Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Kovara W Hejmara Tîrmeh-Gelawêja 2009’an Derket

 


 Ji edîtor Yek ji fikirdarên psîkanalîzê Jacqûes Lacan dibêje ku  “dema tiştekî ku tê xwestin winda bibe mirov xwe diavêje bextê peyvan û heke cîhana dora me bi tiştên ‘pêwîst’ hatibûya avakirin dê pêdiviya me bi peyvê nemabûya. Cihê ku windabûn tune be dê ziman jî tune be.” Em jî li ser fikra wî dikarin bibêjin ku, îro roj pêdiviya me kurdan bêtir bi ziman û peyvê heye. Ji ber ku ziman/peyv element û elameteke sereke ye. Dema ku ev element kêm be êdî di giyan û enerjiya netewe yan jî mirovan de qelsî û bêtaqetiyên irsî dest pê dikin, ku ev jî elametên nebixêr in. Berovajî vê yekê dema ku elementa ku navê wê peyv e di giyan û enerjiya netewe yan jî mirovan de têra xwe hebe êdî elametên pirberiyê û xêrê xwe didin der.


Em kurd; di warê kabavêtina bi cîhanê re hê jî mirarokî ne, di warê serbestî û azadiyê de hê jî hefsarên revoyên me bi destên me neketine –  hefsarên ku ketin destên me tîbûna me ya azadiyê şikênand lê piştî vê tînşikênandinê ji me re seansên xwêyxwarinê li dar dixin. Va ye li ber çavan e li başûr kurmancî êdî ji dêmariyê ye. Kurd bo hejarbûnê dibêjin; “filankes ketiye ber destê ap û amojinan”. Lê êdî kurd ketine ber destê birayan û kakayan -, erê di warên hunerî de kurd êdî cilika xwe ji avê derdixin, lê dîwana cîhanê bi berhemên me qanih nabe. Sedema mirarokîbûn, bidestnexistina hefsaran, berhemên nanozikoyîbûna me ev e ku, vîtamîna me ya peyvê kêm e. Ger vîtamîna me ya peyvê xurt bûya dê bîra me deforme nebûya, em ê li winda û berzebûnên xwe negeriyana. Ji ber ku windabûnên me hene divê zimanê me bêtir ji heq bê der, ji ber ku windabûnên me gelek in û em dizanin ku ziman saziyeke mezin e û mirov di bin siya zimên de disitre û mirov nikare xwedîtiyê li zimên bike jî, divê em kurd li zimanê xwe yê ku xwediyê me ye xwedî derkevin. Di vir de mebesta me ew e ku em ji nasîna tu gelî, newal, zozan, kendalên zimanê xwe nemînin.
Di vê hejmara me ya havînê de me xwest em li helbest û bindestbûna xwe bipirsin. Di çarçoveya helbest û bindestiyê de me dosyeyeke bi navê “di helbesta kurdî ya nûjen de êşa bindestiyê” amade kir û me xwest êdî bila serê keçel di binê kuman de neyên veşartin. Em karibin heftokên di dawa xwe de ro bikin da ku em û helbest û bindestiya xwe li hev mikur werin. Di şêwaza dosyeyê de jî em vê bibêjin; me ji helbestkarên xwe Arjen Arî, Berken Bereh, Kawa Nemir, Îrfan Amîda û Welat Dilken deh pirs pirsîn û bersivên pirsan di binê pirsan de nivîsî da ku nîqaş karibe bêtir gur bibe û bersivên pirsan bi hev re ahengekê jî saz bikin. Ji xeynî vê jî helbestkar Dîlber Hêmayê jî di çarçoveya pirsên me de nivîseke serbest li dosyeyê nivîsî.
Di hejmara me ya 25’an de me ji bîr kiriye ku em navê wergêrê çîroka bi navê “Dilê çîrok-bêj” ya Edgar Allen Poe binivîsin, wergêrê çîrokê Ergîn Opengîn e. Dîsa di hejmara me ya 26’an de li ser bergê navê Yaqob Tilermenî wekî Yapop Tilermenî hatiye nivîsîn. Em lêborîna xwe ji nivîskar û xwendevanên xwe dixwazin.
Dîsa di vê kelekela germa havînê de em hêvîdar in ku aştiyeke mayinde pêk were, bila roj berî rojekê xwîna ku diherike bisekine, bila êdî kurd jî karibin bi aramî pariyek nan bixwin, xema wan a girtin, kuştin û îşkenceyê tune be. Bila aştî were, em jî karibin ji van giriyan aş bibin
Wekî xwendevanên me jî dizanin Kovara W di her hejmarê de dosyeyekê amade dike û em niha didin xuyakirin ku mijara dosyeya me ya Rezber û Kewçêrê jî “Cegerxwîn” e.
Di vê kelekela germa havînê de bimînin di xweşiyê de…
Naveroka Kovarê
*Ji edîtor / 2
* Gulan - Fewzî BÎLGE / 3
* Şîtik - Jaro DIHOKÎ / 5
* Bistrîne rêwîtiya dengê min -Îlhan Samî ÇOMAK / 6
* Kanê - Mehmet DEVÎREN/7
* Guldesteyek helbest - Zekî KAYAR / 8
* Quling û şimşal - Cîhan ROJ / 9
* Demokrasî - Dilşêr BÊWAR / 10
* Hinar - Ehmed TARÎ / 11
* Tasek ava serêkaniyan  - Selahattîn ÇAM / 16
* Çavekî min girtî û deriyekî vekirî - Şivan AR / 18
* Min çima celad daf da - Edîp POLAT / 19
* Bêrî rondikên ji agir dibarînin - Dîlan AYDIN / 22
* Ax lawo! - Behlûl ZELAL / 23
* Hejîr - Feratê DENGIZÎ / 25
* Du kurteçîrok (Damla, Kêlik) - Memê ŞIVAN / 26
* Dendikên zebeşên tehl - Îrfan AMÎDA / 27
* Mişextiya çîçekên dil - Mehmûd BADILÎ / 28
* Dûr Mihemed RONAHÎ / 31
* Dosye - Di helbesta kurdî ya nûjen de êşa bindestiyê / 32
* Haveynê helbestê êş e - Dîlber HÊMA / 57
* Helbesta kurdî, êş û bindestî  - Guftûgo: Arjen ARÎ, Berken BEREH, Kawa NEMIR, Îrfan AMÎDA, Welat DILKEN / 36
* Ez û helbest - Hejar MUKRIYANÎ / 51
* Xemzexan - Elîxan LORAN / 53
* Ziwan û şar - Xoser WELAT / 54
* Şiyayîş - Nesrîn NAVDAR / 55
* Romanên Herlequînê - Mizgîn RONAK / 56
* Şivanê Kurmanca û di warê biwara modernîteyê de nêrînek... - Dilawer ZERAQ / 61
* Ew - Li Hekariyê demsalek - Ferîd EDGU / 65
* Carina mirov xwe jî dikuje II - Hevpeyvîn: Şener OZMEN / 71
* Xêz  / 80
Navnîşan: Kalem Sk. No: 32 Huzurevleri
Kayapınar/DIYARBAKIR

Tlf/Faks
(0412) 237 43 16

E-Mail
kovaraw@yahoo.com
kovarawe@hotmail.com

WEB
www.kovaraw.com

Şertên Abonetiyê
Nava Welat, salek: 25 TL
Welatên Dereke, salek: 70 EURO


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark