Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ji dîwana Mehmû Derwîþ.. Çermê yekem sirûda:(Ji xwêner re)

 




  Wergêr: Xalis Msewer

Zenbeqên reþ di dilêmin
      Û di nav lêvên min de.. agirin
Ji kîjan hovîtiyê tû hate nik min
      Ey hemû xaçên erniyê ?
Bi kovaniyên xwe re bûme heval..


    Û min destê xwe da çol û birçîbûnê
Erniye.. destê min..
    Erniye.. devê min..
û xwîna damarên min ava erniyêye
    xwênerê min !
pistepistê ji min hêvî nekin !
    ji þahiyê bê hêvîbin
eve azariya min..
   derbeke korfelaqî di qûmê de
û ya din di ewran deye
    besî mine ez ernî me
Û agir pêþya wî erniye
   Dengê te, min di reh û dilê xwe de hilgirt
Ne xeme ku te dev ji þerê min berda
    Hemû çîrok di xwîna min de
Çifrît; li ser lêva min di fesilîne !
     Min malik û neqþên wan dane ber bê
Ku ne wek þûrên êgir bin.. qafiya min !
    Bi mirin yan tune bûna tîpê.. bawer bûm
Yan ji dijminê xwe re min kindira þenqê danî !
    Bi tîpê bawerim ku agir bî.. ne xeme ku
Ez.. yan stembarê min arîbin !
    Ku ez ketim.. besî hilgêrê ala mine
Wê li ser tirbê xelk binivîsin
                       "Ew nemiriye"
………………………
Ernî: Qehir û Acizbûn (الغضب)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark