Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yê «Reş» Berê Wî Li Koşka Spî ye

 


HOŞENG OSÊ
 
Di pêvajoya amadekariyên hilbijartinên serokomariya li Amrîkayê, atmosfera li DYA’yê dide nîşandan ku namzetê partiya demokrat; Barak Obama, dê serkeve. Derdora 182 rojname û kovarên Amerîkî, ji nav wan "Washîngton Post" û "Newyork Tîmes" piştgiriya Obama dikin.  Tenê 50 rojname û kovar, piştgiriya namzetê partiya komarger Jon Makîn dikin.


Heya berî çend rojan, hemû ankêtên der barê hilbijartinan digotin ku Obama bi 12 xalan li pêşiya Makîn e. lê ankêtên dawî dibêjin ku Makîn dikarîbû farqa navbera xwe û Obama kêm bike û bigihîne 5 xalan (noqta). Bi kurtî, ger rewş bi vî rengî berdewam bike, yekemîn car di dîroka DYA’yê de, kesek ku bi nijada xwe ji Afrîkayê ye dê bibe serokomar.
 
Heta salên 1990’î jî hîn pêlên nijadperstî di navbera mirovên reş û spî yên amerîkî de pir xurt bû. Mirovên spî yê ewropî, tim hemwelatiyên amerîkî yên reş ku bi eslê xwe afrîkî ne, û rojek ji rojan kole bûn, pir kêm didîtin. Lê niha, wer dixuyê, ku DYA hewl dide ku dîroka xwe ya reş a nijadperest li paş xwe bihêle. Wer dixuyê ku Obama, yekemîn amerîkiyê "reş" e ku dê bibe serokê Koşka Spî a DYA’yê.
 
Piraniya şîroveyên der barê pêşketinan de dibêjin Obama li ser Makîn e, vê yekê vedigerînin guhdarkirina Obama bi mijarên aborî û ev krîza aborî ya cîhanî ku ji DYA’yê dest pê kir. Ji bilî ku Obama dixwaze têkiliyan bi Îran û Sûriyeyê re çêke. Girêdayî vê yekê, polîtîkayên rêvebirina Georg W Bush, ku 8 salan berdewam kir, ev polîtîkayên şer û tundî  ku ziyaneke mezin gîhand DYA’yê evê jî hêz da partiya demokrat û namzetê wê Barak Obama. Lê hin şîrove hene, hin xalên din zêde dikin ku hiştiye Obama li pêşiya Makîn be. Û dibînin ku hilbijartina Makîn ji Sarah Palîn re da bibe namzeta komargeran bo cîgiriya serokomariyê, ev şaştiya herî mezin a Makîn bû, ku hişt Obama bi pêş bikeve.
 
Rast e, ku Condeelîza Rice, ne yekemîn jina Amerkî bû, dibû wezîra karê derve, lê ew yekemîn miroveke ku bi nijada xwe ya Afrîkî, digihêje vê peyweriyê. Heger erdlerzeke siyasî ji nişkave, di van çend rojên li pêşiya me, li DYA’yê çênebe, ev tê weteya ku DYA xwe amade dike ku neviyê koleyek ji xwe re bike serokomar. Ev yek, helbet, derseke mezin û dîrokî ye ji bo hemû kes û sîstem û rejîmên nijadperest li cîhanê, û bi taybet, li Rojhilata Navîn. Lê wer xuya dike ku nijadperestên Rojhilata Navîn, ne dizanin dersên dîrokî bixwînin, û ne jî ji van dersan fam dikin. Dibe ku ew hêviyên mezin ên dibînin ku dê Barak Obama ê "reş" karibe rûyê DYA’yê di cîhanê de spî bike, ne di cih de bin. Lê tenê gihîştina Obama ya Koşka Spî, rûyê nijadperestên Rojhilata Navîn, dê reştir bike.
 
 
Jêder: Azadiya Welat
 
http://www.azadiyawelat.com/nivis.aspx?n_id=1058

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark