Gulnar Eli
semiyana dil evîn, xwezî, roniya pêngavên rojan e keservedanên demê gêj bişkujşilêra dilsoj şev şiyarmestî siwarên valentine rehwanê xwe li pêşiya min xist.
Buraqê çerxê êkûbîstê gehandin hev. Roj, heyv reşdav li geştê navbera dest û dilan şûşeper ji belgên şînahiyê, pêlên sinoran demên serxweş, ji qedexeyên çavên vê şevê ax bi ax, av bi av, bi tilîliyên dîtina yekemîn, birîskên bêdengiyê taviyek hûr şevnema şana min. Valentine evro Cane xwe di ruhaniya ruha min de faramoş bike jibîr bike. “ ANA AL HEQ” pîroziya zayîna min pîroziya şilêra vejiyay ser dêmê min pîroziya dilêrê efsaneya evînê min asîman mişt ji semayê kir, ji stêrên keyf û kenînê. Navê te di gulwaza işqê de xweştirîn deng e. Hedar, roniya şevbendemanê xogirê li ber reşbayên kelha evê şevê hogirê xewn û bêriyan “ Delalê min, eve çendikî çend salan” di nav cejin û şahiyan ferzindeka mişext bûm! Hizar pelatînk hêlîna dil dagîr bikin, hizar hezar awaz li ser serên min bibarin hizar wêne di paxila min bizên, dê pêkve gorî girnijîneke te bikim. Di henasa min de, Tu, sorgul, dil, asîman, dar û ber, dîwar û qedereka xwedayî sermest î. Trafîk keskin, homeless im, bi qefta gulê belengaziya xwe û te dinuxumînim şagul, serkêşa govenda vê şahiyê me, di nav çavên te de. Tu „ Evra û ez Saturday, February 14, 2009, 2:32:28 AM
|