Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Rojîn weke kesên din xwe nafiroşe

 


Rojînê ku di van demên dawiyê ji aliyê raya giştî ya kurdî ve rexne li wê hatibûn girtin, ji ber ku gotibûn bavê wê faşîstekî Kurd bû û nedihîşt ew di mal de bi tirkî biaxifin, di vê hevpeyvîna xwe de got, Piştî 2-3 heftiyên din ezê li bernameya Ibo Show de derbikevim. Ez xwe ji wan Kurdan bi Kurdtir dibînim ku rexneyan li min digirin ji ber strangotina bi Tirkî, ez ji huner û çanda gelê xwe hez dikim û dixwazim bi Tirk û dinyayê bidim naskirin...”
Fermo hevpeyvîna ligel Rojînê bixwînin:


We li hevpeyvînekê de li gel rojnameya The Turkish Daily News gotibû: "Xelk dixwazin ez redîkalîstbim û tenê bi zimanekê stranan bêjim, lê ez dixwazim bibim pirek li navbera Kurd û Tirkan de", we di vê hewlê de serkeftinek bi destanî?

Bi min gelek xweş û giringe ez bibim pira aştiyê ya navbera Tirk û Kurdan de. Bi sedema strangotina min ya bi Tirkî jî, heyranên min zêde zêdebûne. Rojnameya The Turkish Daily News bi xeletî behs kiribû ku Kurd ji ber wê yekê dijminên min in ku ez bi Tirkî stranan dibêjim. Tenê hinek Kurdên radîkal dijminê min in. Ew jî hejmara wan gelek kême û dibe ku ji %1 bin. Berevajî heyranên min li nava Kurd û Tirkan de zêde bûne. Mînak, ez di hemû televizyonên Tirkan de derdikevim. Piştî 2-3 heftiyên din ezê li bernameya Ibo Show de derbikevim. Ez xwe ji wan Kurdan bi Kurdtir dibînim ku rexneyan li min digirin ji ber strangotina bi Tirkî, ez ji huner û çanda gelê xwe hezdikim û dixwazim bi Tirk û dinyayê bidim naskirin.
Ma çi tê de ye eger ez bi Tirkî, İnglîzî, Fransî û her bi çi zimanekê stranan bêjim? Qebhet û karaset ewe ku ez bi Kurdî stranan nebêjim, lê ezê li ser bi Kurdî strangotinê berdewam bim. Eger min jî wekî hunermendên Kurd yên li Tirkiyê got, ez ne Tirk û Kurdim û min bi Kurdî jî stran negot, wê demê mafê wan heye bi xirabî behsa min bikin. Lê niha ez xizmeta hunera Kurdî dikim.

Çima tenê bi Kurdî stranan nabêjî?


Rojîn: Bi rastî ez dixwazim bibim hunermendeke cîhanî. Ji ber vê jî ez dixwazim bi İnglîzî, Frensî, Erebî û Tirkî stranan bêjim û ez bi 11 zimanan stran dibêjim. Ez dixwazim bibim stêreke cîhanê û ne tenê li çarçove û gundekî de stranan bêjim.

Strangotina bi Tirkî, pirsgirêkan ji we re dirûst nake?

Rojîn: Belê pirsgirêkan ji min re dirûst dike, lê ez dixwazim bibim pirek û herdû zimanan nêzî hev bikim, ji ber ku em li gel hev jiyan dikin. Em li Tirkiyê ne wekî Kurdên Êraqê ne ku li dûrî Ereban jiyan kiribîn û jinxwazî di navbera me de nebe. Li Tirkiyê ne wisaye, Kurd û Tirk ketine nav hev û pêwîste wekî xwişk û bira bi hev re jiyan bikin. Ji ber vêye eger ez tenê bi Kurdî stranan bêjim, wê tenê Kurd min nas bikin. Lê eger ez bi Kurdî û Tirkî stranan bêjim, hem ji bo min qezence û hem jî Tirk guh didin stanên min. Diyare eger ez bi Tirkî stranan dibêjim, ji xwe ez nabêjim ez ne Kurdim û xwe wekî xelkên din nafiroşim. Ez ji siyasetê hez nakim, lê nabe mirov di jiyanê de tejî dijwarî be, nabe mirov hemû kesê bike dijminê xwe û divê sîngê Kurdan fireh be.

Li Tirkiyê strangotina bi kurdî hêj jî pirsgirêk û astengî li pêşiyê heye?

Rojîn: Belê hêj jî pirsgirêk hene û nahêlin, dibêjin bi tirkî stranan bêje û bi kurdî nebêje. Dema ez diçim kîjan bernameyê jî, ji min re dibêjin tu bi xwedêkî bi Kurdî stranan nebêje. Ez jî hemû carê dibêjim ji bo wijdana min aram bibe, divê her stranekê bi kurdî bêjim. Ji ber ez Kurd im, kurdî ziman û çanda min e û çawa dibe ez bi kurdî stranan nebêjim?!
 
Dema tê başûrê Kurdistanê, Tirk tu pirsgirêkan ji bo we çênakin?

Rojîn: Ez çar-pênc caran hatime başûrê Kurdistanê. Cara yekem dema hatim li dergehê Îbrahîm Xelîl ji min re pirsgirêk çêkirin. Polîsan 7 saetan ez li aliyê Tirkiyê hêlam û ji min pirs kirin, çima diçî û li wê çi dikî? Ji min re digotin tu diçî konseran ji bo hilbijartina Mesûd Barzanî lidardixî, ev yek gelek cihê êşê bû, ew şofêrê Kurd yê ez pê hatim ji polîsan re gotibû Rojîn netewperesteke redîkalîste û girêdayî Barzanî ye. Mixabin kurd mirovên xwefiroş û di nav de îxanetkarên zêde hene. Em pê keyfxweşin ku têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyê de xweş bibin û ji bo me jî baş e. Dizanî her çi dema di ragihandina Tirkiyê de êriş dibin ser Barzanî, ez ewqasî dixeyidim û şevê ji qehran xew bi çavê min nakeve. Ji ber armanc ji van êrişan sivikkirina Kurdan e. Carekê rojnameyeke tirkî gotin û xeber dabûn Kek Mesûd, min bi navê sed kesan, sed mail ji bo wê rojnameyê rêkirin û min ji wan re got, em Kurdên Tikriyê tu caran qebûl nakin ku hûn sivikatiyê bi Kek Mesûd bikin. Ji ber vê jî têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyê bi başî û xirabî karigeriyê li ser jiyana me çêdike. Lê em pê keyfxweşin ku têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyê de gelek baş bibin.

Hestên we çi ne, dema hûn tên başûrê Kurdistanê?

Rojîn: Wexta li Kurdistanê leşker û polîs bi kurdî diaxifin, ji keyfan giriyê min tê. Ji ber dema em li Tirkiyê bi kurdî diaxifin, leşker û polîs zor û zordestiyê li me dikin. Li konsera bilavkirina diyariyên parastina jinê, ji berî em biçin mal de, polîsan gotin, telefon, nasname û çi li gel we heye bi cih bihêlin (Roja 25/11/2008 li Hewlêrê çêbû, Rûdaw), nekû ji min re nexweş tê belkû ez pê gelek keyfxweşbûm û eger li welatekî din ba wê ji me re nexweş hatiba. Lê keyfa min ji leşker û polîsên Kurdan re tê.

Hûn yek ji hunermendên kurd yên jinin û di dema strangotinê de gelek sema û dansê dikî, li gorî we
çavkaniya vê yekê çî ye?

Rojîn: Ez tevlî 25 şanogeriyên tirkî bûme, tevlî çend filman bûme û ji wan jî filîma (Dol) ya Huner Selîm û filma (Bazar) ku çar xelatên pirteqalî yên zêrîn standiye û li Tirkiyê jî navûdengekî zêde hebû. Ji ber ku ez aktrîst im û min karê akterî kiriye, ez nikarim bi sekinî û bêtevger stranan bêjim. Stayla stranên min jî newisane ku ez bê tevger pêşkêş bikim. Mînak; nabe ez strana (Hêjaye, Hêjaye) bêjim û tu tevgerê nekim, wê demê dibe sedemê yarîpêkirinê.

Lê heya niha jinên hunermend yên Kurd ew wêrekiya wekî we ku hun dansê dikin û stranan dibêj nîne?


Rojîn: Bi rastî ev yek ne gunehê wa ne, civak û ol rê nade wan. Rêzên min ji Îslamê re hene û bi xwe jî rojiyan digirim, lê nabe ol bibe astengî li pêş pêşketina me. Li başûrê Kurdistanê, sîstema rejîma Seddam sîstemeke dîktatorî û pîs bû, eger hunermendên li başûr li Tirkiyê bûna û her çendî li wê derê jî dîktatorî heye, lê jin azadtir e yan jî li Ewrûpa jiyan kiriban û wê demê ew jî azadbûna. Ji ber vê jî ez nabêjim çima hunermendên Kurd wekî min stranan nabêjin, ji ber eger ez jî li Hewlêrê mezinbibûma dibe ku min jî wekî wan nekarîban bi şeklê niha stranana bêjim.

We straneke Soranî (Çendî geram leşaran) ya Humer Dizeyî gotiye, hun bi niyetin ku bi vê zaraveyê kurmancî stranan bêjî?

Rojîn: Ez dixwazim bi Soranî, Zazakî, Lorî û hemû zaraveyên kurdî stranan bêjim, ji ber ew hemû beşekin ji zimanê min.

Hûn rewşa jinên Kurdistanê çawan dibînî?


Rojîn: Ez li Hewlêrê jinan nabînim, tu bi kîjan alî ve biçî her zelam e. Çima jin li tu cihî diyar nakin, jin hebana wê jiyan xweştir bibûya. Dema ez li Kurdistanê nûçeyên xweşewitandina jinan dibihîsim, bêhna min gelek teng dibe. Ji ber vê ez dixwazim karekî ji bo wan jinên di mal de ne û naçin derve re bikim ji bo ew li mal de kar bikin. Mînak, li Japonya jin di malê de saetan dirûst dikin. Divê jinên Kurd pêşbikevin û ji bo jinên Kurd bernameyên zêde hebin. Ji ber eger jin pêşketin wê zelam jî pêşbikevin. Min di kilîba (Ay Dil) de behsa kuştina jinan ya li Kurdistan û Tirkiye kiriye.
 - Rûdaw-Hewlêr
Jêder : avestakurd

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark