Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: ÊZÎDIYÊN CIZÎRÊ; Tirbespiyê, Amûdê, Serê kaniyê û Hesekê - 3 -

 


Konê Reþ
(Lo lo Hey lo lo.. Edûlê dibakê; de werin, werin gelî hevala, gelî hogira! Em ê duakê ji rebê xwe bikin; îsal payîzxêr zû li welatê me biketa, giya bibûna çar tiliya, na welleh çar buhista… Selefa siwarê Derwêþê Evdî hatiba devê konê bavê min keçikê birawesta, Derwêþê Evdî tasek ava cemidî ji min bixwesta... Ji kêfa ji eþqa, ji leza xirxalê lingê min bifirya, bazinê destê min biþkesta… Ez ê çûbama ber kunê ava nîvê þevê, tasek ava cemidî, qerisî bidagirta, çireçira þîrê xav ji sînga xwe bidota, destê xwe bavêta bêrîka xeftanê Þamgeylanî, çengek þekirê xiloxavî li nav bixista… Bi destê rastê, rahiþta tasa avê, bi destê çepê jêre kiriba kemberbesta… Min ê ew tasa cemidî hêdî, hêdî biriba ji ezîzê dilê xwe re, daba desta… Bera hingî Derwêþê Evdî çavê xwe li min biþkenanda, lêvên xwe li min bigezta… Hingî mirad û meqsedê min li dinyayê çibûna, min ê ji nûka ji rebê xwe bixwesta…) 


