Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Nanê Tenûrê

 


Abbas Abbas

Keça kurd bi çelengî pêþmalka xwe li destê xwe pêça û bi levek sivik piþtî ku çavên xwe di nava tenûrê de li nanekî pejikvî gerand, destê xwe dirêjkir nanê rûgemirî, ji taqê sincirî rakir,  bi lez anî der û li ser cilika hevîr danî .
Þolava li ber destê xwe, ya di zerika bafûn de, bi ser tirafa sar de rijand û bi leze lezekê berê xwe da cêrê avê, yê li ser qamikê di hewþa wan de, zerik car dî ji ava paqij dagirt û nanê genimî û qemirandî carekê li hev tewand û yek carê di nav avê kir .


Hingî bi rûkî geþ û devekî li ken, nan bi ber pismamê ciwan ve bir .
Qama dirêj hinkî tewand û her du mistên xwe bi ber pismama xwe ve birin, bi dilekî þad û aniyek xuhdayê, nanê ku jê re amadekir ji dest girt .
Jê dûr ket, çend pareyên sivik ji nanê germ û nimandî dan. Pêre jî bi kêfxweþî çend caran li pismama xwe zîvirî, li bejna zirav ya wek þitlek rihan bi çavên evîndar nêhêrt .
Dîtina Gulçîn û xwrina nanê germ yê ku bi destê wê û di tenûra wan de hatî çêkirin, ew di nav bihareke þêrîn û xweþ ve bir, canê wî bi pêþverojê ve dilþad kir .
Li ber bergeha mala bavê Gulçîn, li ser bilind cehekî, ew jî di nav koma heval û hogiran de ma serpiya, û kêlî bi kêlî di qoziya çavan ve li bejna anþzdeh salî temaþe dikir .
Bejna zirav, cilika hevîr di teþtê de rastkir û dest bi deranîna nanê xwe ji tenûrê kir . Nanê sêyem yan jî yên çaran bû ku hîn ji taqê tenûrê jêdikir, dengê teqêniya tifingekê kezeb lê qetand, pêre pêre ji tursa dengê tifingê nan ji destê wê pekî û li ser perengên sor ket .
çend carekî xwe daqulî nanê xwe kir, negihiþtiyê, car dî xwe jê re amadekir, lê dengê nalêna ku ji nav koma ciwana hat guhên wê, ew zîc rakir .
Ji dûr ve, nanê xwe di nav destê kurmamê ku li di nav destê xortan de xumehayê bû dît !....Qîrî…. Bi qîra xwe re, ew jî xumeha bi ser devê tenûrê de , bi wê xumhandinê re, paçê di destê wê de, ber bijêrî tenûrê bû û bêhnekê heya agir lê gur bû û bi jor ket, çarîkê heya girt çekên naylon û bi bedena wê ket .
Di kêlîka ku pismamê ciwan di nav xwînê de di gevizî, dotmam jî bijna zirav bi agirê tenûrê di qijlî .
Piþtî çend rojan, di dawiya rûpelkî ku ji qereqola polîsên tirko hatî der de, ev li ser hatibû nivîsandin ( Fael Mechûl)  Bi destê nenasekî hate kuþtin !...

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark