Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: JI CIZÎRÊ TA Bi GERIMAVÊ « Xeleka (1) »

 


Luqman Silêman
luqman_sileman@live.se


Bajarê Cizîrê li erdekî nimiz hatiye avakirin û li der dorê bajêr Çiya û hêrin. Bajarê Kevin maye li başûrî celda nîvê sûkê û bajarê nû li bakurî celda nîvê sûkê dikevê. Di wan taxê kevinde gelek mizgeft hene hin jiwa kêmî pêncî mitrî ji hev dûrin, ezê navê hin ji wan  mizgevta deynim.


Mizgevta sor yan Medersa sor herdû navjî li Cizîra Botan têne bi kar anîn. Ev Mizgevt dowazdeh ode têde hene oda herî mezin îro miletê Cizîrê tê de nimêjdikê,û  xuyadikir ku di dima Şêx Ehmedê Cizerî dejî ew ciyê nimêjê bû û şeş odê dî hene xuyadikê ew ciyê şagirtabû û li pêşiya wan dike hene xuyadikir ku şagirtê Seyda li ser wan dika dirûniştin û  xwendina xwe dikirin. wek masê mederesê vê gavê. Ev ode li hêla bakur dikevin li hêla rojhilat riknê çar odê dî hene û li pêşiya wanjî dikene. Li hêla rojava odak mezin heye ya ku têde  nimêj dikin û hin ode jî li hêla başûrin xuyadikê ew ode ciyê Seyda û mamosta bûn. Lê tiştê ku bala min kişand di wan odê bakur de wek ciyê nobedara di dawiya oda hene ew jî ne di hemî odan de û gorek jî di oda ku dikevê qurcika bakur û rojava de heye û gor bi erdêvê hatiye çêkirin. Min  ji Melakî pirsî ev gor ya kiye. Melê  ji minre got: ez nizanim ev gor ya kiye.
Li hêla rojava odek hebû bi qasî mitrekî kurbû çend gor di wê odê de jî hene û gorek ji wa gora bi paçikê kesik nixumandî bû deriyê wê odê ji derveyî deriyê Meresê ye. Di bergihê Medersê de bîrek avê heye û di kêleka bîrêde birkek piçûk jî heye wek ku hate zanîn berê dest û lingê xwe li ser wê birkê dişiştin..





 

Ji Medresa sor û bi hêla rojava de bi qasî pêncî şêst mirî mizgevta Nûh Pêxember e û li pêşiya mizgevtê  gorek heye dora wê hesinkiriye û li ser wê daniye ev gor ya Şêx Mihemedê ser jêkiriyeالشيخ محمد المقطوع الرأس)) min pirsî çîroka vî Şêxî çiye. ji min re gotin ev ehlek ji ehlê Xwediyê û di şerde serê wî hatiye jêkirin û wî heft seheta bê serî şer kiriye…!?



Em derbasî mizgevta Nûh bûn û me wênek ji gora wîre girt.


 Mizgevta Mele Mihemed Ertûşî lê di xwend(Feqihê Teyra beriya ku navê wî  bibê Feqihê Teyra evjî çîrokek li ser heye û li cem mine di demê pêşde ezê belav bikin) mizgevta Mîreka xelkê Cizîrê digotin Mîrekê Cizîrê li vê mizgevtê nimêj dikirin ji lewma ev nav lê kirne,   minara wê baş bilinde û xweşik hatiye lêkirin. mizgevta Mishefa Reş ew mizgevt yeka piçûçike û bi zorê mirov bi ser ve dibê, ew nêzîkî migevta ku Feqihê Teyra lê di xwedin.



Mizgevat Mîreka:
xelkê Cizîrê digotin berê Mîreka li vê mizgevtê nimêjdikir..


lê min mizgevtek dît xuyadikir ku ew kevintirîn mizgevtê Cizîra Bota ye. min ji Melayê wê pirsî temenê vê mizgevtê çiqas heye. Melê ji min re got: ev Dêrbû lê dema ku Musilman ketine Cizîra Botan de ev Dêr kirne mizgevt. 
 

Birastî ez ji pirbûna mizgevta mam behitî her celdek mizgevtek yan du mizgevt têde hene nexasim Cizîra Kevin...
Mem û Zînê: mizgevta Nûh Pêxember di navbera mizgevta sor û gora Mem û zînde ye. Mem û zîn li rojava ne û mizgevta sor li rojhilate. Em çûne ser gora herdû evîndara bergihê wê xweş kirne deriyê bergih li rojhilat dinêrê, bergihek fere wek seyrangihekî çêkirne. Medresa sor û ciyê Mem û Zînê Eropiya herdû nûkirne nexasim ya Mem û Zîn qedemgih jî têde çûkirne..





Piştî
ku em demekî li ser gora Man û Zînê û Beko man û li bergihê wê geriyan,me ji wir cardî  berê xwe da taxa Kevin li wê taxê min pirek piçûk dî  min ji hevalê xwe yê Cizîrî pirsî ev çi Pire. Wî ji min re got: jêre dibêjin pira deştê ev pir berê av di birne diçû ne di bîrayê mede lê bav û kale me ji mere wesa digotin û ew av ji zûde nema ye.. min jêre got: dibê ku ew ava Seqlanê Memabê yê ku Mîr Celadet di Hewarê de aniye ziman. Wî ji minre got: na Seqlan ne eve Seqlan li biniya nexweşxanê dikevê dest pêka ku mirov derbasî bajêr dibê ji hêla rojava ve ..
ji wir me berê xwe da Sûrê Cizîrê lê mixabin ew Sûrê ku di dema Mîreka de bi derîbû îro nemaye û hemî wêran bûye. Li cîna rikinê sûr  xuyadikir û li cîna jî tiştin jê mane lê ewjî herifîne tenê li geraca basa yanî ji geracêre kirne bergih ew der hinekî hatiye lêkirin wekî dî min tiştek nedît ji wî sûrê tim di çûrokê ku bav û kalê me ji mere digotin..
 

Em çûne rexê Birca belek, Birca belek li ser keviya çemê Diclê dikevê û dîwarê bergihê Bircê herifine ne xasim rexê çem qetek dido jê mane wekîdî dîwar xuyanakê.
Mele Mihemed Emîn ji min re got: bira em nikarin nêzîkî Bircê bibin?çimkî esker têde rûniştiye ji roja ku malbata Mîr Bedirxan hatî ser gonkirne. Em ji dûrve li dora Bircê zêvirîn û me wêne jêre girtin. Cardî Melê ji min re got: dibêjin Birca belek sêsed û şêst û şeş odê wê hene û heroj tav derbasî hundirê odekî ji odê Bircê dibê. Migo Seyda me tu çûyî Bircê? Seyda got: na ez neçûme li wesa ji minre hatiye gotin, dibê ku ne rastbê…


Melê ji minre got: ka  em herin Westanê. Min ji Seydare got: ev çiye? Seyda ji min re got: ev seyrang berê jêre digotin wesatnê lê îro Belediyê kiriye seyrangih ji bajêr re. em domekî li Westanê rûniştin kursî û mase lê hebûn li wir hate bîra min ku eve ya Mîr Celadet di Hewarê de anî ziman beriya 77 sala..


Min Xêrendîn got: ka em herin ser kaniya  Seqnefîsê. Wî ji minre got: Seqnefîsa çi heyran kes nema diçê ser wê kaniye ne cihekî xweşe ta ku em herin ser..
Min jêre got: Mîr Celadet di Hewarê de dibêjê Seqnefîs navê pîrekek ji pîrekê Mîrê Botan bû û wê pîrekê pir ji wê kaniyê hezdikir ji lewma ji kaniyê re digotin kaniya Seqnefîs û kaîjî zehif xweşbû..
Xêredîn got: raste ev kanî va li li ser sînorê Sûrî dikevê li pêşberî Endîwerê.
Wek me got Cizîra Bota di çîkî hinekî çal de hatiye avakirinû û dor man dorê bajêr çiya û qelaçin ew çiya û qelaç jî hemî newek hevin li cîna bilindin û li cîna nimzin lê buhara wê xweşe.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark