Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Doza TEVKURDê û Kovara Roja Kurdê: Beraat û Ceza…

 


Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Di 03. 03. 2009-an de di derheqê min/me de du doz gihîştin encamê. Ev dozan di derheqê TEVKURDê û Kovara Roja Kurdê de bûn. Naveroka herdû dozan eynî bû. Lê di encamê de me ji Doza TEVKURDê ceza girt û ji Doza Roja Kurdê me beraat kir.  Ez dixwazim li ser van dozan rawestim û reya giştî agahdar bikim, cotstandartî û nedemokratîkbûna dadweriya Komara Tirkiyeyê diyar bikim.


Doza Kovara Roja Kurdê: Beraat….
Di hejmara 2-emîn ya Roja Kurdê de min jî nivîsarek nivîsandibû. Dozger di derheqê min, Abdulhey Okumuşî, M. Elî Uralî, Mehmet Gulserenî, Zozan Gökçeyî, H. Zana Sagnıçî, Velat Amadî, Şergûh Dîpî de, di 6. 07. 2007-an de doz vekir. Ji bona me hat iddîakirin ku, me gelê kurd vekirî tehrîkî dijminitî û kînê kiriye. Ji bona vê jî cezakirina me gorî xala 216-emîn a qanûna cezayê hat xwestin.
Doza Kovara Roja Kurdê di Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê 2-emîn a Diyarbekîrê de domand.
Min di Kovara Roja Kurdê de bi sernivîsa “Li Kurdistanê rojev jinûve avakirin/Rêxistînîbûn e, an na?” bû. Min di nivîsara xwe li ser pêvajoya Tevgera Bakurê Kurdistanê radiwestîm û pirsa rêxsitinîbûnê analîz dikir. Min pêşniyar dikir, ku divê Tevgera Bakurê Kurdistanê jinûve bi pîvanên nû, bi mantiq û paradigmeyeke nû bê ava kirin û ew rêxistina nû ya hevdem û demokratîk û civakî û neteweyî li hemberî dewleta tirk ya unîter û neteweyî têkoşîn bimeşîne, di azadî û rizgariya neteweya kurd de bibe teref.
Di merheleya lêpirsînê de jî û di merheleya dagehkirin de jî, ez û hemû hevalên min ên nivîskar ji nivîsarên xwe re xwedî derketin, min gelek aşkere Kovara Roja Kurd di parêznameyên xwe yên niviskî de parast û doza hatî vekirin, rewa nedît û li dijî Peymana Mafên Mirovî û biryarên Dadgeha Ewrupayê dît, wek karanîna mafên fikrî û xwe-îfadekirinê  diyar kir. Ne rewabûna dadgehê anî ser zimên.
Di 03. 03. 2009-an de diruşmeya dawî pêk hat. Min ji bona ku parêznameya xwe li hemberî mûtalaaya Dozgerê Dadgeha Cezayê ya 3-emîn a Ruheyê pêşkêş bikim, min nikarî beşdarî dirûşmeyê bibim û min ji dadgehê re bi niviskî nerînên xwe pêşkêş kir û ji bona parêznameyê wext xwest.
Lê dadgehê derfet neda ku ez parêznameya xwe pêşkêş bikim. Doza di derbarê Kovara Roja Kurdê de dawî anî.  Lewra dozger ji bona me beraat daxwaz kir û got ku: “Herçiqas di derheqê Îbrahîm GUÇLU û ew kesên din de ji bona ku wan gelê Kurd bi alenî tahrîkî dijminitî û kînêkirinê doz jî hatibe vekirin, di lêkolînan de derdikeve holê ku wan kesan di nivîsarên xwe de çanda kurd derxistine pêş û li Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê, Suriyeyê ciyê kurd lê dijîn wek Kurdistanê bi nav jî kiribin, gomandaran şidet pêşniyar nekirine û propagandaya rêxistina terorîst nekirine, tewanên siyasî nepesinandine, ji bona reya giştî tehlûkeke rojane pêk nehatiye. Dadgeha Ewrupayê di biryarê xwe de Rojhilata Tirkiyeyê bi Kurdistanê binavkirin wek teşwîka şidetê û hewildana serîhildanekê nepejirandiye û wek nîjadperestî jî nepejirandiyê. Dîsa Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê, fikrên piranî ne, fikrên mixalîf ku xwediyê karaktera hejandin û şokê xistiye bin parastinê. Bîrûreyên gomandaran jî di çearçeweya azadiya fikir û xweîfadekirinê de  ne. Ji bona vê jî tewanek li holê tune ye û divê gomandar bên beraatkirin.”
Qadiyê Dadgehê jî ev nerînên dozger eciband û pejirand, di derheqê me de beraat da.
Bi vê biryarê dozger û dadhgehê gorî pîvanên demokrasiyê, Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê û biryarên Dadgeha Ewrupayê tevgeriya.  Rewşa xwezayî jî ew e.
Doza TEVKURDê: Ceza… 
TEVKURDê di qonaxa damezirandina xwe de, di 24. 12. 2006-an de li Ruheyê jî civîneke giştî pêk anî û gelek rewşenbîr û siyasetvanên cûdafikirbûn beşdarî vê civînê bûn. Di civîn de bi dehan kesan axevtinên gelek girîng pêşkêş kirin. Lê bes di derheqê min, Fuad Onen, Arîf Sevînç, M. Kemal Oguzlu, Nadîr Yektaş de bi doznameyeke gelek prîmîtîv û paşvemayî di 29. 02. 2008-an de girêdayî sedema gel alenî teşwîka tahrîka dijminitî û kînê, tewan û tewanbarpesinandin, komara Tirkiyeyê alenî biçûkdîtin û biçûkxistin” doz vebû.
Wezîrê Dadê ji bona ku îzin neda, doza di derheqê heqereta komarê de ji holê rabû.
Dirûşmeya 1-emîn a doza TEVKURDê di 17. 0. 2008-an de di Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya 3-emîn de dest pê kir. Di vê diruşmê de min bi kurdîya kurmancî, Fuad Onenî, Arîf Sevînçî, Eyyûp Karageçîyî, Mehmet Oguzluyî bi tirkî parêznameyên xwe bi devkî û niviskî pêşkêşî dadgehê kir. Nadîr Yektaşî pişt re bi kurdiya dimilkî parêznameya xwe pêşkêşî dadgehê kir.
Di dirûşmeya yekemîn de parêznameyên naverokdagirtî, parêznameyên bi kurdî û tirkî,  helwesta dozger ya neyênî, bê ceribandina qadiyê dadgehê bû sedem ku di dadgehê de bûxranek derkeve holê û dirûşmeyê 8 saetan dom bike.
Dirûşmeya dawî ya Doza TEVKURDê di 03. 03. 2009an de hat li dar xistin. Beriya vê dirûşmeyê dozger di derheqê me de mutalaaya xwe ya dawî di derheqê esasê de pêşkêşî dadgehê kiribû. Me jî li hemberî vê, parêznameyên xwe amade kiribûn, ku em pêşkêşî dadgehê bikin. Dema ku em çûn ber dadgehê, wê demê me dît ku grubeke mezin ya polîsan li ber dadgehê ne. Dema ku me dosye ji çav derbas kir, me tespît kir ku dadgehê ji bona ewliyaya dadgehê polîs gazîkirine. Wê demê dîsa me tespît kir, ku dadgehê me ceza bike û mimkun e ku biryara hepiskirina me bide û me bişîne girtîgehê. Dema ku dirûşmeyê dest pê kir, polîsan salona dadgehê dagir kirin.
Li hemberî vê helwestê parêzerên me diyar kirin, ku “hebûna polîsan li salona dadgehê li dijî pıvana dadgehkirina bi edalet û alenî ye. Hebûna polîsan li ser parastina muwekîllên me bandorekê çê dike. Ji bona vê divê polîs ji salonê derkevin û li derveyî salonê ewliyaya dadgehê pêk bînin.”. Min jî li nerînên parêzerê me zêdekir û got ku “heger polîs ji salona dadgehê dernekevin ez parêznameya xwe pêşkêş nakim. Em li her cihî û li ber her dezgehî û makamî birûreyên xwe bê tirs tînin ser zimên. Heger polîsan xwestin piştî dirûşmeyê emê li derveyî salona dadgehê û heta dixwazin li daireya emniyetê em amade ne ku  em nerînên xwe pêşkêşî wan bikin. Ji bona ku ez/em hebûna polîsan ji aliyê pîvan û hiqûqê de rast nabînin, em daxwaz dikin ku polîs derkevin derveyî salona dadgehê.”
Ev daxwaz me bi sedemên ne rast û bi nerînên dozger yên nehiqûqı hat red kirin. Ji bona vê me û parêzerên me, me parêzname pêşkêşî dadgehê nekir.
Di gotina me ya dawî de jî, em li ser pirsa polîsan û nehiqûqîbûna dadgehkirinê rawestiyan. Min diyar kir ku “Mafê parastinê mitlaq e, qasî ku dewrî mehkemeyê, berpirsiyarekî dewletê nebe bi qiymet û qedirbilind e. Loma jî, ji bona ku mafê parastina min bê xesip kirin ez îcaze nadim tu kesan û dezgehan. Ez/em di gelek dadgehên leşkerî de hatin dadgehkirin, ev dadgeha jî bû dadgeha polîsan. Berê min gotibû ku dadgeha we ji bona ku kurdan temsîl nake ne rewa ye û nikare me dadgeh bike. Di destpêkê de min wek qadi şexsê we ji derveyî vê tespîtê girtibû. Encamên bûyerên îro di dirûşmeyê de hatin rojevê, ez ev nerîna xwe ji bona we jî tînim ser zimên û wek qadi we red dikim û dibêjim ku hûn nikarin me dadgeh bikin. Li cem van yekan rewşa polîsan li Tirkiyeyê tê zanîn ku ew cinetê derbas dikin. Dema ku em parastina xwe pêşkêş bikin û di parastina xwe de behsa Kurd û Kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê bikin, polîs dikarin di dadgehê de çek bi kar bînin. Ji bona vê hebûna polîsan li salonê di hemen dem de mafê me yê jiyanê jî dikare bike tehlûkeyê.”
Dadgehê ev nerînên min, ku min qadi redkirî jî neda ber çav, li dijî hiqûqa usula cezayê derket û di derheqê me de ceza da.
                                                        *****
Dadgehê, deh meh cezayê hepsê da min, Arîf Sevînçî, Nadîr Yektaşî; 11 meh cezayê hepsê da Fuad Onenî; 10 me cezayê hepsê da Eyyûp Karageçîyî û M. Kemal Oguzluyî. Ev cezayê me yê hepsê jî wergerand cezayê perayan, cezaya me yê pere jî bû 105 milyarê tirkan.
                                                       *****
Di dirûşme4ya dawî de jî min û Nadîr Yektaşî bîrûreyên xwe bi kurdiya kurmancî û dimilkî) pêşkêşî dadgehê kir. Parêzer Sabahaddîn Korkmaz wek her demê ji min re û Saîd Aydoğmuş ji Nadîr Yektaşî re wergêrî kir.
                                                       *****
Ew axevtinên me yên ku hatine cezakirin, di hûndirê xwe de şiddetê teşwîk nake. Nerînên ku me di civîna TEVKURDê de anîbûn ser zimên: Di çarçeweya maf û azadiya fikir û xwe îfadekirinê de ku di Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê de û di biryarên Dadgeha Ewrupayê de tê terîfkirin de, axevtineke hejandin û şokê çê dike û li dijî fikrên fermî yên dewletê kemalîzmê ne. Fikirên mixalîf, bi Kurditî, bi maf û azadşiyên neteweya kurd, bi jinûve xwerêxistinkirina kurdan, bi yekîtiya kurdan û bi Kurdistanê re girêdane.
Dîsa jî cezakirina fikir û nerînên me, di Tirkiyeke ku dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrupayê, diyar dike ku ji aliyê standartên demokrasiya navneteweyî ya plûral, azadiya fikir û xweîfadekirinê, pirsa kurd, mafên kêmneteweyan çiqas li paş e. Ev cezaya di hemendem de diyar dike ku li Tirkiyeyê li hemberî kurdan dijminitî dom dike û ji bona ku dewlet xesipkirina mafên kurdan yên kesayetî û kolektîf dom bike, xwediyê îrayeke emperyal û kolonyal e.
Di encamê de…
Ez dikarim diyar bikim, ku bi vê cezayê, cezayê min gihîştin 7 sal 9 mehan. Ew cezayên min li Dadgheha Bilind Yargitayê ne. Heger Dadgeha Bilind rojekê bibêje erê, divê ez bikevim hepsê.
Ev ceribandina du dozan derdixwe pêş, ku li Tirkiyeyê hiquqeke hevbeş û demokratîk û ji mafên însanan, kêmneteweyan û neteweya kurd re rêz digre tune ye. Her dadghek gorî serê xwe biryar digre. Di dadgehkirinê de hevbeşiyek û edalet jî tune ye.
Amed, 06. 03. 2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark