Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Seydayê Cegerxwîn Herdem Di Dilê Kurdan De Dijî

 


Cemþîd Bagokî

   Piþtî 24 salan ji koçkirina Seydayê Cegerxwîn, hêjî welat yara Cegerxwîn e. hêjî yara Cegerxwîn dinal e.. Mixabin jî, ku ew kesên xwe dikin helbestvan û dibêjin em di bin bandora seydyê Cegerxwîn de bûne helbestvan û xwe wek þagirtên wî bi nav dikin, me ew li ser gora Seyda nedîtin…!?


   Doh 22/10/2008 salvegera Seydayê Cegerxwîn a 24 an bû. Bi vê helkeftinê, birrek ji evîndarên wî, evîndarên ziman û rewþenbîriya kurdî çûne serdana seyda û gora wî bi gul, kulîlk û mûman xemilandin. Di vê biwarê de, mamoste Konê Reþ çend gotin anîn ziman û got: Eger Cegerxwîn di warê oldariyê de, wek ku di warê ziman û helbestê de xwe westandiba, bêguman wê þêxekî bi nav û deng jê derketiba.. An li malê dinyê geriyaba wê maldarekî mezin ba.. Wî herdû rex dane alîkî, bi tenê li hespê ziman û helbestê siwar bû û biserket..û berdewamkir û got: Em kêfxweþin ku serokê Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî, mamoste Derwêþê Xalib di gel 11 mamostayên zimanê kurdî bi me re li ser gora Seyda amade ne. Bi rastî ew cihên hêviyek mezin in; ji çend salan ve ew bi hewildanin ku pêvajoya seyda a pîroz dagrin û wiha bi sedan ji þagitên zimanê kurdî bi saya wan hatine pê… Di pey Konê Reþ re, helbestvana kurd Diya Ciwan çend gotin di derheqa Seyda û rola kebaniya wî Kehla xanim de gotin. Wê parek ji serketina seyda da kebaniya wî.. Di pey re Bavê Heval: Mihemed Elî Hiso:1930, wek hevalekî seyda çend gotin û helbestek xwe bi navê þîna Cegerxwîn xwend û got:
Va daweta Seyda ye kî destê min bigire
Birayê tirk û ereb, a min ji bextê we re

Ê bê seydayê kurd mir, seydayê wan bimire
Ger bavê te þêrîn e, bavê min þêrîtire..
Di pey re mamoste Derwêþê Xalib, çend gotinên balkêþ anîn ziman û got: Em bihêvî ne ku em karibin ew pêvajoya ku seyda dabû ser, li gor imkanên xwe birêve bibin û xwendevanan ji zimanê kurdî re peyda bikin.. Di pey wî re Mihemedê Ferman yê ku ji hevalên Cegerxwîn bû, çend gotin ji bîranînên xwe bi seyda re anîn ziman.
Û her wiha Rustem, Kamîran, Elî Þehab wan jî bîrûbaweriyên xwe gotin, ta ku neviya Cegerxwîn Hozana Mîro bi gotinek kurt spasiya mêvanan kir.  Salihê Silo (Bavê Muslih), wek gula civatê yê dawî bû. Wî bîranîna 24 saliya seyda bi sê helbestên wî xemiland:
Welat Yara Cegerxwîn e, Fala Qereçiyê û Pîra Torê, fermo bo we çend rêz ji Pîra Torê:
Hilkiþîme çûme jorê, herdû rex min bend û rez
Min dî pîrek tê ji Torê, ker di berde tê bi lez
Hate nêzîk rojbixêrek da, û wek min dil bi xem
Pirebî bû, por spî bû, taqî reþ bû rû gewez
Min ji pîrê xweþ di pirsî; Ey metê tu ji kuve tê ?
Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xwîniya Romê me ez
Xan û eywan kirne weran, mêr û jin ser jê kirin
Min go pîrê qey tu kurdî ? Çûye tilyên xwe bi gez
Gotî dayê; em dixwînin wek Cegerxwîn gotiye:
Zû bi xwînin, hev bibînin, biçne Kurdistan bi lez.
Qamiþlo 23/10/2008






 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.75
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark