Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tracîdiya Kûjtara Çillkaniya Şemrexê

 


  Siyamend Brahîm
siyamendbrahim@gmail.com

Ez Li Bûyera kujtara ku li herêma Şemrexê çêbûbû gelekî êşiyam û hejandim, û bi rastî ew wekî tîrekî xedeng di kevçika dilê min de hate çikandin, û mixabin ew jî ji wê herêma mene û hem jî ji wê êla mene , Li vir mirov dixwaze rastiya tiştan ber bi çav bike, lewra ev bûyera han ne tenê bîrîneke kwîr di can ûgiyanê gelê kurdan de çand, lê ew bûyer navên kurdan bi xerabî hate belavkirin.
Û divê em bi rengekî mentiqî têkeve mijara xwe, û bi taybetî ev tevkujiya Çilkaniyan. Lê xuyaye di derûna wan de kîn û dilreşî ji kaniyan derbas kirine û mohra bê mirovatiye li pişt xwe hiştiine, Çiqsî em şermezane ku mirovên wekî van hovan li Herêma me derketine, û nav û dengê Qeza me xerakirin.


Ji roja ev kujtara ha çêbû ez li Nisêbînê bûm, hema pirraniya xelkên ku em nas dikirin  ku em ji Şemrexin, digotin hûn çi (tebana) çiqasî pileya hovîtiye li cem we bilinde, û çawa mirov bi vî rengê han mirov mirovan qirr dike, we serên kurdan tewand?!
Belê tiştê bêteşe bê çawa xwarziyê xalê xwe bikuje, û hin din jî xuhên xwe bikuje,
Ev salixdan û rewşa kirêt ku çêbû raste, lê ku em vegerin dîroka gelan, ji Ereban ku ji bona di cîrîdê de û çima Mihîna Dahis li pêşiya El Xebraa çûye çill salî dinvbera wan de çiil sa şer çêbû û hev dû qirrkirin, gelo we dîroka cihanên nexwendiye bê di şerê Mexol de bê çiqasî ji milletên kurd, Eerb, û faristan hatin kuştin,
Îcar em dikarin bêjin ku li cihanê dîroka tu milletan nepaije, Gelo Hitler bi millyonan ji Cihûyan xiste firnan û ‏şewitandin,   heta bi Capon destê wan tev di xwîna çîn de mohurkiriye. Belê ev kûjtara ha, di riya xiniziyê de û rijandina xwîna sor navnîşana hovîtiyê ye.
Lê mixabin ez çûme nêzîkî wî gundî bûm, û pismamên min nihiştin ku ez ji nêzîk ve bibînim, û hîn tiştê nependî û dehkeriya ku ragihandin belav nake bibhîzim, lê tirsa ku mirovên min gotin tu  rojnemevanekî ji Sûryê ye , û berê rûpelên Kurdên Sûryê li cem Turka nepaqije, loma bi xurtî li ber daxwaza min û çûnê rawestîn,
Lê tiştekî din jî heye hez dikim bêjim ku pirraniya ragihandinên Turkan nûçe, hevtîtinê bi xwedanê kuştiyan re, ew gelek caran dubare dikirin ., û li ser karên hovîtiyê teqez dikirin, xuya ye ku ew bi dehan ji qirrkirina kurdan ji bîrakirin, hema ya nêzîk ji şoreşa şêx Se''''''''''''''''îd û heya roja îro ew dikrin ev karên xwe yên kirrêt veşêrin, û cardin ez dibêjim û cihan tev li ser kujtara millyoneke Ermnî yên bêguneh û sivîl û qirkirina wan dîdare.
Di vir de ez hez dikim hinekî agahî û li ser riçên(cizûr) vê malbata û bûyerê binivîsînim, lewra nivîserekî ji herêma me Şemrx ew jî berêz (Çiya Maz) gotareke wijdanî û fireh û balkêş di malpera (Avesta) de weşandiye, û gelek agahî û zanînên fireh şirov kir,  ku tu kes wekî  nizane şirove bike, li vir ez jî hez dikim ku hîn xalin din jî zêde bikim, çend tiştên balkêş û xweşik şirove bikim. Ew dibêje  Eslê mirovên vî gundî ji gündekî Şemrexa Çiyayê Mazî hatine. Ev gund ji 15 salan vir ve ye cerdevan in. Ev cerdevan jî ne hinekî wisa bi henek bûn. Ev herêm (ji Şemrex heta Mêrdîn) di bin bandora wan de bû. Ez dikarim bibêjim ku wan 10 carî li
Belê wekî berêz nivîser (Çiya Mazî) gotiye raste, lê riçên vê malbatê ji gundê (Helêlaye) Ango ev malbata ku dawî ev komkujiya dawî kirin.
Û ew bûbû demekê dirêj ku ji (Helêla) koçbarkirina ango nêzîkî 70 salan çûne wî gundê (çillkaniyê) û li wir berra xwedanê gund dane û ji xwe re  cihên wan zftkirin, îcar ew malbatên Şêxan mecbûr mane û ji bo şerr gûr tir nebe û bêtir neyên kuştin, îcar ew malbata ku ên
Şêxan kuştin û dosa wan girtin pir xwe dîtin, heya ku boriyê Petrolê vekirin û û petroz ji xwe re difrotin, piştre ev malbata dawî hatin, ûev komkujiya mezin a hovîtî kirin. eva ha min ji devê xelkêê Mazidaxiyan bihistiye lê mamoste (Çiya Mazî) bi rengekî firehtir nivîsandiyeû dibêje

   Ev bû 15 sala ku ev herêm ji Şemrex heta Mêdînê dibin destên van cirdevanan deye Belê ev ji aliyê dewleta Turkan, û ji hêla van cirdevanan li ser Kurdan kar û lîstikekî pir mezin bû kirêt bû. Û li vir ez hez dikim bêjim ku Şemrex navçayeke xweşe, û bi dehan ji şehîdan û heya niha bi dehan ji niştimanperweran dizindana de girtî mene, wekî Ehmed Zîrek beriya şend salan cîgerê (Osman baydemîr), û ji wî gundî bi xwe malbateke di hêla niştimanperweriyê û zanina ola misilmantiyê de mala Seydayê Melle (Eburezaq Ê Helêlî), û Hecî Brahîmê Şemrexî ku li herêma Dirbêsiya Sûryê bi ol pakî û zuhda xwe bi nav û denge, û em jî neviyên wî ne, û bi  bi dehan ji xortan me yên nivîser û rewşenbîr.bijîşk û endezyar derketine.
Lê di vir de em sûcê mezin didin desthilatên Turkan ku ew van cirdevanan xwedî dikin; û li gor rojnamên Turkan dibêjin nêzîka 55 hezar cirdevan pere ji hukumetê distînin?!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark