Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Seyrangeh Û Gulgeştên Bajarê Cizîra Botan

 


Konê Reş

   Di gel ku gelek cihên dîrokî li bajarê Cizîra Botan hene wek: Medreseya Sor,  Medreseya Mîr Evdal, Gora Mem û Zîn, Mizgefta Mezin, Mizgefta Meshefa Reş, Gora Nûh Pêxember, Burca Belek.. Wiha jî gelek cihên seyranan û gulgeştan lê hene wek: Seqlanê Mema, Kaniya Qesara, Nêrgizî, Şikeftên Kora û Seqnefîs.. Û her yek ji van seyrangehan taybetiyek wî heye. Jixwe diyare ku Cizîrî kêfçîn e, ku ne kêfçî bûna kesên wek Seîd Axa Cizrawî, Hesen Cizîrî, Mihemed Arif Cizrawî, Meyremxan, Fato Korê.. Nav û deng di Kurdistanê de ne didan.. De werin em ê bi hev re herin hin ji wan gulgeştan.


   Seqlanê Mema: Çemekî biçûk e. Dikeve başûrî bajarê Cizîrê de, li ser rêka Zaxo û Eyndîwerê, nêzîkî sînorê sûriyê ye bi dor 2 km an. Ev çem bi navê Seqlanê Mema naskiriye. Ava vî çemî ji kaniyên çiyayê Spî dizê û ber bi başûr ve diherik e ta ku di nav tixûbên Binxetê de tevlî çemê Dicle dibe.. Li cihê ku bi nav Seqlan e, kavlê pireke kevnar, di rengê pira Bafit de xuya dike, lê jê biçûktir e.. Hem jî kavlên sê aşên avî hene.. Dibêjin ku berê cend daristan li dor çemê Seqlan hebûn, her dem şîn bûn û ew dever xweş seyrangeh bû ji xelkên Cizîrê re, nexasim di havînan û payîzan de.
   Kaniya Qesara:  Ev kanî jî nêzîkî çemê Seqlan e. Ava wê jî tevî ava Seqlan dibe û ber bi Eyndîwerê ve diherike. Ji mêj ve jin û keçên Cizîrê cil û cawên xwe têde dişûştin, hem jî wek seyrangehekê bû ji xelkên Cizîrê re. Navê vê kaniyê gelek caran di Memê Alan de derbas dibe. Dibêjin piştî ku Mem gihaye Cizîrê, yekemîn car, li ser vê kaniyê çav bi Zînê ketiye. Mixabin roja îro ne ava Seqlanê Mema û ne ava kaniya Qesara wek heyamê berê diherikin. 
   Nêrgizî: Ji mêj ve du-sê seyrangehên ku di buharan de bi nêrgizan dihatin xemilandin, li derdora Cizîrê hebûn; yek jê li bareşî Cizîrê bû, niha cihê wê bûye nexweşxana bajarê Cizîrê. A din li başûrî Cizîrê ye, nêzîkî Seqlan û kaniya Qesara ye, ew jî niha di nav sînor de hatiye perçekirin û beşek jê ketiye rexê sûriyê de. Navê nêrgizî li van herdû gulgeşt û seyrangehan hatiye kirin ji ber ku di buharan de, nêrgiz bi tov li wan deveran çêdibûn.
   Şikeftên Kora: Ev şikeft li ser rêka Eydîwerê û Zaxo ne. Dibêjin di heyamê mîrekên Botan de û ta bi heyamê Mîr Bedirxan, ev şikeft terxankirî bûn bo koran û hejaran. Da ku bajarê Cizîrê ji koran paqij bimîne. Ew şikeft ji wan re terxan kiribûn. Di wî heyamê ku dermanê xuriyê nebû, xelik bi xuriyê diketin û piraniya wan kor dibûn. Vêca mîrekên Botan ew şikeft bo wan koran terxan kiribûn û di nav gel de belav kiribûn ku, kesê Zekata xwe an xêrekê bike, bela bide korên wan şikeftan. Û weha ew şikeft bi navê Şikeftên Kora hatine nas kirin.
   Seqnefîs: Kaniyeke avê ye. Berê, derî sûra bajarê Cizîrê bû. Havînê ava wê sar e û zivistanî germ e. Xaniyek li ser vê kaniyê hatiye ava kirin, di hundirê wî xanî de birkek heye bo şûştin û helal kirinê. Dibêjin ku ev kanî bi taybetî hatiye terxan kirin bo wan kesên ku bi cenabet bin, ji dê û bavê xwe şerim dikin ku di mal de xwe tahir û helal bikin, vêca diçûn derî bajêr xwe di vê kaniyê de helal dikin.. Gotina Seqnefîs; Bi gelek dengan tê bi lêv kirin hin dibêjin; Senefîs, hin Seqnefîs û hin Sitnefîs dibêjin.. Lê dibe ya rast ku bi navê Sitiya Nefîs hatibe bi nav kirin û Sitiya Nefîs jina mîrekî Botan be û gelekî hez vê kaniyê dikir, ji lewre bi nave wê hatiye naskirin. Belê ji ber sivikbûnê, roja îro jêre dibêjin Seqnefîs. Hem jî dibêjin ku di heyamê berê de dora vê kaniyê bi kulîlk û nêrgizan dihat xemilandin. Ji ber vê yekê di gelek çîrok û stranên Cizîriyan de, navê Seqnefîs û Seqlanê Mema derbas dibe, wek vê stranê:
 Cizîr xweş meqam e, berberî Misir û Şam e,
Seqnefîs hemmama me ye, Seqlan piçekî zêde ye..
Belê ji seyrangehên Cizîrê yên balkêş Qesrika Gelî ye:
   Qesrika Gelî: Ev seyrangeh ji heyamê kevin ve, havîngeha mîrekên Botan bû.  Û wiha maye havêngeh ta bi heyamê mîr Bedirxan. Wek ku diyare mîrekên Botan her sal, li gor irf û adetan di demsalên payîz, zivistan û biharan de, çax û demên xwe li bajarê Cizîrê, di Burca Belek dederbas dikirin û wiha  hukumdariya Botan dikirin. Belê di demsala havînê de, ji ber germa zêde, bi malbatî, xwe li cihê hênik digirtin û diçûn Qesrika Gelî û ji Qesrika Gelî hukumdariya xwe li Botan û derdorê dimeşandin. Ta ku her sê mehên havînê dibuhirîn, dibû payîz û dinya hênik dibû, hingê careke din, li bajarê Cizîrê û Burca Belek vedigeriyan û hukumdariya xwe berdewam dikin. Ango Qesrika Gelî, ji mîrekên Botan re seyrangeh û paytexta wan a havînî bû.
  Gelek Çîrok û serpêhatiyên mîrekên Botan di Qesrika Gelî de çêbûne, gelek Kerwan, di geliyê wê de hatine şelandin, gelek şer û kuştin di boxaza wê de qewimî ye.. Qesrika Gelî, gundekî zozanî ye, li ser rêka Dêrgul û Şernexê ye. Di nav du çiyayên asê de bi cih dibe. Bi kaniyên ava sar xemilandiye, ew kanî dibin çemek bi navê  Bakirtal û di nav gelî re diherike.... Kavlê pirek kevnar, ji temtêla pira Bafit nîv wêran, lê xuya dike... Kes nikare ji zozanan here germiyanan û ji germiyanan here zozanan bêyî ku di geliyê Qesrikê re derbas bibe.. Di sala 1902 an de Mustefa Paşa yê Koçer, serokê Eşîra Koçerên Mîran di boxaza Qesrika Gelî de hat kuştin. Erê Qesrika Gelî paytexta mîrekên Botan a duwemîn bû.

 
   Li gor ku min seh kiriye gelek seyrangeh û gulgeşt li dor bajarê Cizîrê hene, hin ji wan di tixûbên Cizîrê de ne û hin ketine nav tixûbên dewleta sûriyê de wek: Eyndîwerê, Pira Bafit, Kaniya Xeyda û Nêrgiziyek ku ketine nav sînorê sûriyê de, lê yên mayî ji wan seyrangehên ku Cizîriyan xwe li wan digirtin evin: Rezê Mîra, Caferê Sadiq, Cotikê Tûyan, Şikeftan, Mîr Hesen, Eyntirbê, Keylûşk, Emerî, Lawikê Xerîb, Kaniya Emo, Serê Sinsalê, Newala Tilik, Çemê Kursî, Çemê Cihûyan, Sitya Heyat, Mam Elo, Kaniya Evdilcelîl, Mîr Evdal, Banê Cirf, Şikefta Dilop, Delavê Qitkan, Borê mirîşkan.. Hêjaye gotinê, ku ji kevin de û ta roja îro, her çarşem jinên Cizîriyan derdikevin seyrangehê û bi taybetî diçin Westanî, li ser peravê Şetê Dicle -ku îro bûye parka Şaredariya bajarê Cizîrê- xwarina xwe bi xwe re bibin û roja xwe di bin wan darên çinar û  maziyan de dernas dikin. Bi tenê jin, keç û zarok diçin, çênabe ku zilam di nav wan de hebin.. Dibêjin di wek vê rojê de jin bûkan ji zarokên xwe re dibijêrin.. Hem jî ji mêj ve xelkên Cizîrê - bi hatina Çarşema Reş re ku dikeve meha nîsanê de- derdikevin geşt û seyranan, derî bajêr, ji sibehê ta bi evarî dimînin.. Di be ku ev teqlîd ji pêşiyên kurdan yê ku berê Êzîdî bûn hatibe girtin, ji ber ku roja çarşemê rojeke pîroz e li cem kurdên resen Êzîdiyan...

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark