Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

SIPASÎ Û OMÎDEWARÎ

 


MELEVAN RESÛL

di riya malpera we ya hêja re :
Bi yadî salvegera li darxistina mehrîcana 13an a helbesta kurdî li Sûriye , û di encama bizava çalakiyên çandî de , ev ahinga pîroz li bajarê Qamiþlo hate li darxistin .

Xwendevan , rewþenbîr , helbestevan û hemî xemxwerê peyva resn a kurdî silav û rêz ji were.

Ez gelek kêfxweþ û dilþa me bi wergirtina min ji xelata mehrîcana kurdî ya 13an re .


Her çendî helbesta min , li gor pîvan û helsengandina lijneya rexneyî di rêza pêþîn de cih girtiye , ez spasiya wan dikim û dilsoziya xwe bi peyva kurdî re nûjen dikim , û ew ciwantirîn xelate bi singa min ve tê daleqandin , heta ji destê min were ezê jiyê xwe di ber parastin û pêþvebirina hestên kurdewarî bi zimanê xwe yê makî li banî bilind hilsengînim ,min divê bêjim ku her çendî helbesta min çaktirîn helbest bû , lê ez bi xwe ne jîrtirîn helbestevanim , helbestevanên kurd yên xwedan hestên tenik bi dehan hene ku karibin gotinên bedew û ristên qeþeng bihûnin û birêsin .

Xelata mezin , ew xelata miletê mirov bi singa wî ve daleqîne . bi hêvîme di paþerojê de fersenda her helbestevanekî di wergirtina xelatê de hebe .

Di vê biwarê de min dive bêjim ku rola her nivîskar , helbestevan û wêjevanê toreya kurdî , kevnetor û pêmaya gelê me , dayik û bavên miletê kurd  , bi bandore û hîkariya wan di berhema min de heye , ew jî mîna serhatiya cotarekî ka çawa di çar demên salê de , bi westan , ked û bizava xwêdana xwe , di werzê havînê de keda xwe dike arvan û dighîne ber destê nanpêjekî yan tenûrvanekî , îro belkî ew nanpêj ezbim , min jî bi qasî karîna xwe hevîrê xwe stirha û li ber devê koziya tenûra þarandî rawestiyam , ew tenûra ku çavê pêxemberê jiyana nuh (NUH) li bendewar mayî da ava jiyanê careke din ji vî welatî biherike û bibe barov û fermana vejîna jiyanek bê êþ û azer bi afirîne , min hevîrê xwe bi wê tenûrê ve da  , bi omîdim nanê min ne þkeva be û li gor tam û çêja we here , bila noþîcan be ji bo hezvanê jiyana bi rûmet re , Bi hêvî me ku çalakiyên wêjeyî bi firehî li darkevin û ahingên serketî bi bestin û hemî beþên torê bi xwe ve girê bidin , ne tenê di warê helbestê de teng bimînin û pînosên zêrîn ji diwêta wêjeya kurdî vexwin û hevokên babetên hêja bi afirînin û pirtûkgiha kurdî dewlemend bikin .

Dupat : ez spasiya hemû rewþenbîr û helbestevanan dikim û bi taybet çi kesên di riya telefon, Email , name , êkser  û ragihandina malperan , ev xelata mehrîcanê li min pîrozkirîn .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark