Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tê bîra min lê bi çi rengî tê bîra mirov (1)

 


Siyamend Brahîm

     Tê bîra min, navnîşana pirtûka Dr Hiznî Hacoye, ew pirtûka ku ji beriya du salan ji hêla weşanxana (Avesta) hatiiye çapkirin, lê pirsa giring ew ji bo çi navnîşana pirtûkê bi vê navê hesan hatiye binavkirin?
  Gelo Eger ne ev bijîşkê ku dirêjahiya pêncî salî di nav kar û xebata polîtîkî de tuneba, ew dikare bi vî rengê han bîranên xwe binivîsandaba, 
   Tê Bîra min pirtûka bîranînên  bijîşkekî ku baş li Kurdistan û Ewrupa   geriyaye, û teqez tiştên giring û hêja dîtiye, Bîranînê wekî zinarekî nazdar hêdî hêdî bi hayedaî kêşeya bûyerên tine ser zimanên nivîser


buyer ji Alerşa û şemê (Cerahê) dest pêdike, bi rengekî hûrbînî kêşeya mendaliya xwe wêne dike, êş û şahiya xwe li pey hev digere û xwe ji  hişê vî camêrî bi rewanî diherike, An jî em dikarin bêjin ku ew dîdarê bi sedan bûyerên   balkêş bû, Lê pirsa giring ewe, eya bi çi astê ketiya mijara xwe ji dil û can û dûrî berjewendiya malbata xwe ya li Sûrî û Turkiyê ku roleke giring lîstine sekiniye?  Gelo ew dkarîbû ekam û bandora gelek tiştan xelas bibe, Gelo em kurd dikarin bi rastî qencî û ne qenciyên xw binivîsînin, Gelo em dikarin bi mêranî em rexna kesayetiya mezinên xwe rexne bikin yan na? kes dikare bêje ku  riya bavê min ne niştimanperwerîbû, û kes ji Kurdan dikare rastiya ber bi çavan binivîsîne?
 
Bi gelemperî Ez van tiştan li ser kesatiyeke taybet nanivîsînim, Lê em bivên nevên bûye û eger em vegerin (Tê bîra min)` bê heya çi astê hişê wî alîkarî pêre  kiriye û ew bûyerên giring ji bîranîna rojên xweş û ne xweş ristkiriye, gelo çiqasî mirov  tiştên qenc û pêwest di dil û wijdanê xwe de dikare veşêre, teqez ew bi temamî ew bûyer û serpêhatiyên ku di jiyana wî de çêbûye lê bi hûrbînî raxistiye, zana dibêjin:" Tiştên mendaliya me ew di hişê me de tê çesipandin".
  gelo heya çi radeye mirov dikare helewesta xwe ya rêzanî û konevanî binivîsîne, û heya çi warî dikare mirov xwe li deryayê bûyerên rêzanî û rewşenbîr bi dilekî rast û durust şaşiyên xwe rave bike û rastiya herî tehl û zilindar bêje, Gelo nivîsarê   kurd dikare ji bandor û ekama êlîtî, xelas bibe?
Dr Haco  di destpêka pêşgotina xwe de ew li ber xwendevanên xwe peyama jiyana xwe bi rengê jînengariya xwe de dinivîsînî.  
Belê Dr Hiznî bi awayekî rsat û derûneke rast dinivîsînî , sedama nivîsandina wî jî ewe " pir cuda ne  wekî mirovan xwedan dîrokeke bi şan ku roleke xurt û balkêş lîstiyne ew bi rastî dibêje" Sedema herî sereke ku hişt vêce dest bi nivîsandina bîranînên xwe bikim ev hezkirin bi zimanên kurdî ye, Gelo raste mebest û daxwaza nivîsandina van serpêhatiya tenê ji bo hezkirina zimanên kurdî bû, Ew nerîna xwe serbeste, , lê divê em vegerin sedemên ku hiştin bi tevayî binivîsîne û ewqas rûpelan dagre, ji Divê Bijîşkê me mukurr bê ku serpêhatiyên wî gelekî dewlemende, û xweş diyare ku bi sedan bijîşk hene ji wî bêtir li Ewrupa û kurdistanê geriyane lê tu rola wan yan rêzanî tuneye, Tenê ji bo xweşiya cane xwe digere, Îcar evê tenê ji bo rêwetiyê digere ew tiştekî zêdî gera xwe ya xwaringeh, û deverên entîke nikare salix bide, ê bijîşk Hiznî roleke wî xurt hebû, ew di kevçika dilê tevgera kurdî bû, bi dehan ji kesên welatpêrêz, û berpirsyarên mezin dîtîne, ew pirtûkeke pir dewlemende dîroka Kurdan ew dîdarê gelek tiştên giring li Kurdistana Îraq û Turkiya û li Sûryê û Ewrupa ku ew hemû van bûyeran nivîsandiye, ew jî tiştekî qenc û çak jê re tê tomarkirin Lê di rûpela 15 an de dibêje `` Valahiyeke mezin kete jiyana. divabû ez vê valahiyê bi xwendinê dagrim. Di ,  min Demek kurt de ez vê valahiyê dagirim . Di kêleka kitêbên Erebî de, çavên min bi kitêbn Kurdî ketin. Min berî vê çavpêketinê bi demek baş tam xweşbûna xwendina kurdî hilandibû``.
Lê digel vê sedêm de jî ku gelek çîrok û romanên kurdî û pirtûkên dîrokî wekî yê Kemal Mezher, û romana Bîra Qederê hezkirineke mezin xiste dilê wî û tiştekî dinjî balkêş ew pêwendî û têkeliyên wî bi kurapê wî (Nayif) re gelekî xurt bû, û di gelek deveran de li hev diciviyan û hezkirineke xurt çêbû.
Di gel ku Dr Hiznî li ser nivîsndina van bûyerena ji gelek pismam û hevalê xwe re xwendiye wekî Sebrî Botanî gelekî kêfa xwe did evê nivîsî ji ber ku wekî Mîr Celadet bi kurdiyeke paqij û zelal dinivîsînî, ew giş doza berdewambûna van serpêhatiyan, Lê birastî ew bi zimanekî xurû safî û baqij nivîsandiye û mirov nahêle dev ji xwendina van bûyeran bernede, û hêdî hêdî van kes û herêman nas bike.
Ew hêdî hêdî li ser rojên gund disekine, (Alareşa) bi germahiyeke bê sînor lê dibane ew bi ekameke nazenîn şîneke pêtdar dide can û giyanê wî, ,  gola çiqasî genî bûna gola gund tev rêxa gamêşa bi wî xweşe, nêçîra masiyan, pengê nêçîrê, zordestiya ji birayên xwe didît lêdana mamostyê gund , helbet ev koça han nayê ji bîrkirin nemaze ew radyoya ku êvarî hemî gundî li ber diciviyan, û diçûn cihaneke din ew jî London bû, Li vir Dr Hiznî mukur tê û dibêje: "Demên vê sala pêşî ya xwendinê pirtir ji yên salên pey re di hişê min de mane"
Lê li vir ez ne bi ew şirovekirina dûvdirêj, nemaze ji wan peywendin kesayetî di navber wî û birayên wî de ew pir dem xwariye, di nerîna min de ne gelekî pêwest bû.
Lê li vir ez dikarim bêjim ku hişê bijîşkê me gelekî alîkarî pê re kiriye, xurte ku bi vî rengê raxistina rojane û hûrbînî ji wan bûyeran re bi rengekî bi rêk û pêk ew bûyer wekî zincîreke bihev xweşik hastayî girêdan û ber bi gorepana bîranîna mirov de tê ev tiştê han gelekî başe…dumahî heye.
---------------------------------

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark