Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Nūēe: Mīhrecana sźhemīn ya roja helbesta kurdī li Elmanya bi cožeke mezin hat bīranīn

 


Elî Cefer

Çand bi gelemperî û wêje bi taybetî rûyê berz yê civakan ne, yan jî wek hin ronakbîrên me dibêjin nînik û awêna gelan e. Ji lewra, çi gava hêzên dagîrker dikevin welatekî berî her tižtî çand û zimanê wî welatî qedexe dikin, da ku ew gela her û her nezan, perîžan û bindest bimîne. Û gava ew gelê bindest bixwaze pêžeroja xwe bi destxîne, helbetê berî pêž divê xudî li wêjeya xwe derkeve, vejîne û xwe pê têr bike, û bi serda jî xwe bi wêjeya cîhanî av bide, çimkî çand yekemîn çek e li dij nezanî û bindestiyê.


Gava mirov çavên xwe li serdema kevin û ya nû a cîhanê bigerîne, mirov dibîne ku çi gava civakek gihaye qunaxeke bilind ji žaristaniyê de, rewža çand li ba wan di asta bilind bû ye, û bervajî wê, ew gelên pažda mayî û bindest, rewža çandê li ba wan di kevizandinê da ye. Di vê çarçewê de gotina serokležkerê Firansî ya sedsala 18 an Napilyon Bonepert a ku dibêje; hezar tang û top min natirsîne, lê gotareke di rojnameyekê de min ditirsîne ne ji valahiyê hatiye. 
Ji vê rastiya dîrokî, bîr û bûçonê, em dibêjin; her çalakî û bizavek bikeve xizmet gežkirin û žiqindana çand û zimanê me, pêwîste ji lay rêxistin, dezgeh, ronakbîr, rewženbîr, û gelê me de cihê pîrozbahiyê be.
Di vê žopê de, duh, Yekžemê (2. 11. 2008) li bajarê Bonn-Elmanya yê, sêhemîn roja helbesta kurdî bi tevlêbûna hejmareke berbiçav (150-200) ji helbestvan, ronakbîr, rewženbîr û kurdhezên peyva kurdî, bi cožeke germ hat li darxistin.
Pižtî kêliyek bê deng li ser giyanê cangoriyên Kurdistanê, nemaze siwarên peyva kurdî, xêrhatina mêhvanan hat kirin, û di pêre gotina komîta amadekar ji layî xwediyê vê nivîsê ve hate xwendin. (Peyva mîhrecanê li jêr bixûnin )
Helbestvanên beždar li gor Alfbya kurdî li ser sê giropan hatin dabež kirin, tenê  rewža helbestvanên jin û helbestvanên rûmetê; ku ji her bežekî welêt yek helbestvan hatibû vexwendin, di pêžkêžkirinê de li ber çavan hat girtin. Yên helbest xwendine ev bûn: Azer Osî, Arževê Oskan, Cankurd, Dîlan Zêbo, Dilyar Dêrikî, Dilžad Omer Kaki (Bažurê Kurdistan), Keça Kurd, Dr. Ebdilmecîd Žêxo, Edîb Çelkî (Helbestvanê rûmetê-Bažûrê Kurdistanê), Ebdilrehman Efîf, Husên Hebež, Hesen Îrandost (Rojhilatê Kurdistan), Hêmin Kurdaxî, Jan Dost, Kawa Žêxî, Mizgîn Hesko,  Mihemed Tarikulu (Bakurê Kurdistan), Nezîr Palo, Nedîm Yosiv,  Serhan Îsa, Žêx Xelef, û xebat Žakir.     
Ji xeynî helbest xwendin, hunermendê deng nazik Zubêr Salih du stiran bi deng û tembûra xwe ya xwež berî bêhinvedana pêžin dilê beždaran xwež û žad kir. Wisa jî rêcesor û dirametorê Casimê Wezîr (ji Kurdên Sofyeta berê, çend peyv gotin, û dilžadbûna xwe ji mîhrecanê re diyar kir. 
Hêcayî gotinê ye, ku ji sala 1994 an de, ango ji  mîhercana duhem de,  her sal  ji aliyê komîta amedekirina mîhercanê de helbestvanek yan  hîn pirtir  tête  xelatkirin. Komîta amadekar ya mîhrecana sêhem li Ewropa xwest ku ev diyar de li vir jî were domandin, ji ber wê û ji ber ku rêzdar Dr. Ebdilmecîd Žêxo him xudiyê pêžniyaza pîroz; ya ku mîhrecan bibe salan e, û him  di gelek cureyên wêje de berhemdar e û xwe ji helbestê jî dûrnexistiye, lewra jî komîtê baž dît ku ew îsal were xelatkirin. Bi serda jî hersê mêhvanên rûmetê, Edîb Çelkî, Hesen Îrandost û Mihemed Tanrikulu, weha jî hunermed Zubêr Salih hatin xelatkirin.
Divê em vê bêjin ku bi dehan birûskname ji ronakbîr, rêxistin û dezgehên kurdî, çi bi nivîskî, çi bi riya têlnamê û çi jî bi beždarbûn gihan komîta amadekar, ew jî ev bîn:  Pena Kurd, Eskerê Boyîk, Saziya çand û hunerê ya Rojavayî Kurdista, Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur, Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyê-Rêxistina Ewropa, Hevgirtina Rewženbîrên Rojavayê Kurdistanê, Kongira Netewiya Kurdistan KNK, Heyderê Omer, Salih Cefer, Perwîz Cîhanî, Bavê Narîn, Mala Êzîdiya li Bonn, Partiya Demokrata Pêžverû Kurd li Sûriyê-Rêxistina Elmanya, Partiya Yekî Demokrata a Kurd li Sûriyê-Rêxistina Ewropa, malpera Avesta, malpera Efrîn net, Mêlvan Resul, Ezîz Xemcivîn, Instuta kurdî ji bo lêkolin û zanistî–Elmanya, û Partiya PYD-Rêxistina Ewropa.    
Wek encam, em bê dudilî dikarin bêjin ku roja helbesta kurdî serkeftî derbas bû, û li darxistina wê çokek li çemê wêjeya me fazle kir. Herweha divê li vir em ji bîr nekin ku ev bû cara duhem bi alîkariya navenda YASA û cara yekeme bi pižtvaniya Weqfa Živan Perwer mîhercana tête  li darxistin, ev jî cihê spasî û dilxwžiyê ye.
Lê hîn yê li dawiyê dilê beždaran xwežtir kir denbêjê nuhatî Rêkêž Seyranî; ji Bažûrê Kurdistanê ku li Swêd dimîne hati bû mîhrecanê, bi dengê xweyî çiyayî û zîz çend stiranên M. Arif û Hesen Cizîrî gotin, herweha di pêre Zubêr Salih dîsan  berdewam kir  û mîhrecana me xemiland.
Gotina komîta amadekar
Ger dê hebûya me jî xwedanek    Alî keremek latîfe danek
Îlm û huner û kemal û  îzan        shîir û xezel û kîtab û dîwan
Ev cins biba li ba wî mewzûn       Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê îlmê kelamê mewzûn         Alî bikira li banê gerdûn


Helbestvan, nivîskar, rewženbîrên rêzdar
Roj baž ji we re û hûn hemî bi xêr hatin ..

Di destpêkê de ez bi navê komîta amedekirina mehrecanê we hemûyan spas dikim ku we bang û vexwendina me pejirand, beždarbûna we cihê ženazîyê ye.

Berêzan!
Di dîroka rexnevaniya wêje ya serdema me de hatiye gotin ku: " wêjevan; pêžengên giyanewanî yên netewên xwe ne ". Eger em baž li nînik û awêna civak û gelên cîhanê binêrin, emê hemî bi hev re rastiya naveroka vê gotinê bê dudilî biçespînin. Wêjevanên gerdûna me yên kevnežopî û yên nûjen di dîrokê de mînakên pir gež in. Gelo, ma kî ji me rolên nivîskarên cîhanî wek nimûne mîna romannivîs Lêv Tolostoyê, Necîb Mehfoz, Markiz, û helbestvan, Pûžkîn, Walt Waytmen, û Elêksender Blok di pêžketina civakên xwe de berçavan re derbaz nekirîye?
Kî ji me rolên wêjevanên mîna, Gottê, Brecht, di nîgarkirina rewža civakên xwe de nas nekiriye? Kî ji me hikariyên Ehmed Žewqî, Bilind Elheyderî, Mehmud Derwîž di pêžxistina civakên xwe de nabîne?? Û her wekî din bi sedan nivîskarên cîhana me bi hemû hiž û wežên xwe, bi hemû hest û zanînên xwe bi awayên hunerî alozî û arîžeyên civakên xwe žirovekirine û giyanê miletên xwe bi zanîn û asoyên pêže rojê avdane.
Herweha jî dîsan emê bêjin û vepirsin, kî ji me, wêneyên rastîn,  yên civaka me di berhemên pêžengên wêjeya gelê Kurd de mîna Ehmedê Xanî, Pîre Mêrd, Erebê Žemo, Cegerxwîn, Qedrî Can û dehên din de nabîne û dengên axîn û qîrînên çemên Feratê, Arasê, Efrînê nabîse û bi wan re nakane yan fêrmêskên zaroyên wan bi destmalên bûkan baqij nake..??
Erê nivîskar û wêjevanên beždar! Her kesayetiyek ji we jî, li gorî kanîn û hêza xwe azerî û janên gelê xwe bi hunermendî li ser težiya dayika xwe dirêse, bi hêstirên êžên xwe; žîr ji zarokên welatê xwe re dimeyine û govenda peyva kurdî di nav gulistan û zeviyên xwe de digerîne. Hûn jî mîna hevalên xwe li cîhanê, giyanê milêtê xwe bi zanîn û hostayetiya hunerî av didin û gulistanên gelê xwe bi gulên rengarengî dixemilînin, afrandinên we bežek ji žaristaniya gel e, lewra, mirov dikane bi hêsanî bêje we, hûn jî rêberên netewa xwe ne; erk û berpirsiyariyên we pir mezin in.

Wêjevanên rûmetdar, pêžengên giyanewanî !
      Va ye îsal 13 emîn mîhrecana helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê, di 24 meha borî de, li darket, weke piraniya we zanin ku cara yekem roja helbesta kurdî li gor pêžniyaza van nivîskaran, Dr. Ebdilmecîd Žêxo, Heyderê Omer, Rûxwažê Zîvar û Elî Cefer di 22.10.1993 an de, ango di roja koçkirina seydayê me yê mezin, helbestvan û žorežgerê gelê Kurd Cegerxwîn de hatiye çespandin.
Herweha jî hevalekî ji van hevalên jorîn; ango endamekî ji komîta damezrandina mîhrecana yekem di gotareke xwe de li Sûriyê hêvî ji nivîskar û ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê li dervayî welêt kiri bû, ku ewanan jî di roja 22.10. ê mîna roja helbesta kurdî mîhrecanan sal bi sal li darxînin... lê mixabin ev çalakiyan ta demekê nehatin kirin. Lê divê em bêjin jî ku bi malavabûna çend nivîskar û rewžênbîrên Kurd li Almaniya cara yekem roja helbesta kurdî di roja 4. 11. sala 2000 î de li Buchumê hate lidarxistin.
Va ye îro jî em cara duhem bi alîkariya navenda YASA û cara yekeme bi pižtvaniya Weqfa Živan Perwer mîhercana xwe ya sêhem bi beždarbûna hêjayên mîne we bi dilgermî li dardixînin. Em di vê baweriyê de ne ku helbestvanên amede, dê bi peyvên hestwer û bi ramanên xwe yên giranbuha dîlana mîhrecana xwe bixemilînin.
Sed çepke gul li ser gorên helbestvanên nemir, pakrewanên peyva netewî, peyva evînê.
Carek din silav û rêz bo we ...  niha û herdem hûn serkewtî û serfiraz bin.

Komîta amadekar ya mîhrecana roja helbesta kurdî 2008

2.11. 2008

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark