Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Kilê çavên keçek Kîkî?

 


 
  Lewend Dalînî
  
Gava min Xurcizînek Zêr,
Da bi misqalek ji kilê çavên te?Xeznedarê Mîrê Bota
Frotina kil sekinand?
Colîyêt xwe ji Romîyo,
Da berdan!


Zîn ji Mem Xeyidî
Edola Milî nema bi qelenê xwe
Qaîl bo;
Û nema jî stran avêtin
Ser Derwêþ!?
Xecê bû pezkovîyek;
Û Poçek li Sîamend da!?

Wexta min Xizêma te
Li cem hostakî cihuwê Esfehanî
Da çêkirin?
Kumêtê minî kab reþ
Ji deþta Rewandûzê tanî kepezê Kîkan *;
Kire du gav!?
Kewkebî Mila
Li xwe nexweþ anî?
Çaxa min Þarek kesrewanî
Li ser moda Kîkanî;
Bi gulik û gulabend
Ji tere;
Da ber fitl û badanê
Çardeh hostevan
Qederê sê miha
Kêl û zem danê
Û avêtin dised û bîst û pênc
kevrê qîmetlî Yek hebê mircanê;
Êma Hemo û Xanima Deywanî
Li cem Yezdan,
Gilî kirin?
Kêlîya te dilê min dizî?
Helbesta min ji þîr vebû;
Mijê hêsirên xwe
Barandin;
Guftûgo lal dibûn
Perav ji dêmên te;
Mat mayî diman
Û xunav li ser pelan dipûnijî!?
Sala min ramûsanek
Ji lêvên te revand,
Nexeþxanê Qamiþlo û Mêrdîn ji keçikan
Hatin dagirtin??!!....

Kepezê Kîka : Ji çiya piçûktire û ji gir mestire; gera wî nêzîkî 4000m2 dikevê nabeyna Dirbêsîyê û Serêkanîyê, lê nêzîktrî Derbêsîyê ye.
            1 ê Gulanê Sala 2009 a
      Þam
saifdaoud@yahoo.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark