Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Nameyên ji Evînê re (2)

 




Demhat  Dêrikî

Evîn,min ji te hezkir û birîna min kûr bû…birîn kûûûr kûr dibe…li welatê
Min,erêê li welatê min yê ku tu nasdike,bê sînor û pirs û pirsiyar li ser canê
Min mêza mirinê kêlî bi kêlî vedaye û bi noþ bi ser hestên min de dike piyala
Jehra dûrîkirinê Evîn.


Kul û jan jî li hespan siwar bûne û þûrê qutkirina nêzîkbûnê li ser deþta min
Dibezînin.Dilê min di nava tofanê de ye Evîn!bager û aþûtên berfê bi ser min
De tên,dilê min dibin,dixwazin diyarî warê serdestiya tariyê bikin.Dilê min gulê
Di aþê dûriyê de tê hêrandin!


Tu dizanê Evîn?Niha li mezela xwe rûniþtîme û piþta min li dîwarê ku bûyî þahidê
Demjanên mine.Ji derve baran dibare û li hundir barana serpêhatiyên me ji
Çavên min dibarin.Dixwazim dilê xwe di sirûþta gundê me de,di dilê te yê
Wek þîrê dayika xwe sipî de biparêzim.Lê derew!artêþa zilamên durû!dizên
Bê ked bi sirûda evîna te êrîþî min dikin û bi navê te sond dixwin ku tu ya
Wayî.Wê demê ez hawara xwe digihînim xeyal,hêvî û peyvên te yê ji welatê
Kulilikan.


Aaax Evîn;li van deveran,li van dûrîyan û dûrî te,jiyan sêleke sore ji êgir
Jiyan kiraseke ji sitiriyan li bejina min,jiyan bê te gulê di devê gurên mijhez de ye.


Baran dibare û ez li hundir li wan dilopan temeþe dikim û çavên min di nava
Wan de diçe,diçe xwe digihînê rojên baranên gundê me,rojên ez û te dibûn mêhvanên
Dilopên jînê û em di bin van dilopan de li pey azadiya xewnên xwe dibezîn.
Çend xweþbûn ew roj evîn?û îro ez di nava birînên xwe de li ser wan
Rojxweþan digirîm,digirîm,digirîm…


demhatderiki@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark