Arjen Arî
dil navé te kaçûmanok, navé te béndera tayé sira nesimî hénik tenik, dil Çola Kerbelayé ziman melhéba peyvan, çarînan didérim hemû qamûs bi navé te radibin reqs û semayé ţitl 1 ţeveké, hew ţeveké ji paţîvé heta ţeveqé ez bibûma bahrek û tu kelekek bûya li kéleké!
2 biçûma… dûr biçûma li parsa hezé leqayî te bibûma parsa kirî me bikira ţekir û me bela bikira li zarokén xakeké. 3
rojeké, rojeké pérgî te bém diţém çivîkén çavén xwe bifirînim stiraneke nîvcomayî dé birevînim ji ser ţaxé henara l’ daristaneké. 4
motacî du peyvan im niha: yek, ji bo çavén te biçurisin ya din, bo poré te pé ţeh bikim li ber kezîkura neynikeké 5
ne tu bî hezé çawa li ferhengé zéde bikim? peyvé çawa ji Evdél deyn bikim? kaniya ji nû ve zayî me, dikim zéde bibim û biherikim berûbahreké 6
her tu welaté min î bénav î: di tofana jiyé de tu qeraxa herî kevî tu li baţûré dilé min dikevî: layek te rastî, layek yekera xeyaleké! 7
tenétiyeké dimeyéné dilé min wey li min, li ké dinerin çavén te? sihar dé bimeya li ser mijankén te ku min ţev bikuţta bi xençera maçeké 8
qîzikeke çil-kezî ne xweziyén min bi ţev dihûnim, bi roj wan ţeh dikim bi her ţehkiriné re dilé te seh dikim dimînim,nikarim derém ji biné çaleké! 9
dikulkul im li ser réya dildayîné kuleké kulek im, her li dû kerî: tu bi vé rikké, lé… ez bi vî serî nagihine hev li duriyaneké! 10
ji hemû deran tu ji dil dixwî noţîcan be noţîcan, ku tu min jî bixwî tu nexwî, dil dé çi bihele d’ min de qajikek im di nav diranén hezé de heza te diţibe qajikçûtina qereçiyeké 11
kurmiké hezé ku di dil de geriya bi ser peyîzé de henar ku pel bi pel weriya piţtî her birqé ku ezman giriya xuţţîna robaran e mizgîna bihareké 12
tu a di dilî de, bi dilî re tu é bikevî tirbé jî tu é li ser tirbé durikeké diréj vebéjî tu é hezé biréjî hezé li tevî tava xilolîkan pahra zaroké giryan, ya çîrokbéj:vebéjî! 13
taldeyek î tu, sîtaveke zinarî, bayekî hénik tayé jiyîné bi hezé stûr,béhez xavik xavik bi ya dilé xwe bik lo, bi ya dilé xwe dil qesr û qonax e, pahra mirîyan e çalik! 14
hez bétemen e, di temené hezé de me ez ez bétemen im di temené min de ye hez bibez, newest li dû dil da tu bi ser hezé vebî dara sér ,mixabin çi berî nade; lé her xerzik bi demé re dibe rez!
|