Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: barûdoxê navdewletî .. xwendinne newekyek

 


Sernivîsa rojnameya DENG

    Pêşkevtinên ramyarî yên dawîn û encamên wan ji livên diplomasî yên bi lez û danîna gellek rêkxistinan .. nîşaneyê didine adgarên qonaxeke nû, asone fireh ji karliyekkirin û pêwendiyê hildigire. Lê xwendinne newekyek he ne ji rêbarê barûdoxê ramyarî re, nemaze di layê navdewletî de û bandora wî li ser layên din ên herêmî û navxweyî ..


    Hinek dibînin ku rola amerîkî dest bi qelsbûnê dike, û cemseriya tenhayî bi ser avabûnê de xwardibe, û ketwarê ramyarî di melbendên navdewletî de sirûştiya diyarbûna firecemseriyê dide, çi ramyarî be an aborî be, nemaze vegera rola Rûssiya û Çînê û desthijandina wan bi mafê VETO di encûmena asayişê de ji hindek mijarên germ re.. û nahe veşartin – di niherîna wan de – hevrikiya aborî di navbêna dirg û kombûn û kompaniyên aborî yên amerîkî û ewropî û japonî û çînî .. de, tiştê ku – di nerîna wan de – rola amerîkî sinûrdike û pişkdariyê dike di dirêjkirin û xurtkirina rola cemserên din de û nemaze yê ewropî. Û ziyatirî vê yekê, xwediyên vê nerînê dibêjin ku rêkxistinên dawîn li deverê û cîhanê, lihevkirina Dewhayê sebaret bi Libnanê, alûgorên sûrî – îsrayilî di riya berevanê turk re, û kedên ji bo nûjenkirina rewşa felestînî, nehatina Sûdanê li dûv biryarên dadxwazê giştî di dadgeha gunehkariyê ya navdewletî de, û kodetaya serbazî li Morîtanyayê, û vekirina nivîsîngehne Îranê di giravên îmaratî de, û ketina Rûssiya di Gurcistanê de, û liva her sê dewletan (Sûriya – Turkiya – Îran) ji nû de û berdewamkirina hevdîtin û rêkxistinên wan ên hevbeş ji bo rawestina li dijî rewşa kurdî bi gelemperî an destêwerdana di îşê Îraqê de bi taybetî.. ev hemî – di nerîna wan de – encamne sirûştî ne ji barê navdewletî yê guhertî re. 
    Di layê din de jî, he ne yên dibînin ku Rûssiyaya federal ne Yekîtiya Sovyeta berê ye, çimkî ew dewletek sermayedar e û şiyanên wê yên serbazî yên fireh he ne, û ew tê hijmartin ji dewletên pîşesaz ên mezin, lê ew îroj mijûl e bi berjewendiyên xwe yên aborî de û şiyana wê tunne ye ji bo yarmetiya dewlet an rijêm an gelên din, an ji bo bikeve tekoşînne tûj an hevrikiyê bike li ser cemseriyê bi dewletên pîşesaz ên bihtir pêşkevtî re, çimkî ew xemxur e – di hewildanên xwe de – ji bo vegerandina rola xwe ya pêşeng di nav rijêm û gelên jê veqetiyayî de bi taybetî ji bo qerebûkirina ziyanên xwe yên ji tiştê bûyî hatine der. Û wilo sebaret bi Çînê jî, rast e ku ew ji dewletên mezin ên xwedî giraniya polîtîkî û serbazî û aborî jî ye, lê – di ketwarî de – wê pirr ji rahatina xwe ya aydyolojî (wek dewletek sosyalîst – komonîst) guhertiye bi şêwene ku karliyekdibin di gel barê navdewletî yê nû.. çiku dest berdaye ji nexşedanana navend di aborê de û dirêjiyek ji veguheztina lîbral daye wê û hevrikiya aborî xistiye şûna leşkerkirina tekoşîna polîtîkî û aorî, û bi xurtî ketiye bazarên cîhanî piştî ku bihtir guh daye cure û pêşkevtina berhemê. Û sebaret bi dewletên ewropî û Japonê û Kenedayê  jî ev laya dibûne ku ew hîn başiya têkeliyên xwe bi Yekîtiya Wilayetên Amerîkî re diparêze di riya hevbendiyên leşkerî û polîtîkî re yên rol û payeyê ya dawîn (Amerîka) xurt dike, ango ew berdewam e di rola xwe de û hîn alavên jêrdestkirinê û tek cemseriyê di dest de ne di warê jêrdestkirina xwe ya polîtîkî û aborî û pêşengiya leşkerî de. Û heger hindek ji qelsbûnê xuyankiribe di liva wê ya polîtîkî an diplomasî de , ew vedigere mijûlbûna wê ya ziyatir bi rewşa hindur de û nêzikbûna sozê hilbijartinên seroketiyê.  
    Ya rast jî, tiştê di layê yekemîn de tê gotin dernakeve ji biwarê çandeya dema berî guhertina ku li cîhanê dibe, çandeya cûnbûnê û tekoşîna aydyolojî, û ji xwediyên vî rexî re xweş e vegera cûnbûnên polîtîkî û leşkerî weku herdu bendên Warso û û Etlesî.. li kêleka desteyên polîtîkî yên din, ji bo kaşkirina her rexekî ber bi xwe de ji rijêm û dewletên xwedî berjewendî û armancên hevbeş. Û guman nîn e ku layê din jî bilindpêjiyê dike di jêrdestkirina yek layî û berve yek cemseriyê û pragmatiya têkeliyên polîtîkî de xardibe, û berjewendiyên aborî ji xwe re dike armanca tek ji bo zalgeyê bide ser jêderên dahatên aborî û merivî, tiştê ku dixwaze gellek rastiyên pêwîst veşêre, û ziyanê bigihîne rola hêzên navdewletî yên kirdar û pêwîstiya guhertina berdewam jî kêm bike, û di herdu layan de jî çewaşebûnek tenê heye tevî ku bi rêjene newekhev be, ji biewarê rastiya guhertina ku li cîhanê diqewime berve jiyaneke ramyarî nû de.
     Tiştê ku li cîhanê dibe ne vala ye ji hevrikiya aborî û hevbirkiya polîtîkî, lê dimîne di komeleyekê de ji têkelî û yasane ji azadiyê û demoqrasiyê, dûrî hişmendiya şer û tekoşînê nemaze di nêvana  her heşt dewletên pîşesaz ên mezin de ku bi gêreyî hevdîtin û civînên wan hene, çimkî ew digihêjine hevûdu di rêkeftineke pêşkevtî de li ser bingeh û prensîpne bellî û bernamekirî ên sazdikin ji projeyek cîhanî re ji bo guhertinê û veguheztina demoqrat bi armanca rizgarkirina merivî – kî dibe: kes bin an millet bin.. – ji stem û zorê, û jinavbirina terorîzmê û çekên wêrankirina giştî û her tiştê zorê dide nîgeraniya merivî û tenahî û seqamgêriya wî, û pêkanîna alavên vewjandina aborî û pêşkevtina ramyarî û pêşveçûna civakî di riya rêkxistineke nû di cugrafiya polîtîkî de ji gellek dever û herêman re, di riya pêşkêşkirina mezintirîn projeyan re (wek projeya rojhelata naverast a nû) û avakirina yekîtiyên herêmî û bejekî ..h.d.
    Ji vir de , em dikarin encamgêriyê bikin ku rêkxistinên li hemî deveran dibin  - û jê devera me – dernakevin ji bazineyê rêkeftina komelgeyî ya navdewletî ger bi çi rengî be û bi taybetî her heşt dewletên pîşesaz ên mezin û dûmahiya dewletên yekîtiya Ewropî, tevî ku rola hindekan xuya bibe di vî biwarî an yê din de û di vê dozê an ya din de û li gorî rêkeftina berjewendiyan û armancên nêzîk jê û yên dûr. Ango tiştê bûyî di çend mehên borî de di derheqê rêkxistinên devera me di riya Parîsê û Enqerê û Dewhayê re, û tiştê ku dibin li dever û herêmên din li cîhanê, an ne dûr in ji cemserên komelgeha navdewletî û nemaze Yekîtiya welatên Amerîkî ya ku rola wê pêwîsttir e di siyaseta navdewletî de, an jî dê bisernekeve tevî ku demeke kurt berdewam bike, an jî cureyek heye ji lihevbelavkirina rolan di nêvana wan de ji bo dorpêçkirina astengiyan heya ku alavên dermankirinê û temamkirina mercên serkeftinê jê re têne dîtin. Ev jî bellî bû di gellek doz û kêşe û pirsgirêkên xwedî guhdana hevbeş a navdewletî de, û jê  nameyên amerîkî ji Sûriyê û Îranê re di riya Parîsê û Enqerê re, di gel pêwendiya rastexwe di nêvana Parîsê û Waşingtunê de di derheqê hemî rêkxistinan de û bi taybetî kiryara aşitiyê û rewşa libnanî û ya îraqî, ango ti guhertinî gewherî nîne di siyaseta navdewletî de û ti qelsbûn nîne ji rola ti layên bingehîn re ji fêdeya yên din re, lê qonaxek tenahî ya navdewletî rêjeyî heye dibe ku bikeve pêşiya xafletîne bendewar.

Ferhengoka sernivîsê:
Adgar - ملامح
Asayiş - أمن
Alûgor - مفاوضات
Alav – عامل، سبب
Biwar - مجال
Berjewendî - مصلحة
Berevan - وسيط
Bilindpêjî - مغالاة
Barûdox - وضع
Bandor - تأثير
Bejekî -  قاري
Cure - نوع
Cûnbûn - تكتل
Cemser - قطب
Çewaşebûn - التباس
Çande - ثقافة
Dorpêçkirin - محاصرة
Dadxwaz - مدعي
Dirg - كتلة
Destêwerdan - تدخل
Desthijandin - تلويح
Dahat - موارد
Encûmen - مجلس
Encamgêrî - اسنتاج
Girav - جزيرة
Hevrikî - تنافس
Hevbirkî - تباري
Jêder -  مصادر، مكامن
Jinavbirin - مكافحة
Jêrdestkirin - هيمنة
Ketwar - واقع
Karliyekkirin - تفاعل
Kirdar - فاعل
Komele – منظومة، جمعية
Kodeta - انقلاب
Komelge - مجتمع
Kiryar - عملية
Lihevkirin - اتفاق
Merc - شرط
Melbend - مركز
Nûjenkirin - ترميم
Newekyek – مختلف، متباين
Nexşedanan - تخطيط
Nîgeranî - قلق
Pêwendî –علاقة، ترابط
Pîşesaz - صناعي
Prensîp - مبادئ
Paye - مكانة
Pêşeng – طليعي، رائد
Qerebûkirin - تعويض
Rol - دور
Rêje - نسبة
Rahatin - ممارسة
Ramyarî - سياسي
Rex - اتجاه
Rêkxistin – ترتيب، تنظيم
Rêbar - مسار
Serbazî - عسكري
Seqamgêrî - استقرار
Sermayedar - رأسمالي
Şiyan – قدرة، إمكانية
Şêwe - أسلوب
Tenahî - هدوء
Vewjandin - تنمية
Xemxur – معني، مهتم
Yarmetî - مساعدة
Ziyan - ضرر
Zalge – سيطرة

* Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsîngeha çand û ragihandinê, ya pariyta Azadî ya Kurd li Sûriyê – hijmar 97 – 98

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark