Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mihemedê Seîd Axa Deqorî lehengê Sînema Amûdê

 

Konê Reþ

Wek ku diyare di roja 13/11/2006 an de, 46 sal di ser þewata sînema(Azadî)re li Amûdê  derbas dibin. Ew sînemeya ku di roja 13/11/1960 î de, 280 zarokên kurdan têde hatin þewitandin û ku  ku îsal 78 sal di ser roja jidaykbûna  lehengê wê sînemê re, Mihemedê Seîd Axayê Deqorî re dibuhire.
Bi vê helkeftinê, pêwîste ku em wî bibîr bînin, çiko mirov nikare li dor bûyera sînemê  raweste bê ku navê lehengê wê Mihemedê Seîd Axa (Bavê
Fehed) ji bîr bike .


Ew di sala 1928 an de li Amûdê ji dayka xwe re çêbûye. Di eynê salê de, sînor bi rengekî fermî di navbera Serxetê û Binxetê de hatiye danîn, û fransîzan Cizîr bi tevayî dagir kirine. Di sala 1937 an de Amûdê bi firokên Fransîzan hatiye þewitandin û bavê wî Seîd Axa ji Amûdê revyaye, xwe li çiyayê Þingalê girtiye û xelkên Amûdê derbiderî mane...ji wê hingê ve ji Amûdê re tê gotin (Amûda Þewitî) an Amûda Bavê Mihemed ..
Mihemed biçûkaniya xwe li Amûdê wek ya tevî xelkên wê derbaskiriye, û çîroka evîndariya wî bi ciwneke Kurd re, bûye  perçak ji folklorê kurdî ..
Di roja 13/11/1960 î de, ango ji berî 46 salan ve, li çayxaneyeke Amûdê rûniþtî bû, jêre gotin: Agir bi sînema Azadî( ya ku tekane sîneme bû li Amûdê)ketiye ..Hingê ji cihê xwe çem bû û berê xwe da sînema malwêran, êrîþî nav rivîna agirê sînemê kir û zarok derxistin...hina jêre got:Va kurê te Fehed ji sînemê derketiye, tiþtek pê nehatiye... wî li wan vegerand û got: Tev zarokên min in....û bê hedan,  zarok ji nav rivîna agirê dojeha sînemê rizgar kirin... ta ku stûnek agirî bi serde hat xwarê û canê wî jî tevî canê wan 280 zarokên kurdan çû buhiþta rengin..Hêjayî gotinê ye ku Fehed kurê wî yê tekane ye.
Rehmeta Xwedê li canê wî û canê  tev þehîdên Kurdistanê  bibare .


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark