Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Pirtūka nū ya Hunermendź Kurd Kamīran Ibrahīm li Hewlźrź derket

 



Besam Mistefa / Hewlêr


     Di roja 25 meha 6an pirtûka diwemîn ya hunermend ê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê mamoste Kamîran Ibrahîm li Hewlêr ê  paytexta Kurdistana Iraqê ya federe, ji layê Instûta Kelepûrê Kurdsitanê ya girêdayî Wezareta Rewženbîriyê li herêma Kurdistanê , bi navê " Çilawaz " derket .


Pêžgotina pirtûkê ji layê birrêz mamoste Wirya Ehmed –mamostayê Muzikê li Instûta Keleporê Kurdsitanê û hem ji layê Dr. M.E.Zaza –berprisê bežê lêkolîn û xwendinan li Instûta navbirî ve hatiye nivîsandin . " Çilawaz " 40 stranên kurdî yên resen û filkilorî û millî bi xwe digire .Bi taybetî yên van herêman Eynkafê – Bižêriyê – Xerzan – Elikan – Serhedan û Cizîra Botanê . Ev in hinek stranên pirtûkê : Werin Dîlanê Esmer , Keležo , Ez Xelef im , Zeynokê , Lê Nûrê , Leylê , Lo Živano , NarêCan , Žemamê . Stran tevlû notên xwe yên ku ji alyê nûser K.Ibrahîm ve hatine çêkirin cihê xwe di pirtûkê de digirn , tev li gotinên stranan yên ku bi zaravê Kurmancî û bi herdû tîpên Erebî û Latînî ne .

Hêjayî gotinê ye ku hunermend Kamîran Ibrahîm di sala 2003an de , pirtûktk bi navê " Awazên Keskesorê" derxistibû .

Hunermend Kamîran Ibrahîm kî ye ?

*Hunermend Kamîran Ibrahîm li gundê Letîfiyê nêzîkî bajarê Qamižlo li Kurdistana Sûriyê, sala 1965an ji dayik bûye .

* Sala 1980 dest bi jenîn û  goranîgotin kiriye .

* Sala 1987an bawernama amadeyî ya bežê zanistî li Sûriyê wergirtiye .

* Koma muzikê ya " Senabil" sala 1988an damizrandiye , ku beždarî çendîn boneyên nižtimanî û netewî kiriye .

* Sala 1990î koma "Buhar" ya muzikî damizrandiye .

* Serperižtê rahênanên koma- Xelat- ya Filiklorê  Kurdî  bû , û bi sedan ahengî millî û festîvalên nižtimanî û netewî beždar bû li Qamižlo û Heleb û Lubnanê .

* Li Bingeha hunerî muzîkî ser bi xwendinî taybetî wezaretî perwerdeyê li  Sûriyê ji layê  Dr. M.E . Zaza, li Qamižlo xwendiye û sala 2001 tewaw kiriye .

* Wek mamostayê amîrê buzq , tenbûr û baxleme li Bingeha hunerî muzîkî ta sala 2004an kar kiriye .

* Kitêba wî ya yekem " Awazên Keskesorê" ji stranên  Seîd Yûsiv li Bingeha  hunerî  li Qamižlo sala 2003an derçû .

* Li Festîvala  Muzîka  Millî  ya Silêmaniyê –Kurdistana Iraqê sala 2005an beždarî kiriye û tê de xelata rêzlênan wergirtiye  wekû jenyarekî amîrî buzq .

* Niha çavdêriya koma muzîkî ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêrê dike .

* Herweha serperižtiya rahênanên zanîngeha Selahedînê dike .

* Niha li bežê muzîkê kolîca Hunerên Ciwan li zanîngeha Selahedênê Dixwîne .
 
 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark