Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: XEWN

 


 

Hilbîn Muhemed Baqir

Çar tîp
x…e…w…n
(x) ji xweliya xewnên sipêdeyan
(e) ji eza ehrîmen
(w)ji wahid û ehed
(n) ji nûn û elqelem û ma yesterûn


Çar tîp:
Di rawestana demî de livîn
Di naxê min de
Xeware bûn
Wek hafzekê serbilind,bi destên nizim
Ez lêgeriyam
Min dît…û
Min nedît!
Her tîpek bû pelek
Her pelek bû gulek
Her gulek bû dilek
Devê min germ bû
Û ez di navbera xwe û te de,
Hêj aþî dihêrim
Hêj di eþqa xwe de dihêrim
Hêj li çar tîpan digerim
Car ew min digerin,
Car ez wan digerim!
Û di henasedana min de,
Îblîsê mîhredar fetisî
Ji hingê were em li kesekê digerin
Em gunehan bikin situyê kê de?
Dalxeyên kê lêbidin
Gunehek têra dozexê dikit
Dalxeyek têra beheþtê dikit
Tu bêjî dozex yan beheþit
Têra çar tîpan bikit?
Te ne gotibû min,
Hevsarê min werîse
Te negotibû min netirse
Te negotibû xewn li vî welatê virtûvale harame,gunehe,pîse!?
Kesê negotibû min guneh çi ye?
Kesê negotibû min haram çi ye?
Kesê negotibû min pîs çi ye?
Çawan gunehe û
Her tîpekê çend caran ez mirandim
Her tîpekê çend cara ez giriyandim
Her tîpekê çend cara li asmanê bê gunehiyê ez firandim
Çawan harame û
Her tîpekê çend stêr li þevistana min çirisandin,
Her tîpekê çend dergeh li piþt min li taq hêlan,
Her tîpekê çend dîwar li ber gavên min herifandin?
Çawan pîse û
Her tîpekê deriyekê di lepê min de meyand,
Her tîpekê erþê xwedawendiya min hejand,
Her tîpekê telqînek li ser kêla serê min xwend?
Her tîpek bû agirek
Her agirek bû rojek
Her rojek bû qiyametek
Belê,kî dê heq û hesabê li gel min kêt?
Di bendemanê de
Û hêj tu dinêrî
Û ez dinêrim
Di nehiyê de
Hêj tu digerî
Û ez digerim
Û hêj tu radiwestî
Û ez radiwestim!
Û di rawestinê de…
Tu bi domahîk dihêyî
Belê ez
Dibim mirîd
Dibim feqî
Dibim mela
Û demê çar tîpan digihînim hev
Dibim aþiq
Û di eþqê de,
Diçim rêza pêxemberan.


Veguhastin ji pîtên erebî bo latînî
Demhat Dêrikî


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark