Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Nameyên ji Evînê re (1)

 




Demhat  Dêrikî

Evîn!Li dûrî te û tu li vir,di nava vê dûrîyê de nejibîrkirineke ji serpêhatiyên
welatê kulilikan.Tu li wir û ez li vir,hemû rê û bajarên hiþê min ber bi te ve
dimeþin û sirûda navê te bilind bilind dibêjin;em ji te hez dikin Evîn.


Li van dûrîyan Evîn,þev bê te derbas nabin,her þevek navê xewnekêye,her
Xewnek navê te ye û di her xewnekê de hemû çemên laþê te ber bi min ve
Diherikin,min dibin ji xwe re dibin û çemên laþê min jî çemên te radimûsin
Dibin yek û deþta welatê kulilikan dewlemendtir dikin,geþtir dikin ji kulilikên
Zayînê.


Li vê dûrîyê Evîna ji evînê,wan peyvên te yê li ser kaniya gundê me ku ji
Nava lêvên te yê sorgulî derdiketin û dibûn tebata êþên min û ez di nava
Xwe de hildigirtim,dixwînim dixwînim û rondikên çavên min ji hesreta
Nimêja ji wan peyvan re min dadiqurtînin,dicûn û dixwin!


Tê bîra te dema serê min li ser kemaxê te û destên te di nava pora min de
Digeriyan û rûpelên evîna me dixwendin û te digot;dema ez têm vir,li ber
Vê kaniyê wê demê ez xwe di avê de,di daran de, di giyê de,di bêhna nanê tenûrê
De ku her êvar li li seranser gundê me digerê dibînim.Ma ev tinê;ez xwe di van gir û kendalên gundê min de,di awaza bilûra þevanê gund de dibînim û te parêzvanê wan
Dibînim.


Wê demê ez radibûm,tu jî dibûyî hevala vê rabûnê,destê me dirêjî destê hev dibûn
Serê te dikete ser milê min û bêhna te ya sirûþtî derbasî nava min dibû
Ez derbasî nava te dibûm û min rojên li xwekirina kirasê sipî dijimaratin.


Erê dergûþa nalînên min li vê dûrîyê,bê te jiyana min birîndare,birîna min li vê
Dûrîyê xwe dikolê dikolê kûr kûr xwe digihînê gundê me.
demhatderiki@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark