Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: EZBENÎ ! – 11 – Bajarê Bêdeng

 


  Konê Reş
 
   Erê ezbenî sala me, sala dil û gurçik e*.. Saleke bêdeng e, mîna mirinê.. Xuyaye ez jî, li ser rêka fêrbûna bêdengiyê me…Ez jî fêrî bêdengiyê bûme.. Ev bêdengiya kirêt û megrûdî ku konê xwe di ser vî bajarî re vegirtiye.. Bajarê me dişewite û ez bêdeng li dûmana şewata malên belengaz û tengezaran temaşe dikim… Bêyî ku ez karibim agirê şewatê bitemirînim an gotinekê bibêjim..


   Bi perçiqandina can û sincên hejaran re, serê xwe, bi mitale dihejînim.. Bi dengê Abdulxaliqê xwêfroş re, dema derbas dibe û bi dengekî qube dibêje: (Ma çayê çêbû…), hingê ew, min şiyarî gelek tiştan dike û keseran di hinavê min de vedide… Bi dîtina ku her roj, bi dehan mal ji pîrejin, kalemêr û zarokan di rawestgeha tirênê de kom dibin, pişta xwe didin felekê û berê xwe didin oxirê… Oxira bi veşartokan dagirtî.. Gelek pirsên bê bersiv, li ser dêm û lêvên wan koçberan têne xwendin.. Jixwe ew, min dûr-dûr dibin û min ji qurim ve dihejînin..
Erê ezbenî bajar, di bêdengiyê de derbas dibe, welatî di koçberî, zîvarî û derbideriyê de dijîn… Derketina ji welat hêsane, lê vegera li welat zor çetîn û dijwar e..
   Tew.. qala çixarefiroşên qop, seqet, nîvbawî û tawî neke.. Ewên ku çixareyan di kolanên vî bajarî de difroşin û ji wan pirtir nîne… Ew jî mîna yên din; li wan mêze dikim û heyirî û bêdeng dimînim… Û di bere qehweya xwe vedixwim, bêyî ku dilopek ji qehweya min birije…
Belê Ezbenî ! Ez ne welê bûm , lê kê ez halo dilhişk fêr kirime..? kê ez fêrî vê bêdengiya wek mirinê kirime..?
   Gelo ti pêwendiyên vê bêdengiya min, bi vî şerê bêîman ku di navbera rexistinên kurdên Binxetê de li dare, heye ? An ji ber ku sala me bi dil û gurçik e, ne bi firo û xilik e..?!
Ezbenî, ez jî nema zanim… Dibe ku em birîndar jî bibin û nebêjin ay…Keseran, derdan û mereziyê bi dar vekin û li ber xwe nedin û nekin hawar… Ji ber ku ti sûde di berxwedanê de nehiştine…Tevî ku kurdan ji mêj gotiye; Desthilanîn fereca xêrê ye…lê xêr nehiştine ku desthilanîn gerek be…! Em jî dilê xwe xweş dikin û her tiştî dispêrin dem û dîrokê û ji xwe re dibêjin; Her tişt bi kevinbûnê re winda dibe, an bi bêdengiyê re jibîr dibe…
   Lê ta niha ez fêrî jibîrbûnê nebûme û nizanim ez ê çawa xwe fêr bikim..? Çilo ez ê jibîr bikim..?! Û wiha ez di hundirê xwe de toşî kêlîkên reşbîn dibim.. Xwe di nav reşahiyeke dûr û dirêj de dibînim… Gelek caran ev reşahî min ditirsîne…Tevî ku şevên reş gelekî bi min xweş in, min li zaroktiya min vedigerînin.. Di zaroktiya min de, dema ku em li gund bûn, di şevên reş de, Apê min Birko stêrkên mîna Kerwankuj, komka sêwiyan, Rêka Kadiz, Gelawêj.. şanî me dida.. lê îro her tişt li bin guhê hev ketiye.. Ew stêrên berê, êdî nema di esmanê me de xuyane.. Esman jî hatiye guhertin, nema ew esmanê berê ye ê ku bi stêrikan xemilandîbû…
   Erê Ezbenê, îro, hirç, gur û rovî ji hev nayên nas kirin.. Di vî heyamî de her tişt hatiye guhertin û êdî nema sala bi firo û xilik ji sala bi dil û gurçik tê nas kirin..
Bawer bikin ez rastiyê dibêjim, rastiyeke ku di bin sansora min re derbas dibe.. Ku ez sansora xwe ji vê rastiyê bidim alîkî, ne ez karim binivîsim û ne hûn ji gotinên min bawer dikin û wek ku kurdan gotiye; Her çêlek tê dotin lê her gotin nayê gotin..
   Ezbenî! Bajarê te, bajarekî bêdeng e.. Bêdeng e, ji bil dengê şer û pevçûnên rexistinên me.. Ev şerê xwe bi xweyî, ku her roj di NET ê de bela dibe.. Erê rêxistinên me; bi şer, pevçûn û qerebalix in û bajarê me, kerr û bêdeng e.. Rêxistin li cihekî dijîn, bajar li cihekî din û welatî koçber dibin…
   Erê ezbenî, ev bajar, bajarê min e, bajarê te ye.. bajarê me ye… Bajarê bêdenga ye.. Bajarê ku her roj hezar carî tê kujtin… Bajarê ku, di kêferata mirinê de li ber xwe dide..
   Di kolan û çarşiyên vê bajarê de, gelek celeb di ber te re derbas dibin; rîha hina dirêj bûye, hin bi telkî di tewtihin, hin derbas dibin û bi xwe re xeber didin, hin tu nizanî berê wan li kuye, ew jî nizanin berê wan li kuye… Dawî tu di hisî ku dilê te, bi dizî digirî.. Ji ber ku wî dilî, xweş naskiriye ku tiştek nayê guhertin… Ne binivîsandinê.. Ne bizanînê.. Û ne bi hejandina darê zilm û zorê di ser serê welatiyan re.. Va wek ku tu dibînî, me rê winda kiriye.. Em gêjomêjo bûne.. Ji neçarî, em çirayên ronahiyê dipelixînin..! Veşartokên xwe di tariyê de vedişêrin û bi rê ve dimeşin.. Em nizanin, em ê li kû bisekinin…
   Ji berpirsyarên rêxistinên me re; ewên ku em hez wan dikin û ew dîroka me ne; gelo em ê çawa pêvajoya wan a rast binivîsin? Em ê çawa serbûriyên wan ên bi rojan, xewnan û keseran dagirtîne tomar bikin? Em ê çilo bêyî wan, hez welatê xwe bikin?!
   Ji welatiyên me re; ewên ku xewin û azadiya me ne, ji bo wan dibêjim; gelî xewnan! Zû bi zû nemirin û jibîr nebin… Gelî azadiyê! Asoyê xwe di ser bajarê me re fireh bike, bela bajarê me teng nebe, bêdeng nebe û pênûsa me neşke..
* - Sala me bi firo û xilik e an bi dil û gurçik e? Ev gotineke pêşiyan e. Dema ku sal bi baran û xêr û bêr be, hingê sewal dizên û firo û xilik pir dibe, ji wê salê re tê gotin sala firo û xilik. Hûn tev firo nas dikin, lê Xilik; qunaxa dudiwaye di pişt firo re. Dema ku şîrê sewalê zayî edî nema dibe firo, ango rihin dibe, hingê jêre tê gotin Xilik. Lê dema ku sal bê baran û bihar be, hingê çêre kêm e, sewal erzan dibin, xelk wan serjêdikin, dil û gurçikên wan dixwin, ji vê salê re dibêjin sala dil û gurçik… wek vê sala me.

Qamişlo
08/08/2008
Netkurd.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark