Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: çend xal û çend pirs

 


Helîm Yûsiv

Di nivîsandina gotaran de, carna mirov dibê qey hewce nake mirov dirêj bike û ramanan dubare bike û hema wê xwendevan yekser têbigihêje. Wisa xuyaye ku hinek xwendevan hene, divê tu ji wan re ta bi derziyê veke û dirêj bike û dibe ku dîsa jî tênegihêjin.
Li vir, dema em dibêjin xwendevan, mebest nivîskar e, ji ber ku hema hema kesên ku bi kurmancî dixwînin hemû dinîvisînin jî.
Ji ber hin ecêbên ku piştî wê nivîsa mina li ser du pirtûkên bîranînan - Tê bîra min ya Heznî Haco û Bêbextî ya Mukrime Haco- derketin, ez dixwazim hinek xalan zelal bikim û li pey wê çend pirsan bikim.


- Xwediyên pirtûkan

 Dr. Heznî Haco

Dema ez li Amûdê bûm, min bi navê wî weke doktorekî jêhatî bihîstibû. Ligel taybetiya wî ya fidakarî û wêrekiya ku ji bo gerîllayên ku di şerê bi dewleta tirk re birîndar dibûn û sax xwe digihandin Qamişlo. Bi wêrekî ew derman û emeliyet jî dikirin. Mebesta min jê, ji bilî navûdengiya wî ya baş, ez tu tiştî li ser nizanim û weke kes, ez wî nas nakim.
Wisa jî xwediya pirtûka Bêbextî, ji bilî naskirina çend agahiyên teknîkî, mîna sala derketina pirtûkê û herwisa, min qet ew nedîtiye û ez wê nas nakim.

- Malbata Haco

Di nivîsa xwe de, min ne ji dûr ne ji nêzîk, qala dîroka vê malbatê û nirxandina wê nekiriye, ji ber ku mijara gotarê ne ewe. Ango, min dîtinên xwe û nirxandinên xwe nenîvisandine. Min qala dîmenê malbatê di her du pirtûkên mijara gotarê de kiriye.
Hêjayî gotinêye ku tu dijminayiya min ne bi vê malbatê re û ne bi ti malbatên kurd re tuneye û ev yek dijî bîr û baweriyên mine dema mirov hemû endamên malbatekê bi yek gotinê binirxîne. Li cem min malbatên baş û yên xerab tunene, lê kesên baş û yên xerab hene.
Dijminayiya min bi kesekî ji vê malbatê re tuneye, lê kêfa min ji Ciwan Haco re tê.

- Meseleyên takekesane û şexsî

Min di wê nivîsê de taybetiyên kesan yên şexsî û pirîvat dernexistine û belav nekirine. Eger mijara têkiliyên van kesan yên şexsî vebûbe, wan bi xwe ev taybetî nivîsandine û di her du pirtûkan de belav kirine. Dema mijara wan têkiliyên taybetî dibin pirtûk û tên ber destên me, ev tê wê wateyê ku êdî mesele ji çarçova şexsî derketiye û bûye milkê her kesî. Ji ber ku pirtûk piştî çapkirinê dibe milkê her kesî. Min yek agahî tenê jî ji derveyî her du pirtûkan nenivîsandiye. Ango, mijara min naveroka her du pirtûkaye û ne jiyana her du kesaye.
Dema min qala êşandina ku pirtûka Bêbextî li pey xwe dihêle kiriye, min li gor agahiyên di wê pirtûkê de qala wê bandorê kiriye. Min hevoka - xwendevanê vê pirtûkê wisa û wisa nas dike- bikar anî ye. Ev jî nayê wê wateyê ku ez hemû agahiyên di wê pirtûkê de piştrast dikim.
Ji ber ku di pirtûka tê bîra min de, ti agahî li ser vê mesela mijara gotinê tunene, xwendevan neçare pala xwe bide agahiyên di pirtûka Bêbextî de. Lê çi ji wan agahiyan raste, çi ne raste, ew tiştekî dine.
Di vê derbarê de, divê xwediyên pirtûkên bîranînan jî li gorî wê wêrekî û cesaretê bin ku ew karin jiyana xwe ya takekesane li ber her kesî raxînin. Yê an ya ku ne xwedî wê ferasetê be, baştire bîranînên xwe nenîvisîne. Wê çaxê wê kesek ji van meseleyên wan yên şexsî jî nêzîk nebe.

- Gotara Bêwar Brahîm

Di vê gotarê de, ezê li ser aliyê wê yê bê edeb û dûrî exlaqê nivîsandinê ranewestim, lê li çend xalên ku min jî, mîna gelek xwendevanan fêm nekirine, bipirsim,
- Wisa nivîsandiye:
( Kekê Helîm Yûsiv, Tu mirovê herî dawiye ku li ser mafê jinan biaxivî û dilê xwe bi wan bişewitîne. ji xwe ez nebawerim heger Tu zanibe bê jin çiye? Ez naxwazim deftera têkiliyên Te yên taybet bi jinan re vekim. Di salên rabirdû de malpera Avesta Kurd bi cegerdarî peyamek derbarî vê yekê ji Te re şiyandibû.)

Min ji xwediyê malpera Avestakurd pirsî û ev bersiv da min:
( Meseleya Peyama ku Bêwar Îbrahîm behsa wê dike, haya min bi xwe jê tune ye, nayê bîra min ku min peyamek ji te re şandibe, tu dikarî ji wê bipirsî)
vaye ez jî ji wê dipirsim:
Ew çi peyame gelo ku ne hayê min ne hayê xwediyê Avestakurd jê heye?
Di jiyana min de, ne bi jinan re û ne bi mêran re, tiştekî ku ez ji ber şerm bikim tuneye. Ezê kêfxweş bibim ku ev defterên li cem xwişka Bêwar vebin û ez jî nas bikim bê ka çi di wan de heye.
Tu bê minetî xwişka Bêwar, kerem bike, çi di defterên te de heye derxîne.
- Di nivîsa xwe de min qala zehmetiya bidestxistina pirtûka Bêbextî kiriye, bê çawa bi tesadufî dostekî min ew ji min re peyde kiriye, ji ber ku hem salên dirêj di ser re derbas bûne û hem jî bi rehetî nayê bidestxistin. Ji ber ku ew dostê min ne nivîskare û têkiliya wî bi gotara min tuneye, min hewce nedît ku ez wî bi nav bikim.
B. B di gotara xwe de qala hinek dostên min dike ku ew jî û ez jî wan nas dikim û wisa dinîvisîne:
( Min dixwest zanibim, gelo dostê Te çi daye Te li himberî vê wijdanfirotina Te?)
( min wijdanê xwe weke Te û dostê Te nefirot.)

( Lê Tu û kesên weke Te, bi taybetî ew dostên Te yên ku Tu û ez em xweş wan nasdikin)

Bi rastî ez tênegihiştim bê ev dost kîne ku xwişka Bêwar wan baş nas dike. Ji ber ku ez nizanim qala kê dike, ez li vir jî jê dipirsim, ev kîne gelo?

Eger tu wan baş nas dikî, çima wê xwendevan jî wan nas nekin ?
Wekî din qala şerekî bê îman dibe ku li dare û xencer û rimên min di destên min de ne û ez çar alî li pişta xelkê dixînim. Ev çima û çi şere gelo ?
Pirsa dawî:

Xwişka Bêwar, eger ez yê şer bim, dem dema teknolojî û alavên nûjene, demançe, ARBG û roket hene, mirov dikare wan bikarbîne.
 Tu çima hîn di dema qamçî û rim û xenceran de dijî ?

- Encam:

Ji ber vê rewşa aloz ya nivîsandin û rexnekirina bi kurdî, carcaran mirov dixwaze heq bide wan nivîskarên ku pirtûkên kurdî dixwînin û bêdeng dimînin. Dîtin û şîroveyên xwe ji bo kesekî ji xwe nexeyidînin, ji xwe re dihêlin û di nav hev de, bi awayekî devkî, dibêjin û nanivîsînin. Her ku ez li ser pirtûkeke kurdî dinîvisînim, encam dihêlin ku mirov vê pirsê ji xwe bike.
Dema encama nivîsandina li ser pirtûkeke kurdî ew be ku mirov bibe şagirtê Mihemed Teleb Hîlal û bibe bê wijdan û bibe xwefiroş û bibe sextekar û derewîn û bi ser de jî bibe bejin kin  ..., ne çêtire mirov li ser ti pirtûkên kurdî nenîvisîne gelo? Û li mala xwe bi şerefa xwe ji xwe re bixwîne û bê deng bimîne.
Ez bawer dikim, ne ez bi tenê xwediyê vê pirsê me.

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark