Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: pêþinyar: Bere 15yê gulanê bibe roja rojnamevaniya kurdên parçê rojava.

 


Abdulqader Bedredîn

Eger mirov bixwaze rewþa miletekî nasbike, gereke yekser vegere reveçûa rojname û kovarên wê, da bighêje asta wêyî rewþenbîrî û çi jî siyasî,û wê çaxê ewê baþ bizane bê çawa keft û lefta civatê dileve.
Her weha, parçê rojavayê kurdistanê hin gav û qunaxên giring û bi nîþan di dîroka wê re derbasbuye û çendên kêlikên bercav hatine danîn.


Heger em vegerin li ser rojname yekemîn -kurdistan- û bandora wê li xelkên kurdên Sûryê, ku di vê hindê de, mamoste CELîLê CELîL di pirtuka xwe de * raperîna çand û netewa kurd* de dibêje: (rojnama -kurdistan-bihtirîn bi nav û deng dabû li Sûryê, bi taybet li -þam-a paytext, ji ber ko ji wê derê dihate belavkirin li seranserên kurdistanê).
Sûryê dibe mîna kelehekî ji rewþenbîrên Bederxaniyan re, ji mîrê mezin Bedirxan beg tanî mîr Miqdad,Celadet,Kamran û Rewþen xanim,herwisa guristanên bihtirînên wan di nav Tara kurdên þam de bi cîbûne û bûye þûnwarê seredanên dîrokî ji gelê kurd re.
Rêveçna rojnmevaniya gelê cîhanê û serkeftina wê di bin gelek sedem û egerên taybet re bûrîne û dîroka rojnamegeriya gelê me jî ko buye zêdetirî sed salî û virde, bê guman di bin nîrên dijwar û derbider derbasbuye û herweha felekê di nava têr qeqeþun de werkirye, lê têt zanîn ko rojnamevaniya kurd bi xebata aþtîxwaziya gelê xwe ve hatiye girêdan û buye parçek ji xebata tevgera azadîxwaz re, ji ber wisa jî lebt û çûna wê geh bi jor û geh bi jêr de, ew jî li gora hêzbun û qelsbuna tevgerê di hat.
Ji ber sê xalên gring bangaziya min pêwist dibe, ko bibe rojeke bi nîþan û beryarkirina vê raperîna bê deng:
1- Xwedanê kovara-HAWAR- Mîr Celadet Bedirxan ê Azîzî, ko bi saya serê wî û dilsoziya hest, hiþ û ramanên kurdeyatî punijî û cara yekemîn tîpên latînî hunand û zarav û dengdariya  peyva kurdî bi cih û coran kir û ji xefk û direhên ziman dizan parast û kire xwedan ferheng û rêziman.
2- Cara pêþîne ko kovareke mîna –HAWAR-ê di parçê rojava de, ne tenê bi zimanê zaraveya kurmanciya jorîn ya xweþ û nerm hatiya weþandin, lê belê ya herî giring û balkêþ ewe ko yekemî kovare di dîroka kurdan de bi tîpên latînî hatiye nivîsandin, di roja 15yê gulana 1932an de.
3- Ev rêzimana HAWAR ê buye rêbaza bihtirînên weþanxanên çapemenyê di her çar parçan de û bi dehên rojname,kovar û pitukxane, bi tîpên HAWARê hatine weþandin û herweha bi hêztir û xurtir di domîne. 
Di dawîyê de, ez gazî li hemî saz û dezgehên kurd yên rewþenbîrî dikim ko roja 15ê gulanê bibe roja raperîna rojnamevaniya kurdên rojava,bibe derwazeke bi rêk û pêk bi bîranîna rêveçûna rojnamegeriya parçê rojava.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark