Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nameyak bo merivé Evdalé Zeyniké Û Homerosé Kal:Yaþar Kemal

 


  Roj baþ, Seyda.
Bi héviya siheteke baþ û temenekî diréj…

Min ji nûçeyan bihîst*; Xelata Wejéyé ya ku Serokkomarî dide îsal layiqî cenabé te dîtine.
Ez bi navé te, mixabin nikarim xoþhalî û dilþadiya xwe diyarî cenabé te bikim.
Tu vé xelaté bistînî, sed heyf e ku ezé nebéjim pîroz be!
Ne ku cenabé te vé xelaté heq nake; te pir xelat heq kirine, te xelat wergirtine, û xelata herî mezin jî gihaye te: Dilé mirovan. Dilé milyon milyon meriv…
Ji dilé mirovan wir ve tir xelateke héjatir, bihatir, bi nîrxtir..?


Bivé nevé, xelat niþaneya héjayiyé ye, ya payebilindiyé!
Ê jixwe tu merivekî héja, pénûsekî xurt î xur, nivîskaré ku mirovahî pé bi rûmet û serbilind e yî.

Tu Yaþar Kemal î, ezbenî!

Hay ji xwe hebe: tu bi saxî nemir î, tu bimrî jî tu nemîr î.
Hay ji xwe hebe, û xwe bi desté xwe nemirîne.
Jahra ku pé ‘bimrî’ ye ev xelat, û didine te!
Di dawiya temené te de bi xelateké te jî ‘kedî’ bikin, te jî bikin ‘kuré dewleté’!

Bi xelatéké tu yé bixapî, ezbenî?
Qey tu bi qasî xelateké Serokkonariyé erzan î?

Tu Yaþar Kemal î, ezbenî:
Yek ji zarokén Homeros, merivé herî nézî Evdal!*

Tu Yaþar Kemal î,ezbenî:
Xwediyé romanén stûr stûr; ji pirtukén pîroz jî stûrtir…

Yé péximberan yek e, yé te deh in, panzdeh in!

De were,  mérxasiyeké bike, wernegire vé xelaté ji desté Serokkomar!
Wernegire, red bike bi navé 50 hezar kuþtîyî!
Wernegire, red bike bi navé 5 milyon kesén ji cih û warén bûyî!
Wernegire, red bike bi navé 4 hezar gundén þewitî, rondikén herikî, xwîna rijiyayî û tét rijandin… û éþa ku hatiye kéþan û hé jî tét kiþandin!

Tu ne yé qewîtiyé yî, rézdar.

Û haþa; ez û þîretan li te bikim, ré bidim ber te?

Lé dîsa jî, weke merivekî ji merivén Evdalé Zeyniké, weke þairekî evdalé zimané xwe; û bi qasî ku cenabé te bi ser wéjeya kurd ve bernadim jî; min xwest gewretiya te, dilériya te, kurdîtiya te bi bîra te bînim, ezbenî!

Li gel rézgirtiné, silavén ji milké dil.

30/10/2008

Arjen Arî
*Diyarmane

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark