Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: di şertên îro de TRT 6 ne ji xêrê re ye

 


  Derwêş  M. FERHO

Ev bû demek ku hem Kurd hem jî hin ji Turkan li ser hatina TRT 6 diaxivin. TRT 6 ji testê bihurt û dest bi weşana xwe kir. Roja sersalê TRT 6 programek amade kiribû û min jî lê nêrî. Paş re min li hin programên din jî nêrî. Ya Xwedê ya Yezdanê mezin. 
Herweha KURD 1 jî di roja sersalê de programek amadekiribû. Min li wê jî nêrî. Ji bo KURD 1ê ez serketinê hêvî dikim.
Mijara vê nivîsê TRT 6 e û ezê bes li ser wê binivîsim.


Gaveke girîng e. Kurd bi salan e daxwaza mafên weha dikin. Zimanê xwe bi serbestî bikar  bînin. Di xwendegehan de mîna her Turkê ku bi Turkî perwerdeya xwe distîne Kurd jî dixwazin bi Kurdî bibin xwedî perwerdeya xwe. Medya Kurdî di nava azadiyê de were weşandin. Radyo û televîzyon xewna her Kurdî ye. Bi Kurdî jiyan, hêviya her Kurdê normal e. Kes şikê ji vê nabe. Lê…
Herkesê bîrewer bi hêsanî dikare bêje ku ev gavavêtina dewleta Turk, ne ji xêra Kurda re ye. Her ji destpêka vê gavê ve meriv didît. Lê dîsa di serê gelek kesan de pirsek hebû. Gelo ewê „naverok“ çibe? Xuya ye heta serê hin merivan lê nekeve dîwarê pêş xwe nabîne. Ne zimanê ku tê bikaranîn, yan kesên ku tê de bixebitin, lê raste rast ew naverok e ku berbat e. Rastiya Kurdistan û gelê Kurd û gelek gelên din li Kurdistan û Turkiyê li meydanê ye. Ji destpêka avabûna xwe de dewleta Turk bi her awayî talan, kuştin û koçkirin ji Kurdan re maqûl dîtiye. Ji destpêkê ve zor û zilma li ser gelê Kurd ji aliyê vê dewletê dibe ku îro jî TRT 6 vedike! Her roj „Korkma, Sönmez“a Turkan bi 40 milyon Kurd bixwaze bide guhdarkirin.
Ev welat û gel ji hev ne pirr dûr in ku meriv li ser wan bi awayekî pirr fereh programan amade bike. TRT 6 her di destpêkê de êş, derd, zor û zilma li ser cîranê(n) xwe nabîne lê diçe programan li ser selikçêkirina Vietnamiyan „ku di hember emperyalîzmê de şerekî mezin kirine“ diweşîne. Xwelî li serê xwe kira. Li welatê Kurdistan gundek yan bajarek nebû ku selikan çêdike? Û li Kurdistan ev 90 sal e şerrê dijê emperyalîzma Turkiyê nayê kirin!!!
We dikarî li nava gundên Kurdistan pirseke tenha li ser derd û kulên wan, li ser jiyana wan, ji du pîrejin yan ji du kalemêr kiribane dinya xera nedibû. Pirseke li ser zarokên wan ku nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin!!!

Gerek her kes baş bizanibe ku ev gavavêtina dewleta Turk ne ji xêrxwaziya wê ye. Ez nabêjim hikûmeta AKP! Na, ev kar karê dewletê ye, bi destê AKP tê meşandin. Di vê demê de kîjan partî li ser karbane ewê eynî tişt bikira. Di nava partiyên dewletê de ti ferqê nabînim. Yek partî ji ya din baştir nîne. Yek ji ya din pîs û qirêjtir e.

Di dema ku medya Kurd di bin mezintirîn zextê de ye, hebûna Kurdan di fermiyetê de nîne! Asîmîlasyon bi hemû hêza xwe berdewam e! Zimanê Kurdî di fermiyetê de hê jî qedexe ye! „zimanekî nenas“, yan jî „zimanekî tune“ ye. Dewlet xwedî erkeke „ya hez bike yan terk bike”. Hê jî dayika ji zîndanê vedigere; sedem ji Kurdî pê ve nizane ti zimanekî din biaxive! Dewlet şerrê Kurdan kûr û xurt dike:di hember hebûna wan de çi pêwîst e dike! „Li Arjantîn jî dewleteke Kurdî ava bibe ewê şerrê wê bike“. Gundên Kurdan bi carekê xera dike, Kurdan talan dike! Wan ji gundan derdixe, koçber dike. Zarokên Kurdan di nava kuçan de gulle dike, çengên wan dişkîne! Zarokên Kurdan bi deh salan ceza dike! Dayikên Kurdan di nava kuçan de êşkence dike! Navên Kurdî heta niha qebûl nake! Navên gund, bajar û herêmên Kurdan guherîne Turkî. Hurmeta wan ji çand û zimanê kurdî re tune ye. Li siyasetmedaran zimanê Kurdî qedexe dike. Siyasetmedaran ne bes bi deh sal lê dixwaze bi 45 sal cezayê zîndanê mahkûm bike. Bi dewleta Îranê re her roj bi tonan bombe diavêje Başûrê Kurdistan.
Bi kurtî Kurd û Kurdî (bi her awayî) ji bo dewleta Turk nabe hebe û eger hebe jî gereke were tunekirin. Eger ji dewleta Turk were ewê ne bes Kurdan tune bike, lê ewê welatê wan jî bi temamî bide hundakirin.

Baş e çima ev gav? Çima dewleta Turk paş 90 salî înkar û zor û zilmê ji nişka ve ev gav avêt? Heta niha Kurdî nebû! Heta berî du heftiyan jî „zimanekî nenas“ bû! Kurd nebûn! „Kart-kurt=esil Turk“ bûn! Sedem çi ye ku dewleta Turk gav bi gav û her roj ji nuh ve „tükürdügünü yaladi“ dike?

Fermo çend sedem?
Bê goman mercên ji hindurê welêt; berxwedana çekdar ya PKK ji 25 salan û vir de dewlet xistiye rewşeke zehmet. Vê berxwedana bi rûmet ji hemû xap û davikan xwe azadkir û lîstikên dewletê pûç derxist. Li hember gelek zextan li ser piyan ma û hêza bîr û baweriya xwe ne bes bi Kurdan û dewleta Turk, lê herweha bi dinyayê da îspatkirin.
Gerîllayên qehreman tevî hemû zehmetî û kêmasiyên çek, di hember êrîşên ordiya Turk ya „namli-şanli“ berxwedanên pîroz kirin. Her êrîşa vê ordiya xwînxwar berteref kir. Di hember dehhezaran mehmetçikê Turkan û xwefiroşên cerdevanan de bi sedan gerîla serrekî mezin li darxist. Ew ronahiya ku ji gerîlla belav dibe û tîrêjên wê dighine nava gel li nav gund û bajarên Kurdan û di metropolan de Kurd bi hêvî kiriye û ew jî bi hezaran vê berxwedanê pîroz dikin. Êdî dewlet nikare vê hêza bi rûmet û vê hêza xwedî bîr û bawerî bişkîne.
Dewletê dît ku şervanên Kurd û gelê xwedî rûmet ne pariyên hêsa ne. Gereke e tiştek bibe. Ne ji bo xêra Kurdan, lê ji bo xerabiya Kurdan siyaseteke din bimeşîne. TRT 6 ev e. Ewê bibe hêlîna fitne û fesadiyê di nava Kurd û Kurdistan de.

Zextên ji dervayê welêt û bijartinên di Adara pêş me de jî rolekî girîng dilîzin. Partiyên dewletê û dewlet bi xwe dixwaze di hin waran de, di hin mercan de gelek tiştên ku hunda kirine paş de bistine. Mîna bajarên Kurdistan ku şahredarî ji destê wan çûne. Ew dibînin ku di xebata xwe ya berfereh de şahredarên Kurd û ji partiya DTP, bi serbilindî, bêyî dizî, qirêjî û sextekariyan şev û rojên xwe kirine yek û ji gelê xwe re xizmetê dikin. Tiştên ku ev sedsaleke dewleta Turk nikare bike, yan jî naxwaze bike, şahredarên DTP di çend salan de pêkanî. Bûna hêviya gelê xwe. Bûne xizmetkarê gelê xwe. Gelê herêmê, Kurd û Ermenî û Suryanî, Ereb û herweha Turkên wira jî ferqê dibînin û ji şahredarên DTP razî ne.
Temamiya parlementerên DTP xebatên mezin dikin. Herweha partiyên dewletê û dewlet bi xwe jî, xebata serbilind ya parlementerên DTP dibînin. Ev parlementer, herçend e kêm in jî, xebatên mezin didine ber xwe. Bi cesaret in. Rastgo ne. Bêtirs in. Di nava avayiya dewleta Turk de mîna qehremanan li nav çavên dewleta Turk dinêrin û pîsîtî û qirêja dewletê di parlementoya wan de dibêjin!
Yekîtiya Ewropa ku Turkiye dixwaze bibe endam, rewşa li Turkiye dişopîne. Herçend e YE ne li gorî standardê pêwîst di vê pirsê de kar dike jî dîsa ji gelek aliyan ve hin zextên ciddî li ser Turkiye dike. Di vê yekê de xebat û tevgera Kurdan li Ewropa ya pirralî li Ewropa roleke mezin dilîze. Bê goman xebata wan jî ne bes e. Lê Kurd ne Kurdên berê. Ne bêdeng in. Di her wesîleyê de li meydanê ne. Di warê civakî de, di warê aborî de, di warê kultûrî de, de nava zanîngehan de, di warê xebata diplomatîk de û di warê xebata di nav partiyên siyasî yên Ewropî de Kurd hene. Kurdên me êdî meydana derûyên Turkan li Ewropa teng dikin. Hatiye wê derecê ku ji sedema hebûna çend Kurdên xwedî rûmet û xebatkar, wezîrê karê derve yê Turkiyê, cesaret nake bikeve salonên parlementoyên Ewropa. Hêdî hêdî Ewropî jî mecbûr dimînin ku rastiyê bipejirînin û rûyê reş yê Turkiyê mahkûm dikin.

Dewletê bi awayên cihê xwest Kurdan li Bakur di hemberê hev de bide şerkirin. Cerdewan derxistin nav Kurdistanê. Bi van koruyucuyên kirêt, xwînqirêj û şîrheram xwîna Kurdan da rijandin. Lê hereketa Kurdan ya bi sebir û pîroz ev lîstik jî pûç derxist. Di bin her zor û zehmetiyan de gel rabû ser xwe. Zimanê xwe xwest. Kultûra xwe xwest. Bi kurtî, jiyana Kurdî xzest. Li Kurdbûna xwe xwedî derket. Gelek bedel dan. Dayikên Kurdan di nava kolanan de ji aliyê polîsên Turk lêdan xwarin. Çengê zarokan li pêş kamerayên televîzyonan hatin şikandin. Zarokên Kurdan gullebaran kirin. Lê dewlet bi ser neket. Kurd bi qerar û bi bîr û bawerî bûn.
Lewma jî di nava programên Kurdî de bi zaravayê Kurmancî!

Li Başûrê Kurdistan gelek tiştên mezin dibin. Herçend e zehmet e û rêçik tejî stirî û kemîn in jî Herêma Kurdistan ji 1991 û vir de di warê aborî, demokrasiyê, civakî û perwerdê de ji dewleta Turaniyan gelekî zêdetir gav avetine û serketîtir e. Di parlementoya Kurdistan de Kurd, Turkmen, Asûrî-Kildanî-Suryanî, Ereb hene. Misilman hene, Xiristiyan hene û Êzîdî hene. Her kes xwedî qedr û qîmet e. Ev herêm jî hê bîst salê xwe temam nekiriye. Û hawîrdorê wê tejî kemîn in. Kemînên dewleta Turk, Îran û Suriyê. Hêzên xêrnexwazên Ereb li Iraqê jî ji bîr nekin. Li Başûrê Kurdistan, ne li gora standardê Ewropa jî be, demokrasî heye. Muxalefet heye, hikûmet heye, çapemeniya alîgirê hikûmetê û ya dijî hikûmetê heye. Gelên cihê azad in. Mîna Kurdan xwedî nirx û paraztî ne. Ol di nava vê herêmê de azad in. Bîr û bawerî ne di bin tirsê de ne. Kes ji bo bîr û baweriya xwe, ji bo nasnameya xwe û ji bo ola xwe nayê êşandin.
Meriv dikare vê yekê li Turkiya Turanan bibîne? Dewleta Turk paş 100 salî xwe ji mêjiyê genî xelas nekiriye. Hêjî her kes li Turkiyê „Turk“ e û wesselam!
Dewleta Turk dixwaze her tiştî bike ku tesîreke mezin li guhertinên di Iraqê û Başûrê Kurdistan de dibin bike. Hedefa herî mezin ji bo Iraq û bi teybetî Başûrê Kurdistan destabilîze bike. Ev 17 sal in her tiştê jê tê dike ku bidestketinên Başûrê Kurdistan tar û mar bike. Ew herêm tijî MIT û IT û BIT kiriye. Di bin navê perwerdeya bi kalîte di xwendegehan de zarokên Kurdan jî mêjîşuştî dikin. Niha zanîngeh jî dane vekirin. Ji mîro û mêşan zêdetir „tüccarên Turk“ ketine nava Başûrê Kurdistan. Hedefa mezin destabîlîzekirina Başûrê Kurdistan e. Hedefa duyem kontrola li ser Kerkûkê ye. Hedefa sêyem kontrola li ser Musûlê ye. Û hedefa dawîn jî Iraqeke li gora dilê xwe bide avakirin. Ewê TRT 6 jî bibe navendeke ji bo xizmeta van xap û lîstokên dewlet Turk.
Lewma jî di nava programên Kurdî de bi zaravayê Soranî!

Lê hê maye. Ji avabûna xwe ve Turkiye henekê xwe bi hebûn û bîr û baweriya Alewiyên Kurd, Kurdên Zaza yan jî Dimilkî kiriye. Pêşketinên li Kurdistan di nava van Kurdan û herêman de jî xurt bûye. Dewlet dibîne ku mîna her derî ew cî jî ji destê wê diçin. Li fen û fêlbaziyan digere. Dixwaze dîsa derbê li wan bixe. Dubendîtiyê bixe nav wan. Wan xwe bi xwe berde hev. Wan û Kurdên din, wan û gelên din berde hev.
Lewma jî di nava programên Kurdî de bi zaravayê Zazakî yan jî Dimilkî!

Ev çendek ji gelek sedeman in ku dewleta Turk TRT 6 da destpêkirin. Ti xêrxwazî di vî karî de nîne û ji zû de „naveroka“ wê xuya bû. Kurdên ku di vê mijarê de dudil in bila ji gotina Turkan bi xwe dersê bistînin: „Görünen köye kilavuz istemez“.

Hêvî ew in ku ji îro û paş de Kurd li ber her bayî nereqisin. Ew bi xwe jiyana xwe di her warî de plan  bikin û şert û mercan peyda bikin û pêk bînin. Tu kes serê meriv naxwerîne. Her kes serê xwe bi destên xwe dixwerîne. Hele hele Turk, qet û qet, serê Kurdan naxwerînin. Eger ew bixwazin serê me bixwerînin ewê di fersendê de xencerê li pista stuyê me bixin û ji holê rakin.

Bawerî bi dewleta Turk nabe. Eger dewleta Turk bixwaze biratiya ku em Kurd bi dehsalan e dikin qêrîn pêk were, gerek e gavên wekî din biaveje. Mêjiyê xwe li ser pirsa Kurdan zelal û durust bike. Ev jî ev e: her tiştê ku ji Turkan re heye gerek e ji Kurdan û gelên din re jî hebe. Qanûn û dezgehên wan ji kok werin guhertin. Di bin siya red û înkarê de pariyên bênamûsiyê ne lazim in.
Mînakek piçûk: dema gerîllayê ku di hember talan û zora liser gelê xwe de têkoşînê dike  jiyana xwe ji dest dide û şîna wan dibe, dê û bavên wan, gelê Kurd li ser wê şînê banga aştiyê û biratiyê dike. Demokrasiyê dixwaze. Bangê li dewletê dike û ku ew dostaniyê di nava gelan de pêk bîne. Lê dema mehmetçikê Turkan jiyana xwe ji dest dide û şîna wan dibe, dê û bavên wan, gelê Turk bi giştî dizûre û ji dewletê daxwaza ji kokrakirina gelê Kurd yê „terorîst“ dike. Li ser gora mehmetçikê xwe dibêje „hê du kurên min û sê keçên min jî hene. Ezê wan jî bishînim cephê ku koka van terorîstan bînin“. Ferqa mêjiyê Kurdên di bin nîrê kolonyalîzmê de û mêjiyê Turkên kolonyalîst ev e.  
Ji bo Kurdan alternatîf? Çima pêwîstî bi pariyên dijmin heye? Eger em xwe bi xwe hebin her tiştê me jî heye.
Dewleta Turk îro TRT 6 vekir. Sibe rojanmeya bi navê Turkiyem 7 û roja din Zanîngeha Kurdî ya bi navê Turan 8 û ya din ordiya Kurdî 9 ji bo parastina Kurd û Kurdistanê pêkbîne kes şaş nebe. Weyla li me pepûkan be!
De werin em piştgiriya saziyên xwe ku hene bikin. ROJ TV, Mezopotamya, Newroz, Kurdistan TV, KURDSAT, ZAGROS, ROJHELAT, KURD 1, TISHK...
Li zimanê xwe xwedî derkevin. Li Kurdbûna xwe xwedî derkevin. Li axa xwe xwedî derkevin. Li gerîllayên xwe xwedî derkevin. Li Pêşmergeyên xwe xwedî derkevin. Li Amedê, li Wanê, Dersîm, Mêrdîn, li Kerkûk, li Musul, li Xaneqîn û Mehabadê xwedî derkevin. Li Hewlêr xwedî derkevin.

Hedef, xwedîderketin û parastina her nirxê Kurd û Kurdistanê! Serketin encex û encex bi vê dibe.


Zarathustra News – zoroaster@comhem.se

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark