Hozan X.Efrînî
Rojeke reþ bû ji rojên Kurdan
Rojeke reþ ji sêþema candan
Li gundên girî Ezîz teqîndan
Li sîpa þêx xidir jî alafdan
Dengeke ji ber hawara wîjdan
Rengeke ji dîmenên yazdan
Qêrîneke ji þengala hêlan
Nûçeyeke pir sar ji bo dilan
Firmêskeke ji reþ çavên Þîlan
Wek Helebçe û Geliya Zîlan
Li dijî zarok û pîr û jinan
Giþtek ji regezresenên Medan
Bi hovîtî û rengên pir erzan
Rijandin hemû mastên hêvan
Em napejrînin bê bersîvdan
Ji bîr nabe çardehê heyþtan
Ji bîr nabe nalînên Êzdiyan
Êzdiyên bi rêdan û dîrokzan
Rojeke reþ bû ji rojên kurdan
Rojeke reþ ji sêþema candan
Serdaneke ji bo pîrên þêxan
Ta mîr û þêx û hemû mirûdan
Bikin bang li Kurdistan û cîhan
Bi pênûs û gelek xwepêþandan
Ta rizgarbin ji koþtin û lêdan
Bila nemînin rojên bi candan
Bila hebe diruþmên nav giran
Her azadî û her hêza viyan
Ta pêkanîna rastiya jiyan
Her hebê gelê Kurd û Kurdistan
Silêmaniyê-14-8-2008
efrinzan@gmail.com