Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Plana Sūriye ū Rūsyayź

 


Hoženg O

Ji çaxa bûye serokê Sûriyeyê, ev cara 3’emîne Bažar Esed diçe Rûsyayê. Ževa 20’ê vê mehê jî li Moskowayê bû û bi Serokê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev re civiya. Mijara hevdîtinên Esed li Moskowê xurtkirina têkiliyên siyasî, aborî û ležkerî bûn. Berî Esed biçe, hin daxuyanî dabûn ragihandina Rûs ku ew; li dij Tiflîsê alîgirê Moskowayê me û wiha got: Hin planên dorpêçkirinê li Rûsyayê hene, dixwazin rola wê têk bibin. Esed wiha pê ve çû:

“Di pirsgirêka Osetyayê de ez digel Moskowayê me.” Bi vî rengî, dixwest xwe bi Rûsyayê žêrîn bike û dixwest ji Rûsyayê re bêje; te min bi tenê nehižtim ez jî te bi tenê nahêlim!.

Têkiliyên Rûsya û Sûriyeyê ên serdema Soveyta berê ne.Dema partiya Bas darbeya ležkerî çêkir (8/3/1963) bû deshilat. Pižtî Baas bû du parçe Rûsyayê têkiliyên xwe bi her du bežan re (Žam û Bexda) qut nekir. Lê Rûsyayê bêtir xwe nêzî baskê çep yê li Žamê kir. Di serketina žerê Oktoberê yê dij Îsraîlê (197) de Rûsya xwedî rista sereke ye. Rûsya têkiliyên xwe û Sûriyeyê weke žerê sar ê li dij DYA’yê dinirxand. Pižtî ku Sovyet hilwežiya ev têkilî ketin qonaxeke nû. Di cih de Serokê Sûriyeyê Hafiz Esed berê xwe da DYA’yê û ligel wê Esed têkiliyên xwe bi Rûsyaya kapîtalist jî qut nekir.

Di van çend salên dawî de her ku çû têkiliyên Sûriye û DYA’yê xera bûn. DYA êdî Sûriyeyê digel Îran, Koreya Bakur weke rejîmên kirêt dinirxand. Ji bilî ku DYA’yê, Sûriye bi alîkariya terorê tawanbar dikir û gelek biryarên girîng der heqê wê de li Konseya Ewlekariya NY’ê standin. Wê çaxê, Rûsya nikaribû van biryaran rawestîne, lê dikarî bi riya endamtiya xwe ya daîmî biryaran veto bike.

Gelek çavdêr pirsgirêka Gurcistan û Rûsyayê weke zindîbûna žerê sar yê navbera Rûsya û DYA’yê dibînin. Lê di heman demê de dibêjin; polîtîka Saakažvîlî žaž e. Ev žîrove bi nêrîna min ne rast e. Çawa ev krîz tê wateya zindîbûna žerê sar û çawa Saakažvîlî žaž e? Saakažvîlî li gorî plana DYA’yê dest bi žer kir. Yanî DYA dixwaze bi hin riyên bin destê xwe Rûsya dorpêç û tengav bike. Bilî frehkirina NATO’yê Gurcistan, Ukrayna û Rûsyaya Spî (Belarûs) tifaqên nû ne. Kembera Pergela Mertalên Fuzeyan ya li welatên Rojhilatê Ewropayê ji van rêbazan ên ku li ber çav in. Herî dawî peymana Polonyayê mînaka beloq e. Îca Rûsya jî dixwaze ji DYA’yê re bêje kartên me jî hene. Em dikarin hin kevirên satrancê li hember berjewendiyên we bi kar bînin. Kevirê herî giran û xwînžêrîn li ber dilê Moskowayê Žam e. Ango mirov dikare çûna Esad a Rûsyayê û daxuyaniya wî ya der barê krîza Rûsya û Gurcistanê de bi vî rengî jî bixwîne: Armanca Sûriyeyê ne ew e ku ji Rûsyayê çekan bikire. Lê dema ku Žam hewl dide bi Îsraîlê bi navbeykariya Enqereyê li hev bê vê wek kartekê dibîne! Ji ber vê ligel ku hemû welatên cîhanê Rûsyayê ji ber žerê Gurcistanê rexne kir lê Esed pesnê Rûsyayê da û pižtgiriya xwe ažkera kir.

Dixuye ku hevkariya Rûsya û Sûriyeyê sinyalên li dij DYA’yê ye. DYA jî bi zanîn li Rûsyayê krîzan dertîne. Pižtî ku DYA mijara Îranê ya nukerê çareser bike dê dijminitiya navbera xwe û Rûsyayê ya berê dîsa vejîne. Di vê pêvajoyê de rista Sûriyê kevirê satrancê ye. Dibe ku ev kevir wezîr, keleh, hesp, fîl be. Dibe ku žah jî bikuje. Lê dibe ku pîs û erzan bê kužtin.
……………………………
jêder: Azadiya Welat

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark