Hadî Behlewî
Te bi dengê zîz Mihemmed ban dikir çerxa felek
Ta gelê kurd ew bi qorê xwe li te çê bihesin
"Ey felek bo te dinalim bo çi nêrgiz çilmisîn
ma çima bextê me hoye em bê dost û bê kesin "
De serî rake hela îro biner bavê Felek
Gel wefadarê te yeew ten bi ter dost bin besin
Me digel saza te noþî çend qedeh bade zelal
Ji þeraba iþq û millet perwerî vêr hewesin
De xwez`ageh biba çawa li dû laþê te em
Va dinoþin ji peyala reþ û tal mey telesin
Keçê dêm dur reþ girêdan por li ber bayêketin
Kezîyê reþ rengê maran kirne xurdê meqesin
Dengê te þêrîn û xweþ dê her li ber gohê minî
Ji te çend sal go diborîn rist û fixan dirisin
Te li kolanê biyan çendî zeman azar buhart
Rengê þêrê dav û qeyd û bend û rikk û qefesin
Serfiraz çû tû ji jînê ser ne çimandî ebed
Ba û bangêrê neyar binyad ji te ned virisin
Xweþ bizane kak Mihemmed go ji dil nabî cuda
Em çi poþman mane îro lewra beyhûde: pesin
Namirin ê wek te îro tim di dil de: þîne kat
Deng û rawanên we bo me : xweþ çirûsk û qebesin
Þeh siwarê çeng û saz û ney û tembûr û tereb
Ê go mûma çax û benga te bi îsin çi kesin