Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Nameyek ji xwedawend re

 


Ji kurte çîrokên- D.Sena Kamil Þeelan
Wergerandina :Beþîr Mele

Kêmin ewên ku wêrin xwedawendan þermezar  bikin, belam ew ji mezintirîn xwedawend Ziyos neraziye,ev xwedayê tenê xema wî xweþî , þahî ,dildarî û dilbijokiy e û ji bîr dike ku kesin belengaz û reben hene çavnêrî dilovanya wî ne û wê bi xwe jî ji bîrdike ,ku çendî dîlek û hêvî jê kirin û ji keça wî xwedawenda sipehîbûnê Efrodêt û ji xwedawendê evînê Kiyobîd jî.tenê ji bo ku evînekê xelatî bidnê .mexabin xwedawendan ,tika ,xwestek û dîlekên wê di ser guhên xwere avêtin.çima girtiya vî leþê mêyî mirdar e?. Dixwaze serbest bibe,hêvîdarî kêlîk evînê ye, gelo ev ji xwedanê asîmanan re girane!?ku mirovek ji bilî jinên cîhanê tevî jê hez bike ji bo vê hêviyê ev tiþtekî pire?, ew dilbijoka hevnewiqkirinekêye ta dawya temenî berdewambe.ew bi xwedawendê asîmana kufirî ,ew xwedayê kerrî ku guh nade gilî û azarêd wê.


Dest avêt ximavdank û kaxezê,li ber maseya xweyî ji textî rûniþt li gorî bê omîdya xwe, bi hêrs û hevrikî nîvisand.tevî ku ne li gor suruþt û rewiþtê wê bûn jî:nameyek ji Ziyos re…ez yeke bi tenême… nefret li te bibare.çawa tu min li ber jan û keseran radixe!?ez evînekê dixwazim ku dilê min hênik bike,coþ û hinavê min bihelîne,di nav bera min û leþê min de bilûse,ez evînekê dixwazim ku min ji xemgîniya gewdê min rakiþînem û demên min biyeke,evîneke bihêz û bi þiyan divêm,ewa ku jan û kesran nasnake.evînekê dixwazim bi toqa canêmin bigire û sekeratin bi birîn di derûnê min de biafirîne.nefret li te bibare ,hema carekê tenê niyaza min bicîh werîne.
Hinekî radiweste ta ximava kaxezê zuhadibe,vêca pêþkêþî birûskek ziyos dike,ew jî zû direvîne û radestî rêzdarê xwe dike ewê li ser Erþê almasî li jora kohê Olep rûniþtiye, bi kelaxê xweyî gir û bi riha gewrî dirêj li ser Erþ xwe perixandiye.di nêv porê wî yê kuriþkî de taca gulgulî çirisandî mezin .li ser milê wî yê rastê xwedawenda serkevtinê rawistiye,û li milê çepê jî Jenmîd piyana wî hilgirtiye û li ber destê wî xwedawenda bext û xwedawenda navtêdanê Fama amadene.
Nameya ku gihiþtibûyê carekê û sê caran û deh caran bi guhdarî li gel dehmenên xwe xwend.tevan texmînkirin ku Ziyos wê ji rûþûþtiya xwedamendên xwe tengav bibe,û li gor radîtinên wan wê arê birûskên xwe wê bi ser serê niþtecêhên zemînê de bibarîne sezayî ji bo tevan,û bibe êþek ji bo hinekan ji wan. belam careke dîtir ji nûve li nameyê vegerya û xwend.bi xemgîniyek dijwar hisiya li ser wê mirova ji ber evînê diþewite û rojekê netemijand, li ser evîndar û evîna dixwest kur fikirî ,li hizir û ciwankeryên xwe xebitî ji bo afrandina þêweyê evîn û evîndarê wê,di dûmahiyê de "Hadîs"afrandî xwedawendê mirinê,pir bi hêrs û durustbû li gorî hatibû xwestin,dikarîbû di gewdan re derbasbe û dinavbera laþ û rewan de bilûse.Ziyos bi lez Hadîs þandî ber bi wê ve.li benda xezeba ziyos ewjî melûl mabû.belam Hadîs rabîniyên wê bê omîdkirin,bi lez û bez hatî weke tiyê li avê bigere bi niyet û xwesteka wê bi xwere bibe ji bil jinê cîhanê tevan.
Destê xwe yên reþ dirêjî gerdena canê wê kirin,di nav bera laþ û rewanê wê de xwe bicîhkirî,dil û hinavên wê yên tî tijîkirin û hebûna wê ji kokêve rakir,ew ji zindana leþayetî rehakir.bi tundî kemberên canê wê bestkirin , bê dilovanî ew rakiþand,navkutkê mirinê þakar û xoþbûn,laþê wê ji her tiþtî hiþt tenê ji evîna wê yî ziyankar.bi þahiya iþqê þabû, berî li gel Hadîs koçberî þaneþîna tîbûnê bibe bîhnek dirêj kiþand û berda sipasya Ziyos kirî û di mirnê de werbû .birûskan sekerata mirina evîndarê, ji Ziyos re hilgirtin,ew ê ku bi balkêþî çavdêrya bûyeran dike,bi rehetî xwe noqî erþê xwe kirî,û ferman da hemû kesên li dor belvabibin ,ta bi xwedawenda serkevtinê ya ku li ber dilê wî pi xoþewîste jî ,ji nûve nameya tengijînok ya beî rojina gihiþtibû xwend,pêþî di dilê xwede xwend,þûnde her bêjeyê di nameyê de bi dengkir,wilo di demekê de xwe ji bîrkirî ku ew xwedawendê herî mezine.hêvîdikir ku bi kêlîkin dildarî bextewerbibe,mîna hêvî û xwestekên wê mirova niþteciya zemînê,di kêlîkina de li gorî texmîna mirovan bi hezarên salanin ji bê dengiya ziyos,û veþartina wî ji ber wan, di bîr xwe de anî ku her jin û xwedawendên dil girtin zincîreke dirêjbû ji dildarî û dildaran.Dildariya Hîra,Yorba,Latofa,Intyobî,Dîon,Maya,tîms,Yorînyom,Minîmozîn,Orînoma û sîmîlî ya sipehî û mîna kakilê kulîlkan û Danay ,lîda û gelekî gelek ji wanên ku navêd wan hatin jibîrkirin,Bi hezaran jin temijandin,wî hemû cûreyên ahîn û keserê dildaryê naskirin.belam hîn hêvîdare ku dil bigre ,hîn li xwezya dîtina xewnekêye ku evîn têde bibe mêvanê wî.hêvîdikir ku xwedanê wî jî hebûya ji bo nameyek jêre biþanda û bi hêvya evînek durust ew bitamijandiba,di jiyanê de carekê tenêba jî.axînek kûr kiþand ,bi axîn û bîn kiþana xwere gelek derên zemînê þewitandin,qêrîn û gilî bi miron ve ket,li ber vê yekê naskirî ku ew xweadwendê herî mezine û ne mafê wî ye ku ku hêvîkerbe eger ku di rewþeke lawaz de be jî.name pêça û xiste veþara kaxezên xwe û xwe da ser balgehê di xewxana xwe de,amedebûna muxbeçeyê xwest,pir þerab vexwarî û dawiya þevê fermanek xwedawendî deranî bi qedexkirina gihiþtina nameyên dildaran ji bo wî,ji ber ku demên wî tnene ji êþana dilê wî re ji ber dilê mieovan ve û xwe avêtî nivistina kûr û dirêj.
serastkirina fermanê:xwedawend Ziyos evîn ne ji kar û barên wî bû
serrastkirina fermana duwemîn:ev evsaneyeke bê bûyere
serrastkirina dawî:þeva ku Zyos serxeþ ketibû di wê þevê de ranezabû,þevê pê de digirya û nameyek ji nenasînêre di nivisî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark