Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Daxuyaniya komîta navendî ya partî û bersiva herdû mamosteyan (Emîn+ kurê welat)

 


RONÎ RONÎ

 silav û rêz bo wên rêzdar.
 Rexneyên we derbarî komcivîna komîta navendî ya partî li sûriya û daxuyaniya wê ku li ser malperên beşên kurdî hatî weşandin, bê goman  dema mirov gotarên we herdiwan dixwînê rastîya kîna dilê we diyar dike,e jî biwere dibêjim ew pênûsa ji bo pirsgirêka gelê xwe ne nivîsê bere bişikihê ,omîd ewe ku li paşerojê  pênûsa we bikevê xizmeta gelê kurd de.û ne bibê cihê nakokîyan li ba kesên bê raman û ne têgihiştî,û kêm pê zanîn derbarî sedemên ku partî bi wan parçe bu,û gihişte vê bardox û qûnaxê


belê mamoste Emîn bi şêweyekî rexneyî li ser daxuyaniya komîta navendî axivî û diyarkir ku dixwazê partî wan kêmasîyên rêkxistinî li hinek deveran Çare serbikê,li gor boçûnên xwe lê mixabin mamosta (Kurê Welat) pir xalên dûr ji rastîyê û bi kîn anîna ziman, ji wan xalan emê li jêr bi rengê reş bersiva wan bi kurtî bi din :
 1-Sedem ew bûn , ku destên derve xwe li ser dan û ji ber ku ne bi dilê wan bû, ku Mamosta Nessredên rêberiya Partî bike, jiber ku ew xwe nedikire bindestê wan de, Lewma wê demê Sekreter bo Partî ji derve anîn.  
Bersiva 1- A-na seyda na.ev gotinê te dûrî bawerîyê ne Çimku roja yekemîn ji behya ne mir mamosta Kemal mamosta Nesredîn bê beryara hevalên komîta navendî li ser kursîyê sekretêrê partî rûnişt û dema hevalê wî jê xwestin ku hemî bi hevre rêveberîya partî bikin ta kongir bê li darxistin, mamosta Nesredîn kot : va emê rabin herne mala xwe??????.
 B-mamosta Nesredîn ne dixwest ku kongir bê li darxistin ji bo mana wî li ser kursiyê sekreterîyê,çimku wî sê xêzên sor ji binemayên partî serekî dane bi şûn xwede:1- 2- 3 ???.
 C-piştî razîbûna mamosta Nesredîn bi girêbest bi hevalên komîta navendî re,ku herê kongirekî ,û bi rêya nameyên xêr xwazan ,kongir hate li darxistin lê mixabin di destpêka xwendinên raporên hatine kongir  ji bal hevalan ve, mamosta Nesredîn  bixwe û Çend hevalên xwe ve ji kongir rabûn ?û diheman şev de partîya mamosta Ebdilhemî Derwîş destê Nesredîn girt û peyamê rabûna wî ji kongir diyarkir,û ew partîya mak pejirand
 D-bi piranîya erê bûna endamê kongir  mamosta M.Nezîr bû sekreterê partî,û ev ne cara yekemîne ku di kongiran de wise peryar têne sitandin,û her ji bo  pêzanînan ku daxwaza vegera rêzdar M.Nezîr li ser daxwazîya herdû mamostan  Xelîl û Nesredîn bû ,bê goman mamoste(kurê welat ) ji bîr kirîye ku berêz M.Nezîr bi qasî /7/salan ji temenê xwey hêja kirne qurbana partî û rêbaza wê,û rêzdar M.Nezîr ne dûrî partî bû,û şîretkarê maosta kemal bû, tê zanîn ku M.Nezîr ji malbateke resen û kurd perwere,,û kurê serdarê şoreşa sasûnê ye,mamosta M.Nezîr mîna zêre tu caran rewşên awarte nikarin wî bi guherin….  
2- mixabin Îro 3 Parçe ne, ma ev Cihê razîmendiya kê ye gelo???   
B-2-Belê  raste perçe bûna partî ne cihê razîmendiya tu kesî ji welat perwer û dostê rêbaza partîye ji bilî nexêr xwaz û nakokerên ku berejewendîyên wan di parçe bûne de hene??.
 3-14 Hevalan Bangek bi Pêşneyarî, arastyî herdu beşên Partî kirin,weke em dizanin û birêz Emîn Omer jî keremkirî û nivîsandiye,raste Hevalên mamosta Nessredîn bi biratî bersiva wan bi arênî dan,lê mixabin Hevalên Dr.Hekîm heta li xwe ne nihan ku bersiveke biratî ji wan Heval û Hogirên hêja bidin,bi kêmanî dilê wan xweş bikin .
 Bê goman ew kesên ku yek rêzîya partî di xwestin cihê rêzgrtina hevalên komîta navendî ya partî ne,û daxwazîya wan karekî kurdperwerî pîroz bû, berî van her /14/h,hevalên destnîşan kirî ,hevalne hêja û rêzdar ku cihek û roleke wanî serekî giring di netewa kurdî de heye,nekesne normalin  ji mamosta Nesredîn xwestin vegerê partîya xwe û bihtir ji du caran, û bi erê di pejirand lê mixabin mendil dikir ev doz xwazîya han,û hmber wê rexê mamosta M.Nezîr ew pêşniyar mîna beryarekê di pejirandin ,ev li serdema parçe bûna mamosta Nesredîn de bû, birastî çi kesên ku li vê rewşê kuhdarî dikir ev rastî tê bîra wî û ya diwemîn piştî xeyda mamota Ebdilrihman Alûçî ,xêr xwazan dîsan têklî û  peywendîyên xwe kirin li berahîyê ji bo vegera Mmosta Alçî lê mixabin mamostayê navbirî mercin pêşkêş kirin dûrbûn ji şêweyên ku xeyd li ser hatî kirin,û ewan xwe di dîtin hevrikê partî di civak û netewa kurdî de,û ta nivîsandina vê bersivê ew ji bal netewa kurd û civaka krdîve ne hatine pejrandin ,li pey wê jî pirojê giftûgoya sê qolî ji bal wankesên me li jor li qelmedayî ,û yên yek rêzîya partî di xwestin ve hate raxistin li holê,lê mixabin herdû mamosteyan Nesredîn û Alûçî dest ji mercên xwe ne berdan,li vê dê û piştî dihên peywendîyan ji bal wan kesên xêr xwaz ve ,diyaloka diqolî di nêvbera partî û hevalê Nesredîn de destpêkir,demeke dirêj vê diyalokê berdewam kir,û li wê dema ku diyalok  berdewam bû ji bo vegerandina rexê mamosta Nesredîn ,guftûgoya diqolî bi şêweyekî nehênî dihate kirin di nêvbera mamosta Nesredî û mamosta Alûçî de ,dema hevalên komîta navendîya partî ji hevalên mamosta Nesredîn dipirsîn ka rastîya vê peyamê çiye hevalên mamosta Nesredîn ev peyam mendel dikirin,û her rûniştinek ji giftûgoya diqolî di navbera partî û rexê mamosta Nesredîn de li dawîyê encamê giftûgowê  ji bal herdû rexan ve dihate muhirkirin û pesen kirin .
 ji bo kutkirin bersivê li dan û sitandina dawîyê ji vê diyalokê li gor pê zanînên me şandê partî bi serperiştiya  berêz Nesredîn Birhîk û mamosta M.Ismaîl bû ,û şanda hevalê mamosta NesredÎn bi serperiştiya berêz xelîl û berêz BvêYasir bû Şanda partî gote mamosta Xelîl xwestekên we çine bêjin, tiştê mamosta Xelîl gotî hate nivîsandin û pejrandin ji bal hevalê partî ve,lê mixabin mamosta Xelîl got : mercê me yê dawîyê serê me bi rêbaza Berzanî na êşê ,û em hevbendîya bi partîya kurdistana îraqê re qebûl na kin,bi hîvî me ku mamosta kurê welat zanibê ku mamosta Nesredîn jî li gundê elonkê li mala rêzdar (E)Got:  em nabine misteşarê  BERZANÎ ???????!!!!. û gotina misteşar li ba kurdê îraqê bi wata cehşika tê pejrandin.hevalên partî mebesta hevalên rexê mamosta Nesredîn bi ne erebên zanîbûn lewra deme xwe bê mefe winda ne dikirin.
 Yekîtîya beşê mamosta Nesredîn û beşê mamosta Ebdilrihman li ser destê maosta Ebdihemîd Derwîş li roj koçkirina bavê netewa kurd BERZanî de, tiştê me li qelemdayî pesend dike,û yekîtîya herdû Rêzdaran hate ragihand.û yên bi xwazê encamê giftûgowya navbera partî û rexê mamosta Nesredîn bi bînê ta roja îro li ba herdû rexan berdest û amadene.
 4- Ez dikarim  bêjim,heta ku beşê Dr. di vê rewşê de ye zore ku ev armanc werê serî!!!.
 B4-Bê goman tiştê tu bi xwazê tu karê bêjê,û tu azadî di derbirîna xwe de,lê bawerke mamosta partî îro roleke giring li ser qada siyasî di lîzênê ,û partîya make cihê rêzgirtinê ye li estê netewa erebî û li nav bizava kurdê sûriyê,bi kar û xebata xwey kurd perwerî,û tiştê di daxuyaniya komîta navendî de hatî li qelemdan û ragihandin ser nivîsên hinek ji xalên pêşketina partî yên kerperîne û ez karim bêjim karê nehênî nehatî ye diyar kirin û bi sekreterîya Dr.Hekîm partî derbas biwîye qûnaxeke din ji xebatê ,û rewşa îro partî têde paştirîn rewşa lewre yên weke te dixwazin masîyan di ava girik de bigirin, lê bibûre dema ez bêjim tu ji serê pozê xwe pêve na bînê.
 5- Derbarê Rêbaza BARZANÎ,diyare ku ev jî buye,rêçeke Bazirganî bo hineke,dixwazin xwe û suka xwe pê bimeşênin
B5- Na seyda ta vê pileyê kîna dilê te Çavê te kor kirne û ramanên te dor pêç kirne.???qey tu girêdanên partî yên hindirû û derve na bînê û na bihîzê.???!!!!!!.         bi bûre dema ez bêjime te ti pêzanînên te li ser partî nînin ,partî beşeke ji rêbaza Berzanî ya û endamê wê şagirtên wê dibistana kurdayetîyêne,lewre partî bi we kelem di çavê rijêmê de,mamosta kurê welat tu karê bêjê kê biqasî partî qurbanî di ber rêbaza BERZANÎ de danîne,???????.
Dîsan ji bo te hişyarkim ji xewa te,bi van pê zanînên xwarê:
1- tu karê mendel kê  ku yekemîn şehîdê newrozê ji hevalên partî bû.??!!!
2- û tu karê mendel kê girtina yekemîn komîta navendî bi giştî di gel sekreterê xwe ne partî bû.??!! 3- ma tu karê karê tîrorkirinaDr.Hekîm li ser destê dijminê partî mendelkê.??!!.
4- ma tu karê cangorîya yekemîn sekreterê giştî mamosta kemal mendl kê.??!! Şerme û fehete ku tu van ne rastiya li ser malperên kurdî .
 Careke din ez dibêjim e te Berzaniyet ne bazirganîye,ew binema û rêbaz û qutab xana partîye,lewre malbatek ji kurdên sûrîyê ne maye ku xebat di nav rêkxistina partî de ne kirî,û ez bi hîvîme ku mamosta kurê welat Careke din kêm pê zanînên xwe li ser malperên peşên kurdî ne raxê.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark