Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: Li ser rola kesên serbixwe di derbarê yekîtiya bizava tevgera kurd de

 


  Dimuqratî *

Ramana yekîtiya bizava tevgera kurdî, cihekî xwe yê giring û balkêþ li cem hemû kesî distîne, ji ber ew bi xwe armanceke qenc û giringe ji xebatê re li hember zordariyê, û tevegera kurd gelek þêwe ji bona bi yekkirina tevgera kurdî bi cih anîne, û yek ji wan þêweyan ew bû yekkirina rêxistinî a ku serkeftin ne dî , û negihiþt mebesta xwe. Tev ku hin þêweyên din hatin bi kar anîn, mîna Enî û Hevbendî, ên ku bêtir têkilî û nêzîkayî bûn di nava hinek ji partiyan, û ev þêwe bi serkeftîtir bû ji yekîtiya rêxistinî, û heta bi çend salan vî þêweyî akamên xweyî pozîtîv lîst di rewþa tevgerê û pêþketina wê de.


Lê ew jî qelsayî têde peyda di bû ,ji ber hindek aliyên qelsiyê ku têde diyar dibûn, û sedema serekî ji vê qelsiyê vedigere ku dema aliyek bixwaze wê astengan li darxîne û wê qels bike, û ev bêtir hate xuyan di bizava (kombendiya partiyên kurdî)de, ku tiþtekî hesane dema ku partiyek yan bêtir ji vê peywendiyê derkeve û wê sist bike, tiþtê ku dihêle karê wê raweste.
Tevî wê di bizava çarçewa Enî û Hevbendiyê de jî ev asteng dibe ku derkeve holê, ku hindek alî ji nava wê çarçewê derkevin  û dev jê berdin û bixwazin wê biþkînin. Û bi giþtî, dema ku þêweyê peywendiyê bi tenê di nava partiyên siyasî de be, wê heta radeyekê mezin berdewamî û serkeftina wê jî girêdayî be bi berjewendiyên ew aliyên ku di nav de.
 Lê bizava Hevbendî þêweyekî nuh da xuyan, dema ku kesên serbixwe û welatperwer xiste nava rêberiya xwe de, û vê bizavê da xuyan ku derfetek nuh heye ji bona bi cih anîna yekîtiya rêzên tevgera kurd, tevî dema ku Hevbendî kete astengiyê de rola ew kesên serbixwe di wê de diyar bû ku li dijî bizavên perçebûnê bûn û bi parastin û pêþketin û firehkirina wê dixwestin. Û berî wê jî ev rastî bû a ku bûbû bingeh ji bona avakirina Lêvegerek kurdî weke baþtirîn gav ji bona peywendiyên di nava partiyan de, û bi sûdewergirtin ji bizava Encûmena giþtî a Hevbendî.
Ji ber wê hate vexwendin ji bona avakirina Lêvegerek kurdî di riya Kongrek netewî ku hemû rêxistinên ku bixwazin lê beþdar bibin û bi mercekî sereke ku divê kesên serbixwe ji rewþenbîr û nasrawên civakî ên kurd têde beþdar bibin.
Tevlêbûna kesên serbixwe di rêberiya tevgera kurd de ne kêmaniye ji rol û karê tevgerê re ê siyasî, ji ber ku dema kesek serbixwe be nayê wê wateyê ku ew kes dûrî siyasetê ye, lê li dij wê ji ber perçebûna tevgerê bi dehan û sedan ji kesên bîrbir hene dûrî çarçewên partiya ne, û civaka me tije ye ji wan kesên welatperwer û zane ên ku divê di nava rêberiya tevgerê de bin, û ji wan bêsûdewergirtin, û da sînorek bê danîn ji nerînên parîtîtiyê ên teng û bizavên hindek kesan ku dixwazin kolana siyasî di destê wan bi tenê de be.

* Rojnameka mehane ye partiya dîmoqratî pêþverû kurd li sûrya belav dike

Jibo xwendina babetên hejmara (4)an,  li vir bitikîne

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark