Dibêjin Elo Dîno zincîrek tavê te wî kevirê qul û serê zincîrê li qesrê li cem xwe dihişt. Dema ku qeyîk û gemî bi avê de dihatin çi ji Cizîra Bota û çi ji Mûsil û yan ji Amedê ve dihatin, Elo ew zincîr dikşan dema ku Elo zincîr dikşand qeyîk û gemî lê disekinîn û Elo xercê xwe ji wan distand. Ev karê Elo bû kesî ne dikarî ji Elo bi bûrê bê ku xercê Elo nediyê. Mîrê Bota kiriye û ne kiriye çare ji Elo nikariye.
Dibêjin Mîrê Bota ji Pîra Finik xwestiye ku Elo jêre bigrê û bibê dîwan xana wî li Cizîrê.
Bi sala Elo maye û ew kar kiriye ta ku carekî Pîra Finik sê çar keçikê xweşikê û şîret kirî xistine gemîkî û ji wanre gotiye: divê hûn Elo ji min re bînin Cizîrê dîwana Mîrê Bota bi çi rengî bê.
Dema ku gemiya keçika gihaye cem qesra Elo. Elo zincîra xwe kişandiye. Gemî lê sekiniye Elo doza xercê xwe kiriye keçika ji Elo re gotiye em keçikin zilam bi mere nîn deka were cem me Elo xwe avêtiye gemiyê de.
Keçik şîretkirîne, dema ku Elo xwe avête gemiyê de Keçika bi Elo re henek kirin hina destê Elo firkandiye, hina pişta Elo firkandiye hina Elo maçkiriye Keçikin berê şîret kirîne û Elo kete di nav destê waye terî nazik de û di wê gemiya bê dê û bav de û li ser wê avê ji Xwedê pêve kes wa nabînê. Keçik bi Elo şabûne û pêre lîstine ta ku Elo bi xew ve birine.
Dema ku Elo bi xew ve çûye Keçika berê gemiya xwe dane Cizîrê û Elo di gemiyê de razaye. keçika gemî birine li qefê sekinandine û rahişte gewdê Elo birin li dîwanxana Mîrê Bota danîn.
Dibêjin Elo çavê xwe vekiriye ku va li hizûra Mîrê Bota ye. Mîrê Bota gotiye: xulamê xwe deka herdû milê Elo ji min re bikolin û di finda di milê wîde biçînin…!? Xulama herdû milê Elo kolane û her milekî Elo findek danîne têde û vê xistine…
Ew find di milê Elo de di şewitîne û donê finda hemî da ketiye hinavê Elo û Elo şipiya wek lehingekî di dîwanxanê li pêşberî Mîr û gir girekê Mîr şipiya sekiniye û li eynê xwejî naynê der wek ku ew find ne di milê Elo de vêxistîbin.
Mîr û gir girekê li dûra wî li Elo di meyzênin….. Dibêjin Mîr ji Elo re gotiye Elo ma tiştek jivî halî nexweştir hey…?!
Elo gotiye belê Mîrê min jivî halî nexweştir heye…!?
Mîr gotiye: çi tişt jivî halî ne xweştire Elo..!?
Elo gotiye: Mîrê min tiştê jivî halî nexweştir dema ku mêvanekî mirov werê û mirov û pîreka xwe li hev meyzînê û tiştek di mala mirov de nebê ne mirov deynê di bin mêvanê xwe de û nejî tiştek hebê mirov deynê ber mêvanê xwe. Ew hal jivî halî nexweştire Mîrê min ma wek vî haliye..
Dibêjin dema ku Elo ev ji Mîre gotiye: Mîr ji xulamê xwe re gotiye: gidî bi Elo ve bigihin Elo ne mêrê kuştinêye ka wa finda bi lez ji milê Elo derxin. Xulama find ji milê Elo derxistine lê derbê ciyê xwe girtibû agir gihabû hinavê Elo û li wê derê jiyane Elo bi dawî bûye. Me wênê Qesra Elo jî girt.. (Gelo Elo Dîno nemire yan kuştiye) gewdê Elo çû lê navê Elo û qesra Elo hîn mane û Dibê ku hezar salê dîjî navê Elo û qesra Elo û yê weka Elo bimînin.....
Kelha Findik: li bakurî Kelhan Finik dikevê, biqasî bîst û pênc kilo mitr.
Dibêjin wek ku ji minre hate gotin, Pîrek jinbî diya sê kura çûye cem Mîrê Bota û jêre gotiye ez hatime tu cîkî bidê min da ez ji xweû zarokê xweyê sêwîre ava bikim.
Mîrê Bota ji pîrê re gotiye de here serê wî çiya yê ha û Findekî li wir vêxe ciyê ku Finda te lê bikê ronî ewder ji tere.
Pîrê çûye serê çiyê û Find vêxistiye ciyê ku roniya Findê dayê pîrê ji xwe re avakiriye.
Tîrêjên rojê yên pêşî dema ku roj nû der dikevê û li çiyê dixê pîrê gundê Findikê lê avakiriye û Kelih li serê çiyê raserî gunde. Lê hindî ji xelkê wê deverê digotin ev ne tenê Kelih bû ev xanjî bû ji lewma ez li hin ji wan xan û Kelha gerandim ciyê ku me dikarî em herinê...
Li rojavayî Kelha Findik û li ber qeraxa çemê Diclê kaniya gerim avê li wir dikevê. Kanî di qelaçekî negelekî bilindeye, di co ji kaniyê birne û di birk jêre çêkirne yek ji pîreka re û yek ji zilamare û di ser herdû birkare ava kirne û derî li ber wa xistine.
Kiriye sere miovekî ku xwe di birkêde bişû dused melyon perê Turkiye û li rojhilatî kaniyê otêlek û hin şalêhat çêkirne, jê yê ku bixwazê bi roja li wir bimînê.
Hin ji wan kesê ku tên ser kaniyê piştî ku xwe dişûn hinek av ji xwere dibin mal.