3 - Êzîdiyên  Devera Serê Kaniyê:
   Wek ku me di beþê pêþîn de da zanîn ku, Beriya Mêrdînê ji çemê Ceqceq ta bi Çemê Zirganê, di ber sînorê Sûriyê û Tirkiyê re dirêj dibe. Ango ew cihê ku ev eþîrên kurdan lê akincî ne; Pînar Alî(Temikî, Bûbilanî û Mêrsinî), Deqorî, Milî( Milanên Xidir Axa an Milanên Mezin), û Kîkî bi tev berên xwe ve. Belê ji çemê Zirganê û ber bi rojava ve, dibe deþta Wêranþarê, ew jî cihê rûniþtina du eþîrên kurda yên mezin e; Xelecan û Milanên Paþê. Gelek kalemêrn herêmê yên ku min ew dîtin, li gor ku ji bav û kalên xwe sehkirine, ji min re gotin: Ji Cizîra Botan ta bi çemê Zirganê jêre dihat gotin Botan û ji çemê Zirganê û Girê Mîr, rojhilatî Serê Kaniyê, bi dor 20 k m ta bi rojavayî Serê Kaniyê bi 22 k m, jêre dihat gotin Milan û deþta Wêranþarê. Wek ku diyar e, herêma Wêranþarê, qelaçê Hilêliyê û derdora Ûrfayê ji sedê salan ve, cihê van eþîrên Kurdan yên Êzîdî bû; Dena, Xalta, Þerqiya û Sûaniya. Mirov dikare bibêje ku bêtir cihê Eþîra Dena bû. Belê ji ber fermanên fermî ji rex Osmaniyan ve, ji ber xela û cefayê ve, ji ber þerê êlitiyê ku di navbera kurdên Êzîdî û erebên misilman yên eþîra Gêsan de diqewimîn, gelek ji Êzîdiyên herêmê tarûmar bûn; hin ji neçarî ji cihê bav û kalên xwe koçber bûn, ber bi rojhilat ve, xwe li çiyayê Þingalê û Kurdistana baþûr girtin, hin ber bi rojava ve, xwe li çiyayê kurmênc girtin, hin ji ber zilm û zorê bûn misilman û hin di beriya Mêrdînê û Wêranþarê de belav bûn.. Xwe di nav eþêrên Kurdên misilman de parastin û bi taybetî di nav Eþîra Milan de, bi herdu beran ve, Milanên Xidir Axa û Milanên Paþê, ku piraniya wan roja îro dibêjin em Milî ne… Erê, roja Îro gundên wan di nav gundên Ereb û Kurdên misilman de belavin.
   Li Beriya Wêranþarê, gundê Xirbê Betanê, gundê herî rojavayî Serê Kaniyê ye, min ji kalemêrekî Êzîdiyên Xalta pirsî: Hûn ji kengî ve hatine vê beriyê? Bi keser li min vegerand û got: Bersiva vê pirsa te zor çetîne.. Ez jî nizanim em ji kû hatine… Tiþtê ez zanim ku em li vêr çêbûne, lê bav û kalên me li gelek devera geriyane ta ku gîhan vê deverê... Çima em belav bûn, hatin kuþtin û qirkirin çima..!! ez jî nizanim…?!!
Ji gundên Êzîdiyan yên rojhilatî Serê Kaniyê evin:
Can Temir:  Gundê Êzîdiyên eþîra Xalta ye. Li ser çemê Circibê mezin e, rojhilatî Serê Kaniyê ne bi dor 18 k m an. Hejmara malên gund dor 35 malî heye. Þêxên wan mala Þêx Eyoyê þêx Sado ne. Pîrê wan Hesen Mema ne. Mixtarê gund Xelîlê heso ye. Goristana wan mezine, ji gelek gudan miriyên xwe lê vediþêrin, dor 500 m dûrî sînorê tirkiyê ye.
Zêdiyê: Ew jî gundê Êzîdiya ye, yên eþîra Xalta, dor 500 m nêzîkî Can Temir e, dor 25 malan lê heye.
Þekiriyê: Gundê Êzîdiyên eþîra Xalta ye. Nêzîkê gundê Can Temir e. Gundê Fewazê Temê, mala Reþê Bûbê û mala Seîdê Silo ye, dor 22 malan li gun heye.
Til Beyder: Gundê þêx Hesenê þêx Hemûd e, temenê wî di ser 80 salî re ye, ew þêxê Êzîdiyên Þerqiyan ê Serê Kaniyê bi tevayî ye. Tenê 6 mal li Til Beyder mane..Ew jî Þerqiya ne.
Mirêkîs: Bi tenê 2 mal lê mane, yek ji Xalta ye û yek ji Adiya ne.
Derdara: Bi tenê 6 mal lê mane, ew jî Þerqiyane ji berî Merwana, wek mala þêxê Biro..
Cahfa: Dor 10 malan lê maye, ew jî Þerqiya ne û ji van beran e: Qopana, Bilika û Merwana wek mala Idoyê Mistefayê Sîno.
Til Sexir: Gundê eþîra Xalta ye, dor 15 malan lê maye, xwediyên gund mala Mioyê Hiço ne, þêxên wan mala þêx Eyoyê þêx Sado ne, goristana wan li gundê Zêdiyê ye an li gundê Can Temir e
Lizge: Gundê mala Hesenê Xabûr e, 5-6 mal lê mane, ji eþîra Maseka ne.
Esediyê: Li baþûrî Serê Kaniyê, ser riya Til Temir bi dor 10 k m ye, piraniya gund ji eþîra Xalta, Torina û Bilika ne, Gundê Biroyê Brahîm û Eyoyê Semo ye. Belê ji gundên Êzîdiyan yên Rojavayî Serê Kaniyê evin:
Xirbê Betanê: Dor 22 k m rojavayî serê Kaniyê ye, 3 k m dûrî sînorê tirkiyê ye û 55k m dûrî bajarê Wêranþarê ye. 10 malên Êþîra Xalta lê hene, ji berê Milika ne, ji malbata Sînoyê Birhê ne. Niha Zeîmê Sînoyê Birhê mezinê gund e. Þêxên wan mala Eyoyê Sedo ne, niha kurê wî þex Brahîmê þêx Eyo ku li gundê Til Tewîl dimîne þêxitiya wan dike. Goristana wan li gundê Til Xenzîr e.
Til Nayif: Ew jî tev ji eþîra Xalta ne, ji berê Ecac in, malbata Dirêyê Sîno ne. Dor 7 malan lê maye, þêxên wan eynî þêxên mala Eyoyê Sedo ne û goristana wan li eynî gund e.
Til Xenzîr: Bi tenê malek Xaltiyan lê maye, ew jî ji berê Þadka ye, ji malbata Ehmedê Nayifê Hûtê ye.
Qîzê: An Ebû Ceradê, herdu yek gundin. Gundê mala Îbrahîm Paþê bû.. Berê dor 20 malên Êzîdiyan lê hebûn, lê niha kavil e, kes lê nema ye, piraniya wan çûne Elmaniya û Serê Kaniyê.
Tilêliyê: Xelkên vî gundî ji van berên Þerqiyan pêk tên; Qopanî, Adiya, Merwana, Torina, Milikan.. Dor 10 malan lê mane. Ji malmezinên gund yên berê mala Eyê Xilê Hesen bûn, ew jî dibûn ji torin û pismamên Derwêþê Evdî axa. Goristana wan li gundê Derdarê ye, rojhilatî Serê Kaniyê, li ser çemê Circib. Goristana Derdarê a Êzîdiyên Þerqiya bi tevayî ye. Þêxên wan mala mala þêx hesen in li gundê Til beyder.
Li Serê Kaniyê jî dor 30 malên kurdên Êzîdî hene, mala þêx Hesenê Hemûd, ji gundê Til Beyder  wek þêxên Þerqiyan yên Serê Kaniyê têne naskirin.
Çavkanî:
- Þêx Hesenê Þêx Hemûd: Di sala 1929 an de li gundê Qûliyê çêbûye, roja îro ew þêxê olêye ji eþîra Þerqiyan re a Serê Kaniyê. Kurê wî þêx Xelefê þêx Hemûd pêre alîkariye dike(1956 li Til Beyder çêbûye), hem jî Cemîla Heydê, kebaniya þêx Hesen, di warê Êzîdiyatiyê de pir jîr û zana ye, temenê wê dor 75 salan heye. Ez ji sihbeta wê têr nebûm… Til Bêder roja 26/06/2009.
- Zeîmê Sînoyê Birhê: Ji eþîra Xalta ye, sala 1954 çêbûye, niha li gundê Xirbê Betanê dimîne. Xirbê Betanê roja 26/06/2009.
- Hecî Mehmûdê Xelef: Misilman e ji eþîra Kîka ye, sala 1950 li gundê Qereqûbê çêbûye, niha mala wî li Serê Kaniyê ye. Serê Kaniyê roja 26/06/2009.

4 - Êzîdiyên Devera Hesekê:
   Êzîdiyên devera Hesekê dikevin orta Beriya Mêrdînê, ango navbera bajarê Mêrdînê û çiyayê Ebdulezîzê… Ew jî wek Kurdên Êzîdî yên mayî, ji neçarî, xwe li vê Beriya Mêrdînê girtine.. Xwe lê parastine û gund ava kirine.. Bi taybetî piþtî mirina Ibrahîm Paþayê Milî di sala 1908 an de, li gundê Sifeya, (bakurî bajarê Hesekê bi 20 km), û herifandina hevbendiya Milanên Paþê di sala 1919 an de.
   Mirov dikare bibêje ku, bi dagirkirina Fransizan ji Cizîrê re, konê aramî û tenahiyê bêtir ji berê hat vegirtin, û wiha Kurdên Êzîdî, ji êl, eþîr û beran, gelek gund di devera Hesekê de ava kirin.   
Gundên devera bajarê Hesekê evin:
Bor Seîd: Gundê Evdiyê Biro ye, Sûanî ne, bi tenê 9 mal di gund de mane.
Xirbet Dîlan: Gundê mala Hemê Bêþo û Xelefê Silfîc e, Sûanî ne, dor 17 malan lê maye.
Meik: Gundê Ezîzê Lihêb e, Sûanî ne, xelkên wê mirîdin, 12 mal di gund de mane.
Hêþerî: Gundê Biþarê Mihemed û Nayifê Sedo ye, Suanî ne, gundekî têvel e, bi tenê 15 mal di gund de mane.
Avgîra: Gundê mala Elîkê Evdî Gurî ye, Xaltî ne, þêxo Bekira ne, bi tenê 6 mal di gund de mane.
Xirbet Cemel: Gundê mala Tozo ye, ew ji eþîra Xalta ne, þêxên wan, þêxê þêxo Bekira ne, bi tenê 20 mal li gund mane.
Morîk: Ev gund jî yê mala Miçhimê Eyo ye, axayên Þerqiya ne, ji pismamên Derwêþê Evdî axa, bi tenê 7 mal lê mane.
Nasiriyê: Bi tevayî ji eþîra Þerqiya ne, gundê Hemê Ehmedê Eyo ye, axayên Þerqiya ne, ji mirovên Derwêþê Evdî axa ne, niha bi tenê 7 mal lê mane.
Enteriyê: Tev  ji eþîra Dena ne, gundê Elyasê Ûnisê Memê ye, bi tenê 10 mal lê mane.
Mehmûdiyê: Gundê Emînê Sefer e, Xaltî ne, berê 6 malên wan lê hebû, niha vala ye.
Gir Reþ an Til Eswed Xerbî: Gundê Ehmê Biro ye, Denî ne, bi tenê 8 mal li gund mane.
 Gir Reþ an Til Eswed Þerqî: Gundê Eyê Memûd e, Eþîra Reþika ne, 12 mal lê mane.
Qumer Xerbî: Bi tevayî  ji eþîra Dena ne, gundê Heso Hecî Reþo ye. Bi tenê 20 mal lê mane.
Qumer Þerqî: Gundê Dawidê Elê Memê ye, ew jî Denî ne, bi tenê 7 mal lê mane.
Cidêdê /1: Du Cidêdê hene, herdû jî yên malbata Kuçûkê Elone, eþîra Dena, bi tenê 8 mal li vê Cidêdê mane.
Cidêdê / 2: Gundê Salihê Hesenê Kuçûk e, bi tenê 6 mal lê mane.
Til Têr: Gundê Derwêþê Þêxê Heso ye, 20 malên Dena lê mane.
Xirbê Þadî: Gundê mala Celo û Bekiro ye, Suanî ne, bi tenê 12 mal lê mane.
Berzan: Gundê Evdê Kelo ye, 25 malên Sûaniyan lê heye, hin malên Ereba jî lê heye.
Zêdiyê: Gundê Ibrahîmê Hisên e, bi eslê xwe Pîr e, Ji tev eþîran lê heye, di ser 90 malên Êzîdiyan dig und e heye.
Tolko: Gundê Kemalê Xelefê Þelaþ û Eliyê Nemo ye, Þerqî û Xaltî û Þêx in, hejmara daniþtiyên gund di ser 85 malî re heye.
Til Tewîl: Gundê Þêxê Mûsê ye, ji tev eþîr û beran lê heye, hin Ereb jî lê hene, hejmara malên Êzîdiyan di ser 40 malî re heye.
Silêmanî: Gundê Dawê Himûd e Bi piranî ji eþîra Dena ne, di ser 90 malên Dena dig und de heye di gel çend malên Ereba.
Xirbê Xidir: Gundê Nimanê Oso ye, þêxê Þêxo Bekira ye, Xaltî ye, 10 mal dig und e mane.
Tiwêne(Toq Elmilih): Bi tenê 6 malên Þerqiyan lê mane, ew jî mala Xelefê Cello ne.
Xêbiþ: Bi tenê malek lê maye, ew jî mala Hesê Hisên e.
Til Temir: Bi tenê malek Xaltiya lê heye, ew jî mala Xidirê Emîn e.
Hesekê: Di bajarê Hesekê de, jî dor 100 malî heye ji þêx, mirîd û pîran, ji tev eþîr û berên Êzîdiyan lê hene. Li Qamiþlo jî dor 30 malên Êzîdiyan heye.
   Goristana Êzîdiyên Þerqiyan yên devera Hesekê li gundê Tolko û Avgîra ye, lê guristana Êzîdiyên Xalta yên devera Hesekê li Gundê Gir Reþ e û a wan li devera Amûdê li gundê Gundor e.
Paþgotinek pêdivî:
   Ez ne bawerim ku di dinayê de, fermanên tevkujî an cenasid an enfalkirin berî ferman û tevkujiya Kurdên Êzîdî bi pilan, rêk û pêk  derketibin.. Ew fermanên ku ji orta çerxê 16 an ve, bi rengekî fermî destpêkirine û wiha 72 an 73 farmanên cenasîdî bi ser gelê me Kurdên Êzîdî de hatine.
   Ola Kurdên me yên Êzîdî, ji kevntirîn olên dinyayê ye.. Oleke kurdî a orjînal e.. Dûa û limêjkirna vê olê bi zimanê Kurdî ye.. Ev ol bi koka xwe li olên Hindo- Îranî yên Mezopotamyayê ye vedigere.. Oleke xweristî û serbixwe ye.. Kevnetorekî oldarî yê taybet pê heye, ew jî bi zimanê Kurdî ye.. Lê mixabin ev ol ta roja îro di gerînokeke vaþartî û ne beyan de dijî û ji ber ku olek devikî ye, bi tenê di sînga Qewal, Pîr û Þêxan de maye parastî.. Cihê daxê ye ku ji pirensîbên vê olê, destûr nine ku kes bibe Êzîdî..! Ango, ne oleke belvbûnê ye.. Ev yek jî bûye sedemek bingehîn ku þerê wê bibe û bi demê re, di nav olên din de bihele û winda bibe..
   Ez wek nivîskarekî kurd, parastina vê olê ji mercên sereke dibînim, hebûna wê, hebûna kurdewariya resen e.. Bi saya qewil, beyt û duayên vê olê, gelek ji gotinên me yên orjînal, ji talanê hatine parastin û wek ku hûn tev dizanin; ziman, þertê hebûna gelan a pêþîn e… Qedexekirina vê olê, qedexekirina zimanê Kurdî ye û parastina wê, parastina kurdewariya resen e...
Çavkanî:
- Þêxmûsê Hisênê Ûso: Xaltî ye, sala 1917 an li gundê Seyrekê, wîlayeta Diyarbekir çêbûye, niha li gundê Tolko dimîne. Roja 02/07/2009.
- Nisoya Doþê Reþo: Denî ye, sala 1935 li navça Amûdê çêbûye, kebaniya Þêxmûsê Ûso ye, li Tolko dimîne. Roja 02/07/2009.
- Elyasê Þêxmûsê Ûso: Xaltî ye, sala 1955 li gundê Gumer Xerbî çêbûye û niha li gundê Tolko ye. Elyas di ware eþîrên Êzîdiyan de pispore, li gor zanebûna xwe dizane kijan eþîr ji kû hatiye, ji kîjan berî ye…Roja 30/06/2009 û roja 02/07/2009.
- Ebdoyê Eliyê Biro: Þerqî ye, sala 1933 an li gundekî devera Wêranþarê çêbûye, niha li gundê Tolko dimîne. Roja 02/07/2009.
- Sibhiyê Mihemed: Dengbêjekî gelêrî ye, ew ji eþîra Þapezniya ye, di sala 1947 an de, li gundê Þewitî, nêzîkî Qamiþlo çêbûye û lê akincî ye. Min ev perçe strana Derwêþê Evdî di roja 01/06/2009 an de, ji zardevê wî girtiye.
 
   Konê Reþ         Qamiþlo   12/07/2009



Hemê Eyo, mezinê êzîdiyên þerqiya û pismamê Derwêþê Evdî, berî pêlekê koça dawî kir


Þêx Hesenê Hemûd, Þêxê êzîdiyên þerqiya  li Serê Kaniyê, gundê Tilbeyder


Evdoyê Eliyê Biro, mirîdek ji êzîdiyên Hesekê


Þêxmûsê Hesenê Îso û kebaniya xwe Nasoya Doþê Reþo ji gundê Tolko

 
Þêx Hitoyê Þêx Cindo û Kebaniya xwe Heyata Siyar Beg ji malbata Mîra, li gundê Qizlaçoxê

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark