Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sed carī gorī we bibim ū carekī gorī xwe bibim

 


Melevan Resûl
Ez bi te û te bi wan , em hemî bi hev hene , bi sala ne ev gotin di mejyaê mede digijmijê û hîn em dubare dikin , eva jî yekek ji bažî û qenciyên serpêhatiya me kurda ne û dihêle hestê netewî gurr bibe , lê hinga ev dilsozî bikeve žik û gomanan  ? derewçî zûbizû kevelî ser xwe tavêjin û ji buçeya hevgirtin û hevdadanê bi sûdeyên kêmketî û bi gomanên nediyar wê soza komelgeyî binpê dikin û hêviyan berba dikin .



Eve bi salan e miletê kurd çavlirê ye û li benda çirîskek ronî çavên wî qerimîn , li seran serî welat dilsoziya wî bi hêvîye û pûç nebûye da ku doza bažorê kurdistanê bi serkeve , mîna mirovek nexwež hebe lê wî destê xwe bi ser birîna xwe de da , bi xweziya serkeftina kêža miletê kurd li bažore welat û gerewên pirbuha ji bonî dabînkirina doza kurdî , lê dema ku bihnek fereh hat e ber wan , em dikin ku ji ežqa fir bidin , me ji xwere digot ku wê kurdên bažor di sengerên parastina mede bin û emê karibin rojekî xwe li ber siha wan bigrin , ne dihate payin ku emê di pižtguhan re werin jibîrkirin , na ne ev tenê , ku li dijî mafê me derkevin yan xwe di ser de kerrbikin .
Em miletê kurd li bažorê rojava herdem bûne pir ji bo hemû parçên kurdistanê û bêça rizgariyê daye , heger ew ji nedîtî ve were temaže kirin , ew dorbîna kor e ji bal biraderên me ve , tenê wekî nimûne min dive ez li bîr bînim ku serhildana 12 adara 2004an bi mebesta parastina navê serkirdeyên bažor ji binpêkirina nijadperst û dijminê navê kurd bû .
Belkî ev cara seda ye em dibin gorî ji bo parçên kurdistanê û nepožmanin di vê helwestê de , lê xwezî serkirdeyên bažor bi neynika em li wan temaža dikin ew jî li me binerin û bêjin :
De babo bese hew xwe gorî me bikin , heme herin vê carê gorî xwe bibin .
Bi qasî žewata nava dilê me bila li birînên me temaža bikin , gelo ma hûn dizanin ku helwesta we ya ne kurdînî li dijî xebata rizgariya bakurê kurdistanê mîna žûrekî ye hûn di pižta mede diçikilînin û hêvî ji we nema were kirin ku hûn li parastina navê kurdewariyê digerin ? bi teybet helwesta mam Celal Telebanî ku bi zîrekiya xwe bi nav û denge lê ew zîrekiya xwe dixe bin xizmeta dijminê miletê kurd de , li žûna xwe nîžan bide ku ew dijminê bizava bakurî kurdistanê ye û dilê mîtingeran ža bike , bila helwestek xêrxwaz û navbêniyê bike di çareserkirina doza kurdî de , me hêvî dikir ku tu wekî serkirdeyekî kurd li xwe binere û bi ceger be wekî berpirsên tirkan di rûyê wan de pirsa kurdî biteqînî , ne tu herî bazara firotin û têkçûna kurdan bi dijmin re mor bikî , heger bi rastî tu serokî ? xwe neke serok hozê kurdî , bila singa te fereh be û bi rastî bibe Mamê kurdan .

melevanresul@hotmail.com

 25 / 3 / 2009

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark