Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Bêbuhar koçbû «buharê dilê wî geş nekir»

 


Mehmûd Badilî

Li bihnvedana asîmanê heşîn di şopa ewrên spî de, stêr li hev dihêwirîn, li hev dizîvirîn û xwe li hev badidan, ruwên xwe li ser kildûmana borîna kaniyan vedigirtin, serê govendên xwe berdidan, û bazinin di rengê xemgînîyê de diafirandin, min digot qey di oxira çileyê qeşayê de yî, belê di oxira helbesta dawî de  ku ji devê Bêbuhar derbibe, li ser buhara ku bê, û rengê bajarê ku bê, û xewn û sibeha ku bê ya ku ez û jar û perîşanên weku min û Bêbuhar bi xwe jî herdem li hêvîyê movikê tilîyên bendemanê diqurpînin û berdîwar bi siya xwe re


bi ba û baranê re, bi heyva daliqandî re, û bi çira vemirî re li gorî pîvana temenê tarîpingê di kûrahiya jiyanê de û hinekî bilindtir rohniyê dirêsin.
Bibûrînin, ta sitêr jî carna hestên mirov dixapînin, û xapandin di biwara ewrên spî de, li rex bêdengiyê di henteşa reştarîyê de di her kêlîkê de şiyane.
 Wê êvarê min di xwe re ne didît di pencereyê re bi çavê xweyî melûl her tiştî li asîmanê bilind bijenînim, tevku carna gelekî cîhan li ber çavên mirov piçûk û teng xuya dibe, mirov her tiştî têde dibîne weku nabîne.
Wê êvarê tenê tiştê ku rewanê min ber bi arihandinê ve diajot stêrkek qehwerengî carina vêdiket û carina vedimirî, carina difiriya û carina hildiweşiya û xwe diavêt himêza kanîyan.
Her tişt sar dibû, û destên xwedawendan li ser hev bû, pişta xwe dabûn dîwarê asîman, û çend stêrên mest û diljar di şopa stêra hilweşiyayî de li hawîr rewanekî çirisandî dilûsiyan.
Gotin Bêbuhar koçbû, û buharê dilê wî geş nekir.
Zindanê got:
Ronahî nedît, bê xatir xwestin di oxira bêbuhariya çaxê de herdem wêneyên qermîçekê jiyana xwe radixist, xîmav ji pirîskên hêvîyê werdigirt û li ruwê tarîyê neqşên hetavê dixemiland.
Ronahî nedît, û ronahî xewna wîyî rojane bû, çivîk û kevokên dilê xwe di bendemana wê de li ser stiranên evîn û mişextiyê kedî dikir, û kanîyên bêdeng serpêhatiyên pêçîyên wî di hinavên xwe de vedişartin.
Siruşt xemgîn bû di bêzariya ewrên spî de, û ne li bîra baranê bû ku carekê bê serdana zinadana wî, û hinekî di ber êşa hêsirên banga wî bi de.
Bangê got:
Banga wî di gerdena xewê de zîl da, hêdî hêdî xew li xwe hişyar dibû, û pincar û darên hawîr kanîyên deştê, pistepista raperînê di guhê tarîyê de diçandin, û bang qêrîna zayînek nûbû, newaya raperîneke pêlepêlok di giyanê sergevazîyê de.
Raperînê got:
Raperîna wî hildiperikî gewdê êşê, disûrikî hinavê nebûnê, hemî têkçûn li ber kevirê aşê valahiyî kom dikir, lê têkçûn ji têkçûnê têr nedibû, ta kêra zorê gihişt hestiyê mirovatiyê, û mirovatî guharekî bê can ma, hîna di guhê gayê zorê de bawî ye.
Berxwedanê got:
Buhar nedît, û carekê gul û çîçekên buharê berxwedana awirên wî şa nekir, bi dengekî lerizî, halana berxwedanê di neynikên jiyanê de wêne dikir, ne ji bo xwe bi tenê, belê bo hemî xelkên bindest li cîhanê, û bo cîhaneke xweştirîn, bo mirovantiyeke ciwantirîn, bo kurdayetiyeke serbixwe, xêzên pêşketinê li ber destê me radixist, û bi tîrêjên giyanê xwe rê li ber me ronî dikir.    
 Pêşketinê got:
Bêbuhar koçbû, û pêşketin nedît, lê buharek ji peyvên rengereng bo buhara ku bê ji bîreweriya zemînê re li pê xwe hişt.
Bêbuhar koçbû, û yekîtî nedît, belê karwanek ji derd û kulên jiyanê di dil de ma, dilgiran ji nêv me bar kir.
Bêbuhar koçbû, û kurdisatn nedît, lê jiyanek tev mirovahî û hezkirin û kurdperwerî li deşt û çiyayên welatê xwe belavkir.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark