Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Qedere hilbijartinê pirsa kurd tayîn kir…

 


Îbrahîm GUÇLU
ibrshimgucl21@gmail.com

Di 29’ê Adara 2009-an de hilbijartina herêmî pêk hat. Di encama hilbijartinê de partiyên dengên xwe zêdekirî û partiyên dengên xwe kêmkirî diyar bûn. Partiya hikumetê deng wenda kir. Partiya DTPê, SPê, CHPê û MHPê dengên xwe zêde kir. Ev yeka bi hejmar û rekeman çend roj in ku di rojnameyan û telewîyonan de tên weşandin. Ji bona vê ez naxwazim ku di nivîsara xwe de van hejmaran careke din biweşînim û xwendevanan bi hejmaran meşgul bikim. Ez dixwazim, ku encamên hilbijartinê şirove bikim û sentez bikim û ji wan encaman derxim û ji nûha şunda divê çi bê kirin wan mijaran diyar bikim. Nexşa Hilbijartinê bi gelek aliyan û awayan de derxim holê.


Ev hilbijartina, hilbijartineke taybet bû: Xebat û rekabeta hilbijartina herêmî piştî 2007-an dest pê kir…
Di 22-ê Tirmeha 2007-an de hilbijartina giştî pêk hat. Di hilbijartina giştî de girêdayî helwesta bûrokrasiya sivîl û leşker li dijî hikumeta sivîl ya Partiya AKê, ji bona darbeya e-postî û belavoka  Nîsana 2007-an ya leşkeran, ji bona ku di derheqê Partiya AKê de doza girtinê li Dadgeha Makezagonê vebibû, kurdan hevî dikir ku Hikumeta Partiya AKê dê li Başurê Kurdistanê îzin nade operasyon û bombaraniyê, gel  deng da Partiya AKê. Partiya AKê dengên xwe bilind kir û ji sedî 47 deng girt; partiyên din bi tevayî deng wenda kirin. Bi taybetî deng wendakirina DTPê bi wateyeke gelek xeter û şaş hat şirove kirin. Hat diyar kirin ku siyaseta girêdayî pirsa etnikî û kurd ber bi îflasê diçe û Partiya AKê di hemendem de temsîla kurdan dike.
Roja ku Partiya AKê dengên xwe bilind kir, helwest û ruhê wê yê emperyal, kolonyalîst, şowen û nîjadperest bi xurtî derî pêş ket, Partiya AKê ji bona ku li Tirkiyeyê sîstema yekpartitiyê ava bike tevgeriya û ber bi desthilatdariya otorîter çû. Ji bona vê jî, serokwezîr Erdogan bi zihnîyet û aqilê emperyal û kolonyalîst û fetihçî gelek aşkere diyar kir ku dê Şeradariya Amedê û Batmanê û Dersîmê ji DTPê werbigre; bi zihniyeta otorîter jî diyar kir ku Îzmîrê ji CHPê werbigre.
Encama ev zihnîyeta emperyal û kolonyal û otorîter piştî hilbijartina giştî pêvajoya hilbijartina herêmî dest pê kir. Ji bona vê yekê hilbijartina herêmî bû hilbijartineke taybet û di navbeyna partiyên siyasî de rekabet û dijberî bi xurtî dest pê kir. Hilbijartina herêmî di çarçewa pîvanên demokrasiyê de ne, di çarçewa zorbatî de bi pîvanên otorîter hat meşandin. Partiya AKê ji bona ku li Kurdistanê hilbijartinê qezenç bike hemû îmkanên dewletê bi kar anî. Li Dersîmê û li Amedê pere û tişt û komur li gel belav kir.  Ev helwesta li bajarên din jî meşand.
Ev siyaseta Partiya AKê jî, li hemberî wê reaksîyon zêdekir û bû sedem ku partiyên din xebata xwe xurttir bimeşînin.
Hilbijartina herêmî bû dengdana nasnameyan…
Dema encama hilbijartina herêmî bê şirovekirin gelek aşkere diyar dibe ku her nasnemeyeke etnîkî û neteweyî, olî û îdeolojîkî û dîrokî ji bona xwe dengdane; xwestine ku xwe li hemberî reya giştî û dinyayê îspat bikin ku ew hene û ew dijîn. Ev bi zorê ji holê ranabin. Ew zora ku sed sal e ku ji aliyê dewleta unîter û neteweyî ya tirk û kolonyalîst û otorîter- faşizan de  tê meşandin nikariye ku wan ji holê rake.
Dema ku encamê hilbijartinê bên şirove kirin derdikeve holê ku kurdan bi piranî daye DTPê, nasyonalîstên nîjadperest û şoweniîst yên tirk dane MHPê, Kemalîstên otorîter deng dane CHPê, beşekî girîng yên oldaran deng dane SPê.
Ev nexşa hilbijartinê di hemen dem de rastiya Tirkiyeyê jî derxist holê.  Komara Tirkiyeyê piştî ku ava bû, li ser bingeha yek miletekî miletê tirk, li ser olekî olê Îslam, li ser mezhebekê mezheba sunî, li ser îdeolojiyekê îdeolojiya Kemalîst, li ser sinif û tebeqeyekê sinif û tebeqeya elîta sivîl û leşker ya bûrokrat ava bibû. Rastiyên din, grubên etnikî û neteweya kurd, ol û mezhebên din, îdeolojî û sinifên din hatin înkar kirin. Sîstemeke emperyal û kolonyalîst û otorîter û faşîzan ava bû.
Encamên hilbijartinê bi giştî îflasa vê siyasetê diyar kir. Siyaseta fermî ya dewletê di derheqê neteweya kurd de di vê hilbijartinê de carake din bi taybetî derevin derket û îflas kir.
Partiya AKê çima di hilbijartina herêmî de deng wenda kir?
Ji bona ku ev pirsa bê bersîv kirin, divê pêşiyê kê û çima deng dabû Partiya AKê ew diyar bibe. Pişt re çima Partiya AKê hilbijartin wenda kiriye, derdikeve holê.
Oldaran ji bona ku Partiya AKê wek partiyeke oldar şirove dikirin, dengên xwe dan Partiya AKê. Piştî ku du caran di hilbijartinên giştî de oldaran deng dan Partiya AKê dîtin ku Partiya AKê jî partiyeke dinyewî ye, bi Yekîtiya Ewrupayê û Emerîkayê re pêwendiyên xwe li pêşiya her pîvanekê digre û di pirsên oldarî de gav navêje û pirsa tûrbanê jî nikarê çareser bike. Wê demê oldar ji Partiya AKê dûrketin û dengên xwe dan SPê.
Demokrat û lîberalan bawer dikirin ku Partiya AKê dê ji bona demokratîzebûna Tirkiyeyê û endambûna Yekîtiya Ewrupayê projeyan pêk bîne, dengên xwe dabûn Partiya AKê. Lê di nav pêvajoyê de dîtin ku Partiya AKê projeyên demokratîzekirina Tirkiyeyê naxê jiyanê û ji Partiya AKê dûr ketin. Pêşî bi xurtî Partiya AKê rexne kirin û pişt re jî deng nedan.
Oldarên nasyonalîst û şovenîst jî, dîtin ku Partiya AKê ji bona berjewendiya xwe ya partitîyê di pirsa kurd de telewîzyona kurdî ava kir, diyar kir ku dê di unîversîteyan de beşa kurdolojî ava bike, dê li unîversîteyê perwedayî ya kurdî dest pê bikin, dengên xwe ji Partiya AKê kişandin û dan MHPê.
Beşek kemalîstên demokrat jî deng dabûn Partiya AKê. Wan jî dengên xwe piştî doza Ergenekonê û siyaseta AK partiyê ya kêsperest ya kurd, wan jî dengên xwe ji Partiya AKê wergirtin û dan CHPê. Tirsa di derheqê dewleta unîter û laîk de jî bû sedem ku dengên CHPê zêde bibin. Li Enqereyê û li Stenbolê nasnameya Karayalçinî û Kiliçdaroğluyî û Li Entelyayê rektorê unûversîteyê jî bû sedemeke girîng ku CHPê zêde deng bigre.
Kurdan jî, hevî dikirin ku Partiya AKê di demokratîzekirina Tirkiyeyê de û beşek ji vê jî di endambûna Yekîtiya Ewrupayê de gavan bevêje;  li Başurê Kurdistanê îzin nede operasyonên leşkerî; dê ji siyaseta otorîter û faşîzan dûr bikeve; heta ji otorîterîzma PKKê xelas bibin deng dan Partiya AKê. Partiya AKê piştî ku hilbijartina giştî qezenç kir, siyaseta xwe ya emperyal û kolonyalîst xurt kir, serokwezîr bi zihniyeta fetîhî û kolonyalîst daxwaz kir ku Amedê û Batmanê û Dersîmê di hilbijartina herêmî de bi riyên ne rewa werbigre; li Heqqariyê (Çolemergê) gelek aşkere diyar kir ku kurd biyanî ne û divê dev ji dewleta unîter  berdin; derket holê ku di pirsa kurd de kêsperest in, kurdan dengên xwe nedan Partiya AKê.
Kurdan li Kurdistanê bi piranî dengên xwe dan DTPê, lê li metropolan ew helwesta nîşan nedan. Li Mersînê û li bajarên din dengên DTPê ketin.
Lîberal û demokrat jî ji bona xwediyê partiyekê nebûn, dîsa li navîn man. Dengên wan di nav partiyên din de belav bûn.
Siyaseta Çîçek diyarkirî siyaseteke klasîk ya layıqî Partiya AKê ye…
Piştî hilbijartina herêmî her kesI, bi taybetî jî lîberal û demokratan hêvî dikirin ku Partiya AKê dê muhaseyeke êrenî  bike. Di encamê de îdeologê Partiya AKê wezîr Çîçek ev muhasebeya kir û diyar kir ku kurd dijmin in û qeznçkirina DTPê li İxdirê bi Ermeniyan re, dibe sedema dijminitiya dewleta tirk û ji bona kurdan dibe pêvajoyeke nû ya avakirina dewletekê.
Serokwezîr û beşek berpirsiyarên Partiya AKê kesên wek Mîr Dengîr Firatî ji ev siyaseta Çîçek eciz bûne. Mafê wan yê ecizbûnê tune ye. Lewra Çîçek siyaseta klasîk ya Partiya AKê û siyaseta serokwezîr careke din aniyê ser zimên.
Ji bona vê divê ev kurdên deng didin partiyên dewletê careke din bifikirin. Helbet ev nayê wê maneyê ku her kurdek dengê xwe bide DTPê. DTPê aşkere ye ku her kurdekî temsîl nake û nikare bike. DTPê jî îdeolojiyekê û hem jî îdeolojiyeke otorîter diparêze û ew jî dixwaze ku li Kurdistanê yek partiyek hebe û kurd xwediyê yek partiyekê bin. DTPê jî, her sınif û tebeqeyeke kurdan temsîl nake. Wê demê divê kurdên din jî partiyên xwe ava bikin û bi  partiyan  xwe, xwe temsîl bikin.
Ev hilbijartinê jî pirsa temsîla kurdan çareser nekir û lê bes giraniya pirsa kurd derxist holê: DTPê serketî ye, KADEP û HAK-PAR jî kurdên ji derveyî DTPê temsîl nakin…
Wek tê şirovekirin, hilbijartina herêmî pirsa temsîlî ya kurdan çareser nekir. DTPê her çiqas xwe wek partiyeke kurd aşkere diyar jî neke, di hilbijartinê de dengên kurdan girt. Lê hemû dengên kurdan negirt. Dîsa dengekî mezin yên Kurdan li Kurdistanê çûn Partiya AKê, li metropolê jî çûn partiyên din yên dewletê.
Ev jî diyar dike ku hîn ji bo kurdan pirsa temsîlê dom dike. Lê di hilbijartina herêmî derket holê ku pirsa kurd xwediyê giraniyeke mezin û stratejîk e. Divê hem terefa kurd û hem jî terefa tirk vê rastiyê baş bibîne û gorî vê tevbigerin; gorî vê proje û siyasetan bimeşînin.
KADEP û HAK-PAR jî, beşekî biçûk ya sinifî ya ji aliyê DTPê de tê temsîlkirin, temsîl dikin. Ji bona vê jî, partiyên kurdên cûda û yên rêvebirên civata kurd nînin. Di hilbijartina herêmî de HAK-PARê bes dengên ew kesên îdeolojiya dema şerê sar diparêzin û ji konsepta kevin xelas nebibûn,  wergirt. Derket holê ku di civatê de xwediyê giraniyekê  jî nîne û mîsyonekê jî temsîl nake. Bes grubeke klasîk ya otorîter ya biçûk ya dema şerê sar temsîl dike. 
DTPê dema ku siyaseta kurdî meşand qezenç kir…
DTPê di du hilbijartina giştî de deng venda kir. Şirovekarên tirk, ev dangwendakirina DTPê, bi îflasa siyaseta etnikî re girêdidan. Ez jî di wê nerînê de bûm ku dema ku DTPê (=DEHAP=HADEP)  ji bona ku ji siyaseta kurd dûr ketibû di hilbijartina de deng wenda kiriye.
Lê DTPê di ev hilbijartina herêmî de serketî derket. Şaredariya Wanê û Sêertê û Tatwanê û hemû qezayên Amedê ji Partiya AKê girt. Li Bîngolê, li Bedlîsê, li Agriyê dengê Partiyê AKê ket, dengên DTPê bilind bûn. Lewra DTPê zêdetir siyaseta kurdî meşand û motîfên kurdî zêdetir bi kar anî.
Divê DTPê û hemû kurd çi bikin?
DTPê û hemû kurd divê ji vê yekê ders derxin û hîn zêdetir siyaseta kurdî bimeşînin. Lê di hemen dem de siyaseta hevdem, demokratık û civatî jî bimeşînin. Ji bona ku neteweya kurd bi hemû awayî bê temsîl kirin û ji bona ku pirsa temsîlê çareser bibe, gorî pîvanên rasyonal û civakî xebat bê kirin.
Li ser milên şaredariyên DTPê berpirsiyariyên mezin hene. Beriya her tiştekî divê ji nuha şûnda wek ciyên temsîliyên kurdan tevbigerin. Meclîsên Şaredariyan û Parêzgehan wek meclîsên kurdan bi kar bînin. Serê xwe ji leşker û waliyan re netewînin.
Kurdên derveyî DTPê jî xwe jinûve organîze bikin.
Amed, 2. 04. 2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark