 1999-an de bi destê serokê PKKê hat şelû kirin û ji holê hat rakirin. Lê dîsa jî kurdan dev ji serxwebûn û azadiya xwe bernedan. Di vê merheleyê de jî, ji bona Ocalanî û dewleta tirkan jî ev pirseke girîng e û astengek e û tirsek e.
Ji bona vê ev nerîna Yaşar Kemalê ataturkparêz ne rast e, ku dibêja kurdan tu wext nexwestiyê ku ji tirkan veqetin.   
Yaşar Kemalî di  hevpeyvîna xwe de ji tiştên bingehî û ji mafên neteweyî yên grubî yên kurdan qal nake…
Yaşar Kemalî, ji berê de û di hevpeyvîna xwe de jî, bes ji mafên kurdan yên zimanî û çandî qal dike.  Dibêje ku kurd ji bona ziman û çanda xwe têkoşîn dane û didin. Dema ku zimanê kurdî azad bibe û bi zimanê kurdî perwerdeyî bê pejirandin, pirsa kurd çareser dibe û kurd dev ji serxwebûn û azadiya xwe ber didin.
Ev nerîna Yaşar Kemalî şaş e. Ev nerîna, kurdan bi neteweya tirk re wekhev nabîne. Ev nerîna tirkan desthilatdar û rêvebir, kurdan bindest û yên tên rêvebirin qebûl dike.
Kurd netewek in. Welatê wan Kurdistan hatiye parçe kirin. Kurd dixwazin, ku qasî tirkan û neteweyên din desthilatdar bin. Ew jî serbixwe û azad bin. Ew jî dixwazin ku li welatê xwe desthilatdar bin. Ji dewlemendiya welatê xwe re xwedî derkevin. Lê Yaşar Kemalî li dijî mafê desthilatdariya kurdan e; mafên kurdan bi ziman û çandê sînor dike. Ev ne heqê wî ye. Ew wek kurdekî li ser navê xwe bes daxwaza ziman û çandê dikare bike. Lê nikare ku li ser navê hemû kurdan teserrûfê bike û mafên kurdan yên neteweyî û desthilatdarî nepejirîne.
Yaşar Kemalî kurdan teref qebûl nake…
Ji bona ku Yaşar Kemalî kurdan wek netewekî terîf nake û pirsa kurd wek pirseke neteweyî napejirîne, ji bona vê jî, di çareserkirina pirsa kurd de û li ser mafên kurdan gengeşîkirinê de kurdan teref qebûl nake. Dîbêje ku dewelet yekalî dikare pirsa kurd çareser bike û mafên kurdan bide.
Divê baş bê zanîn ku di çareserkirina pirsa kurd de, du terref hene. Terefek kurd in û terefek jî tirk in. Tirkan, dewleta wan temsîl dike. Kurdan jî, tevgera wan û rêxistinên wan temsîl dike. Li dinyayê û li Filîstînê çawa ku du teref hene, di pirsa kurd de jî du teref hene.
Yaşar Kemalî ji bona ku bi Komara Tirkiyeyê û bi felsefeya M. Kemal Ataturkî ewqas bawer e, ku dibêje dewlet dikare vê pirsê çareser bike. Lê baş tê zanîn ku dewleta tirk 100 sale ji bona ku pirsa kurd çareser nebe xebat dike; asîmîlsayon û jenosîda kurdan dimeşîne. Ji bona ku neteweya kurd ji holê rabe xebat û hewil dide.
Di encamê de ez dikarim bibêjim, ku Yaşar Kemalî û kesên wek wî, divê li ser navê kurdan qise nekin. Lewra ew hîn di kurdbûna xwe de ne zelal in û hîn li terefa kurdan jî nînin.  Ev xwediyê maf nînin ku neteweya kurd wek netewekî duyem û girêdayî bibînin û li dijî desthilatdariya kurdan derkevin. Serxwebûn û azadiyê ji bona neteweya kurd maf nebînin. Dema ew kesan ji bona Filîstinê nerînên xwe diyar dikin, gelek bi hêsanî serxwebûn û dewletbûna Filîstinê diparêzin. Lê dema ku ji kurdan tê qal kirin, li dijî desthilatdarî, azadî û serxwebûna kurdan derdikevin. Ew ne heqiyê jî û ne rast e jî.
Amed, 28. 07. 2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark