Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Eniya Felata Niştimanî berbi danûsitandin û hevahengîkirin bi Daxuyaniya şamê re

 

 

London: UBI

 Siyasetmedarê Kurdî opozisyonger Selah Bedredîn, endamê Emîndariya Giştî ya Eniya Felata Niştimanî ragihand ku Eniyê lihevkir derbarê hevahengîkirin bi Daxuyaniya şamê re ya ku hindek beşên opozisyonê di hundirê Sûriyê de dihewîne û despêkirina diyalogê bi serokên eşîran re li Sûriyê di qonaxeke dahatî de piştî biryara firehkirina endamtiya Emîndariya Giştî ya Eniyê.


Bedredîn her wiha ragihand ku " wî bi mebesta navhatî civînek bi cîgirê serokê Sûriyê yê berê yê lidij Ebdilhelîm Xedam û Girênendeyê Giştî yê Komela Ixwan Musilmîn (Birayên Musilman) Elî Sadredîn Beyanûnî re lidarxist bi boneya girêdana karûbarên rûniştina sêyemîn ya Emîndariya Giştî li Biroksilê hefteya bihûrî ku tê de rêyên aktîvekirina tevgera Eniyê li hundirê welêt hate gotûbêjkirin " .
Bedredîn  ji ajansa nûçeyan ya navneteweyî Unitedpress International re derbarê civîna navbirî  ragihand ku :" Civîn hate lidarxistin ji ber ku em hersê la xwediyê têkiliyên yekser in bi hundirê welêt re û me hevahengiyek peyde kir .Ez di wê baweriyê de me ku, di demeke nêzîk de em dê hindek gavên pratik bavêjin girêdayî bi hundir ve ji ber ku pir rêyên karê aştiyane li pêşiya me hene ji ber vê çendê ku tevgerên Kurdî yên opozisyonê yên ku ez bi rengekî yan yekî din temsîla wan dikim , bi tena xwe kar dikin li Sûriyê , pêwîste ku şepêlên dîtir yên opozisyonê û bi taybetî yên ku piştgiriya Eniya Felata Niştimanî dikin , tevlî vî karî bibin ."
Di berdewamiya axaftina xwe de Bedredîn got ku: " Di civîna me ya dawî de, li Broksilê, me biryar sitend ku em endamtiya Emîndariya Giştî fireh bikin ji 11 endaman bo 17''''''''an ku tevhiya pêkhatiyên civaka Sûrî temsîl bikin, her weha me biryar wergirt ku para Kurdên Sûriyê di hemû dezgehên Eniya Felatê de %15 be li gor nifûsa Sûriyê ". Bedredîn destnîşan kir ku partiyên Kurdî berbijarên Eniyê "Yekîtî-Azadî- Şepêla Paşerojê û Yekîtiya Demokratîk (PYD)" ne.
Bedredîn tekez kir ku partiyên Kurdî yên Sûrî " hewil nadin ku ezmûna Kurdên Iraqê dubare bikin ", û got ku: " Ezmûna Kurdên Iraqê ji Iraqê re bikêr tê, sebaretî me li Sûriyê me ne Federasiyon ya Konfederalism yan serxwebûn pêşniyar kiriye, em hewil didn ku em wekû millet bêne nasandin û weke pêkhatiyekî ji pêkhatiyên Sûriyê yên welatperwer û mafên me di çarçoveya dewleta Sûriyê de werine dabînkirin, û em hêvî dikin ku ev perensîp di destûrê Sûriyê yê nû de bêne çesipandin ".
Siyasetmedarê Kurd yê opzisyonger daxuya kirin ku:" Eniya Felata Niştimanî dê diyalogê bi herdû heyetên Kurdî: Eniya Demoqrat û Hevbendî endamên Daxuyaniya Şamê ya opozisyonê re bike bi armanca tevlîkirina wan di Eniyê de ji ber ku Enî berbi hevhengîkirin û danûsitandinkirin bi Daxuyniya navhatî re diçe , tev li despêkirina danûsitandinê bi serokên eşîran li Sûriyê di qonaxeke  dahatî de " .
Derbarê civîna Broksilê de ya ku Bedredîn beşdarî tê de kir ji 13 heta 15 vê mihê- Ilonê -, got:" ez bi giştî rizamend im derbarê biryarên ku Emîndariya Giştî ya Eniya Felatê ew di civîna Biroksilê de sitandin, lê hêjî hindek pirsgirêk hene cihê cudahî û nepijirandinê ne derheqê Iraqê û çareseriya federe ji kêşeya Kurdî re ".
Bedredîn her weha eşkere kir ku:" Hindek hayedarî heye di van mijaran de ji ber ku hindek endamên Emîndariya Giştî naxwazin têkevin kitekitên rewşa Iraqê û ez ji layê xwe de herdem ji wan dixwazim ku ew piştgiriya rojeva aştiyane ya li Iraqê û tiştê ku gelê Iraqê li serê lihevkirî ye bikin, lê ew li gor pîvanên xwe dibînin ku şaş e eger belavokên Eniyê derbasî van pirsan bibin ".
Derbarê vê nêrînê, Bederdîn dibêje ku: " ew nêrîneke şaş û ne di cih de ye ji ber baweriya min bi vê yekê ku dê hevbend û dostên min û alîgirên min li devera Rojhilata Navîn û dewletên Erebî palpiştiya min bikin mademkî ez daxwaziya guherîna demokratîk li Sûriyê dikim û ew in yên ku ji bo pêkanîna guherîna demokratîk li Iraq û Lubnan û Filistînê kar dikin, ji ber çi gelo em destên xwe dirêjî guherînxwazan li wan welatên navhatî nekin? ".
Siyasetmedarê Kurd ragihand ku ti cihêwazî di navbera endamên Emîndariya Giştî ya Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê de çênebûye derbarê pirsgirêka guherînê li Sûriyê: " raman û cudahî di nêrînan de hene, tiştê ku ez pê bawerim derheqê doza Kurd li Sûriyê , Birayên Misilman baweriyê pê nadin , lê hindek dozên bingehînî me dihgihînin hev weke guherîna demokratîk li Sûriyê û ewelebûna bi sindûqên hilbijartinan ".
"Giringtirîn biryarên civîna Birkosilê ew bûn danîna mîkanîzimên liv û tevgerê li ser herdû astên Erebî û navneteweyî, û ez bawerim ku meydaneke firehtir li pêşiya Eniya Felatê heye da ku di warê Erebî de livê bike piştî ku hate xuya kirin ku rêbaza rêjîmê li Sûriyê derbarê jîngeha Erebî de ji bo qezenckirina palpiştiya dewletên Erebî bi kêmanî yên nermliv, nêrînên wan jî eşkere bûn derbarê rêjîmê û her weha derbarê Iraq û Lubnan û Filistînê de ".
Bedredîn got ku: " şandeyên Eniya Felata Niştimanî dê di emeke nêzîk de seredana Misir û Saudîyê û Urdun û Iraqê jî bikin û dê hevdîtinan bi hêzên demoqrat yên Lubnanê re pêkbînin weke hêzên 14 Avdarê û şepêla paşerojê ji ber ku ew in wargehên karê me di vê pêvajoyê de, sebaretî gorepana navneteweyî Wilayetên Yekgirtî yên Emerîka di serê lîsteya me de ye tev li Firensa û Birîtaniya ".
Selah Bederdîn nûçeya ku civîna Biroksilê ji layê hindek layên Erebî ve hatiye girêdan bi tundî inkar kir û got: " ev civîn normal bû û di rewşên derbingehok de hate lidarxistin, em dixwazin ku em pêwendiyên dostaniyê yên bihêz bi tavilê dewletên Erebî re avabikin ji ber serkêşiyên rêjîmê û nêrînên wê yên negatîv û jirêderketî û milgirtina wê ji aliyê li dijî karê Erebî yê hevbeş re ".
Bedredîn diyarkir ku tevahiya berpirsiyarên Emerîkî yên ku bi wan re civiya ji herdû partiyan Komarî û Demoqrat, di nav de berpirsên wezareta derve û endamên Kongirês " lihevkirî ne derbarê dîktatoriyeta rêjîma Sûrî ya ku wê mîna çavkaniya terorê û hevpişkê wê li Iraq û Filistîn û Lubnanê dibîne û divê ku ew bête guherandin ".
 Di dawiya axaftina xwe de, Bedredîn got ku:" pêngava dahatû ya ku Enî amade dike xwe amadekirina bo dagirtina valahiyê eger ti macera li Sûriyê biqewimin, her weha ramaneke micid niha heye bo bicihanîna projeya hikûmeta veguhastî ya ku di civîna Biroksilê de hate guftûgokirinê ".

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark