Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yan xwîna wî birjîne,an mejiyê wî biperçiqîne

 


Silêman Azer

Gotinek heye wiha tê gotin (yan xwîna wî birijîne,an jî mejiyê wî biperçiqîne),ev gotin bi rastî gelekî xwe li bejin û bala me kurdan dixwe, dema ku em li ser bûyerekê an jî heyberekê baxivin.û em nikarin bi þêweyekî þaristanî bi hev re bidin û bistînin,ji bilî ko em hev xwefiroþ û cehiþ û ….ht,bi bînin.çima ez vê yekê tînim ziman,ji ber du bûyerê nêzîk qewimîn.


ya pêþî koçkirina mamosta m.n.mustefa ye,sekreterê partiya kurd li sûrî piþtî nexweþiyeke giran.û li vir jî ez sersaxiyê ji malbat û dost û hevalên wî re dixwazim,û xwedê wî bidilovaniya xwe þabikî û cihê wî jî buhiþta wî be.û ya diwemîn jî vekirina kenaleke teliviziyonê ji aliyê tirkiyê ve bi zimanê kurdî ew jî trt6 e,ku wê bi zimanê kurdî þev û bi roj bê weþandin.ev herdû bûyer bûne derfetek ji gelek gengeþe û danûstandinê re di nav kurdan de.ya pêþî koçkirina m.m.n.mustefa ku bi rastî kar û xebateke wî yî dirêj di ber miletê kurd de heye,û wî çend sal ji temenê ciwaniya xwe di zindanan de bûrandiye.ev kar û xebata wî jî gelek rexne û niqute nîþan jî bi þûn xwe de hiþtine,û bi taybetî piþtî koçkirina m.kemal derwîþ sekreterê berê yê partî,û ew parçebûna ku partî têre derbasbû.lê tu kes baþ ev kar û xebata m.nezîr mustefa ne nirixand û hewil neda ko bersiva hinek ji wan pirsan bide,û ez jî nikarim bersiva wan pirsan bidim,ji ber ez bi xwe jî gelek niqutepirsan dikim di derbarê wê demê de????.
Û li vir jî em dikarin hinek ji wan pirsan jî li vir bînin ser ziman:gelo ma dive ko çi kesê xebatek di ber miletê xwe de kiribe ew buhayê wê kedê bistîne,merov ji bo miletê xwe dike an jî ji bo navekî,ma ew navdarî û ew nav malbatî mehnekê dide merov ko çi bike tu kes wî bersivdan neke,an jî mirov bizava wî nenirxîne û bi tenê pesnê wî bide.li vir ezê xala dawî di vê yekê de biktînim berî ez dergehê tu tewanbarî û xwefiroþiyê li xwe vekim.û bûyera diwemîn ew vekirina trt6 ya ku dewleta tirk bizimanê kurdî vekir,gelo ka mirov çawa wî dinirxîne û dibîne.bi rastî em dibêjin baþe lê di pey gotina wê baþbûnê re çend pirsan jî dikin.ma bi rastî dewleta tirk gihaye wê baweriyê ko ew mafê kurdan bi wan bide,ango berpirs û serokên tirkiyê ev kenal vekirin ji baweriyekê,heger bersiv erê be,ev tiþtekî gelek baþe,lê heger bersiv na ne ji baweriyekê ye lê ji ber hinek zixt û tirsa ji ewropa û hinek dewletên cîhanê be naxwe ev kenal dimîne henek pêkirin an jî wek tê gotin hinek tozike davêjin çavan.lê di derbarê kesên ko têde kar dikin,hinekan gotina xwefiroþ û caþ li ser wan gotin,ez li vir dibêjim bi rastî gereke em ji vî þêweyê dan û standinê dûr Kevin.bese bi tenê heger yek ne li gorî nerîna min bi,axive ez biçavên xiyanetê lê binerim,ango yan tê weke min bêje an tu dujminê minî.ev þêwe dibaweriya min de maye bi tenê çekê qelsa û nezanan.bese em bi çavên tewanbariyê hev binirxînin.bere em hinekî ji wê perwerdiya ko dujminê me di me de çandiye bi dûr Kevin.wek me di destpêkê de got,yan xwîna wî birjîne,an mejiyê wî biperçiqîne.di dawî de ezê vê gotarê bi dawî bînim ji ber ez di wê baweriyê deme ko hinek hene wê ji niha ve kêrên xwe tûjbikin ji bo serjêkirinê û her wê hinek niqute pirs jî bimînin…????

silemanazer@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark