Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Þahiya derewîn

 


Melevan Resûl

Þahîn hene û þahînok jî hene , ev tiþtek ne nûye em gelekî caran em virra li xwe dikin û kenê xwe bi nifþên dahatû dikin , heme ez ê wê êkser bi nav bikim , roja 17 nîsanê ka ji bona miletê kurd li Sûriyê tê çi wateyê ?
Bila tu kes bihaneyên erzan û rizî nedin ber rûyê xwe û bersivên pûç nekin perde ji bo rev a ji rastiya ronî .
Ji roja ev herema em têde jiyan dikin û heta niha , ne ji Tirkên osmanî û ne ji Feransiyan û ne ji Ereban em wekî milet li ser vê axê nedîtine


di roja îro de (17 nîsan) ê roja serxwebûna dewleta Sûrî ye , lê ew dewlet jî çendî bi destê kî hatibe rizgarkirin jî ne probleme , em li navan nagerin , her çiqas em di nava xwede bêjin ku hejmarek kesayetiyên kurd di sengerên pêþîn de ji bo rizgariya dewleta Sûrî rawestiyan e û canê xwe kirine gorî , ew nayê wê wateyê ku wan kesan bi navê kurdan xebat û agirê þoreþê pêxistibûn , tu kesî ji wan ne gotibû : ez kurdim û berevaniya vê dewleta ji bo kurd û Ereban tê dikoþim . heger çîka kurdewariyê di damarê wan de hebûya ? wekî hemû xelkê cîhanê di wê serdemê de , wê berxwedan û xebat ji bonî rizgarkirina welat û miletê xwe bigeran e .
Bila em rastgo bin û derewa li xwe nekin , ya rast ewe ku em kurd herdemî bûne kerê siwaran , kî ji der de hatî , qamçiyê xwe li noqa me xistiye û em dane çargavê ji xwere .
Divê ev gotinên erzan nema werin gotin ku me dewleta Sûrî rizgar kiriye , ew (lehingên) berxwedanvan  ji bonî rizgariya dewleta Sûrî mîna çeteyên kurda ne û sîxurê nijada Ereba ne , em gelekî bi wan sernizim û þorin .
Di gelek belavokên partiyên kurdan de vê rojê wekî roja serxwebûnê cejna netewî bi nav dikin , û li wir narawestin , belê di bîranîna vê rojê de berê xwe didin seyrangih û þahiyan dibestînin  .
Ya durist ewe ku em rast bêjin : ne Osmaniyan û ne jê Firansiyan û ne jê Ereban em ne xistine bazara miletiyê  ,  her demî wekî qereçiyan em naskirin e .  ji lew bizava tevgera kurdî lavlav û xebatê dike da ku rehim li ber dilê dagirkerên kurdistanê bigere û çend mafên mirovane bidin me . serê me ji gotinên pûç diêþe , tevî ku rêzgirtina min ji qereçiyan re heye , lê bi rastî rewþa miletê kurd ji tert û belavbûnê hezar carî ji qereçiyan dijwartir e , çar mirovên kurd di gundekî de li hev nînin , sê partiyên li hev di heremekî de nînin , parçekî kurdistanê bi parçê din re li hev nîne , ma ev ne þîn û behiye em têde jiyan dikin û xwezî bi halê qereçiyan !
Di baweriya min de pêwist e di her ahingên bîreweriya cejnên van dewletên dagîrker de , dive ku kurd konê reþ vedin û paçên reþ li xwe bikin û bi kulma xweliyê bi ser serê xwede bibarîin , çimkî ev rojên þînê ne ne yê þahî û seyrana ne .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark