Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Disa ewrên reş

 


Dr. Heznî Haco
heznihajo@hotmail.com

    Ji dema peymana di navbera PKKe û PDKe-iraq de binkeyên tevgerara azadîxwaz a bakurê welêt li başûrê kurdistanê hene.

    Mixabin ku demek dirêj di ser ve neçû, ev peyman hate binpê kirin. Dewleta tirk tiştê jê hat kir ku ev peyman nemîne. Piştî ku DYA di sala 1991an de Seddam bê çeng û per kir, beşek ji herêma Kurdistana başûr rizgarzgar bû û desthilatdariyek kurd hat damezrandin. Di bin bandora tirkan û hinek ji zilhêzên rojavayî de, di serî de DYA û Brîtanya, parlemana başûrê Kurdistanê yekemîn biryar derxist ku binkeyên PKKe bi zor werin rakirin.


Birakujyek ku dilê mirov li hev dixist û çi ne dima ku mirov verîşe di navbra PKKe li aliyekî û PDKe û YNK li aliyê din peyda bû. Ev reftara ne li rê ji hêzên kurdî yên çekdar ên her du layan rewşek pirr hestyar î xeternak di nav cemawerê kurd de peyda kir. Ya ku hişt agirê metirsiyê  yekcar gurtir bibe, helwesta rêxistinên kurd ên her çar parçan bû. Sed mixabin ku ji van rêxistinan pirtir rewşa hijmarek ne kêm ji rewşenbîrên kurd bû ku ji dêlva ku avê li vî agirî bikin, pûşê ziwa avêtin ser. Helwesta rêxistin û rewşenbîran, derza ku hêzên çekdar afirand bû, ferehtir kir. Bira û bira yên xwedan bîr û baweriyên cawaz bi sêhrika sere tifingê li hev dinêrt. Dijminan, di serî de desthilatdarên dewleta tirk digotin; oh xweş.
    Ev nêzîkî 2 salan e ku xweşbextane, di navbera her sê hêzên kurdistanî yên sereke de, bi taybetî di navbera PKKe û PDKe-iraq de hewayek (atmosfêrek) xweş ku pirr bi dilê cemawerê kurd e, peyda bûye. Bersiva birêz Mesûdê Barzanî ji fişarên derve re, bi taybetî ji yên dewleta tirk re ku: Birakujî bûye xeta sor, aramiyek weha çand ku di nav cemawerê kurd, li seranserê Kurdistanê de govend di dilan de çêkir. Gotina wî ya zîrekane ku ji masmêdya tirkan re got: Me bi we re ne carek tenê şerê PKKe kir, lê em biser neketin, berevajî wê, ew xurttir bûn, behaneyên fişardaran vala derxist. Danezanên rayedarên payabilind ên PKKe ji birêz
Ocelan bigre ta birêzan Murad Qereyilan, Cemîl Bayik û yên din dema digotin: Em dê destkeftinên gelê xwe yê li başûr ta dilopa dawî bi xwîna xwe biparêz in, ev govenda dilan hîn germtit kir.
    Di van demên dawîn de fişarên dewleta tirk yekcar zêdetir dibin. Peymanên wan bi desthilatdarên iraqê, DYA, îran, sûrî û hinin din ji dewletên ereb re, dihêlin ku mirov jê bipelikîne. Danûstandinên wan, ên ne belo, bi rayedarên herêma Kurdistana federe re bi sedan pirsên xemxwar di sere gelê kurd de digerînin.
   
    Hêvî û bendewariya gelê kurd ew e ku hêzên başûrî, xwe ji metirsiyên desthilatdarên iraqê re, ku ji nû ve damaran wan ên nejadperistiyê bi xurtî lê didin amade bikin. Ji sedî not ji rêvebirên Sinna û Şîa, ta liberalên wan, ku berî Seddam ji qul û qewêran were derxistin, di civînên London û Selaheddîn de lav lava wan bû li ber birêzan Barzanî û Talebanî, niha, piştî kirîna Hêlokopteran û çekên din î giran, xwe xurt dibînin û dest bi çavsoriyan dikin. Divê rayedarên başûrî van kesên çavsor tê bigihînin ku heger ew vê care zêdegaviyan bikin, kurd amade ne xeta 36 ber bi jêr ve bibin ta ku Xaneqîn, Mendelî, Celewla û Şigal jî himbêz bike.
    Ji rayedarên PKKe jî tê xwestin, bi serkeftinên xwe yî ber bi çav li Zelê û deverên din ku kîmya general, siyasetmedar û şîrovenivîsên tirkan guhert, serxweş nebin û dest bi tûjikdanan (provokasyon) nekin. Heger hêz û wireyên wan hewqas xurt in – ku em pê bawer in – dive vê care ku heger serkêşên tirkan li ser serhişkiya xwe bimînin û şer dijwartir bibikin, wan zirt û fortên xwe bibin serî, hêz û xurtiya xwe li derveyî xaka bakurê Kurdistanê ber bi rojavayê wê ve bibin û ji gelê xwe re vê hêz û xurtiyê bidin nîşandan, lê bi ti awayî û di bin tu şert û mercan de ne ber bi başûr ve.          
 
  Di salên 90î, yên sedsala bûrî de, rêvebirên dewleta tirk û masmêdya wan, hebûna beşek ji hêzên HPGe li başûrê welêt ji xwe re dikirin mertalû pal pê didan ku hêzên başûrî bajon ser binkeyên PKKe . Helwesta hêzên başûrî di wê demê de ta radeyekê dihat guvitandin – bê ku were pejirandin - ji ber ku rewşa wan, di hemu waran de lawaz bû.            Cihê dax e ku cewlek ji rewşenbîrên kurd jî wê demê behaneyên masmêdya tirk ji xwe re kirin benîşt. Hinan ji wan ji tirkan pirrtir ev benîşt dicûtin. Lê tiştê ku dilê mirovê kurd xweş dike ku niha ew benîşt hat avêtin û hijmarek pirr kêm ji rewşenbîrên me tê xapandin an xwe dixapîne. Kurdek ku bi hinda sere derziyê kurdayetî pê re hebe vêca dizane ku dewleta tirk êdî ne li benda ye ku li behaneyan bigere ta ku destkeftiyên gelê me yê başûr ji kokê rake û tevgera azadîxwaz biperçiqîne. Girîza devê wê ji petrola Kerkûkê re sînoran jî li ber xwe dibe.
    Em netewek mafdar in. Dagirkerên me ketine bizavê û her dem li hev kom dibin ku me qir bikin. Rewşenbîr û masmêdyên wan wek leşkerên bê cil p berg firmanên rêvebirên xwe pêk tînin tevî ku baş dizanin ku ew zordariyê diparêzin..
    Di serî de ji rewşenbîrên me - bi taybetî yên ku di Televizyon, Radyo, rojnameyên rojane û govaran de dixebitin - tê xwestin, bergiriya netewa xwe bikin, rîp û pîlanîn dagirkeran ji gelê xwe re tazî bikin.
    Ev ne slogan  û navtêdan in. Ev bangewaziyeke ku em xwe ji van ewrên reş û tarî rizgar bibin. 
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark